1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DBP: Divê asayişa Zaxo lêborînê ji şehîdan û gelê Kurd bixwaze
DBP: Divê asayişa Zaxo lêborînê ji şehîdan û gelê Kurd bixwaze,dbp,divê,asayişa,zaxo,lêborînê,ji,şehîdan,û,gelê,kurd,bixwaze

DBP: Divê asayişa Zaxo lêborînê ji şehîdan û gelê Kurd bixwaze

A+ A-

BARAN ZAGROS / HEWLÊR

Nûnera DBP’ê Ya Hewlêre Şîlan Emînoglu têkildarî êrîşên asayîşa Zaxo ya li dijî karwanê Tevgera Azadî û DBP’ê ji Rojnews’ê axivî û wiha got: ‘Em vê erîşa li Zaxo bi tundî şermezar dikin, bang li berpirs û aliyên têkildar dikîn ku li hemberî van kes û aliyan lêkolîn were vekirin. Pêwîste kesên ev êrîş pêkanîne û bûne sedemê êrişê, lêborînê ji şehîdan û gelê Kurdistanê bixwazin.”

Li navçeya Zaxo û li ser rêya Brahîm Xelîl, pêr ji aliyê asayişa Zaxo û pêşmergeyên PDK’ê ve bi awayek tund êrîşî karwanê DBP û Tevgera Azadî ku dixwestin biçin sinorê Bakûrê Kurdistanê li cihê cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê lê tên rawestandin, kirin. Di encama êrîşên di xala kontrolê ya ketina Zaxo û li ser rêya Brahîm Xelîl hemû kesên ber bi sînor ve diçûn, rastî êrişên fîzîkî yên asayîşê û bi sedan ciwanên Zaxoyî hatin.

Têkildarî êrîşê Nûnera DBP’ê ya Hewlêre Şîlan Emînoglu ji RojNewsê re axivî. Eminoglû ev êrîşa hovane ya asayîşa Zaxo bi tundî şermezar kir, ji bo kes û aliyên di vê êrişê de cih girtine bang li aliyên têkildar kir ku di derbarê van kes û aliyan de lêkolîn were destpê kirin. Emînoglu ragihand ku divê ev kes û aliyane werin cezakirin û ji şehîdan, şervanên azadiyê yên YPG/YPJ’ê û tevayî gelê Kurdistanê lêborînê bixwazin.

‘Me xwest êşa malbatan parvebikin’

Şîlan Emînoglû wiha dirêjî da axaftinên we: “Wek tê zanîn ev 7 roje bi fermana Serokomarê dewleta Tirk Erdogan û hikûmeta AKP’ê cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ û gerîlayên HPG’ê li sinûrê deriye Xabûr tên rawestandin. Weke li Kurdistanê û derveyî welat, li Başûrê Kurdistanê jî me xwest wek erkek mîrovatî û netewî piştgirî bidin berxwedana gelê Kurd a ji bo derbazkirina Bakûrê Kurdistanê a 13 cenazeyên YPG/YPJ’ê û gerîlayên HPG’ê. Lewra me xwest biçin gel malbatên xwe yên şehîdan û êşa wan parvebikin.”

‘Asayîşê hevalên me lînç kirin’

Di berdewama axaftina xwe de Emînoglu wiha got: “Wek tê zanîn li Zaxo ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê û bi sedan ciwanên ji aliyê asayîşê Zaxo ve hatibûn rêxistin kirin, êrîş birin ser hevalên me, hevalên me lînç kirin, heqaretên pir giran li hevalên me yên jin hatin kirin. Wesayîtên hevalên me şikandin. Bi taybet êrîşî rojnamevanê ku diwest bûyerê bişopîne kirin û dest danîn ser kameraya wî. Kameraya wî şikandin û memoriya kameraya wî şikandin. Xwestin li wê derê gel berdin hev, ji ber nêzikatiya hevalên me bûyer bêyî kesek jiyana xwe ji dest bide bidawî bû.”

‘Yên şehîd bûne kurdin’

Nûnera DBP’ê Emînoglu diyar kirin ku dewleta Tirk dewleta Romê ye û got: “Dibe li Tirkiyê bi destê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê em werin kuştin, birîndar bibin, talankirin, girtin, şewitandin û dibe em koçber bibin. Herwisa dibe ku em bê cih û war bibînîn, lê ewqas me na êşîne. Lê niha ez li Kurdistanê me, em jî Kurdin û yên di ber ax û gelê xwe de şehîd bûne jî Kurdin. Ji ber vê yekê em weke Nûnertiya Hewlêrê ya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) vê êrîşa asayişa Zaxo bi tundî şermezar dikin, bang li berpirsan dikim ku di derbarê van kesan de pêvajoya lêkolîn û lêpirsînê bidin destpêkirin.”

Herwiha Emînoglu da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê xwedî derketina cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê ne tenê erkê DBP û Tevgera Azadiyê bû û got: “Ev erkek netewî û wijdanî ya tevayî gelê Başûr û Kurdistanê ye. 13 cenazeyên şehîdên me ne kêm in. Hemû keç û xortên Kurdistanê ne, ji bo azadiya welatê xwe û gelê xwe li dijî çeteyên hov yên DAIŞ’a neyartiya mirovatiyê dike, di encama berxwedanek bê hempa de jiyana xwe ji dest dane. Ji xwe 7 roje ev cenazeyane ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li sinorê Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê tên rawestandin. Lê mixabin ji bo em cenazeyên xwe bibînin, li cem malbatên xwe bin, êş û azara wan parvebikin; em ji Hewlêrê diçin, lê mixabin rastî astengiyên pir tuj yên asayişa Zaxo û pêşmergeyên PDK’ê tên.”

‘Nêzikatiya li hember cenazeyan di tu olan de nehatiye dîtin’

Emînoglu da zanîn ku di riya azadiya Kurdistan û gelê Kurd de wê heta dawiyê tekoşîna xwe bi domînin û di vê derbarê de wiha got; “Cenazeyên 13 rêhavalên me ev 7 roje di vê kele kele havînê de li ber tavê bêhn ketê. Ev nêzikatiya li hember cenazeyan di tu dîrok, ol û gelan de ne hatiye dîtin û nehatiye pejirandin. Em li kîderê dibin bila bibin, emê bi hemû hêza xwe li berxwe bidin û xwedî li şehîd û tekoşîna xwe ya azadiyê derbikevîn. Ji bo wê jî em tu car paşde gav navêjîn, emê xwedî li tekoşîna şehîdên xwe derbikevîn, cenazeyên wan li erdê nahêlîn û tekoşîna xwe ya emê bidomînîn.”

Şîlan Emînoglu wiha axivî: “Ji ber vê yekê wek Tevgera Azadî plansaziya çûyîna Zaxo hatibû danîn û me jî wek Nûnertiya DBP’ê ya Hewlêrê cihê xwe di nav de girt. Helbet di çûyîna me ya deriyê sinorê Bakûr de helwesta me ne li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan desthilatdarên Başûrê Kurdistanê bû. Armanca me ew bû biçîn gel şehîdên xwe û di her alî de bi malbatên xwe yên şehîdan re bimînîn, êşa wan parve bikin, helwesta xwe nîşan bidîn û zextê li ser hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk çêbikîn ji bo rê bidin cenaze derbazî Bakûrê Kurdistanê bên kirin.”

Di dawiya axaftna xwe de nûnera DBP’ê Şîlan Emînoglu êrîşên asayişa Zaxo ya li ser karwanê DBP û Tevgera Azadî bi tundî şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dawiyê de vê êrişa ne di xizmeta netewî ya gelê Kurd de ye li dijî hevalên me hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Bang li berpirs û aliyên têkildar dikim ku lêkolînê di derbarê van kes û hêzan de were vekirin, cezayê pêwîst were dayîn û lêborînê ji şehîdên Kurdistanê û gelê Kurd bixwazin.”

(rn)