1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DBP: Hebûna me girêdayî parastin û pêşvebirina zimanê me ye
DBP: Hebûna me girêdayî parastin û pêşvebirina zimanê me ye,dbp,hebûna,me,girêdayî,parastin,û,pêşvebirina,zimanê,me,ye

DBP: Hebûna me girêdayî parastin û pêşvebirina zimanê me ye

Navenda Giştî ya DBP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Hebûna me bi parastin û pêşvebirina zimanê me ve girêdayî ye

A+ A-

AMED - ANF Navenda Giştî ya DBP'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, "Hebûna me bi parastin û pêşvebirina zimanê me ve girêdayî ye.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejan Zimanê Kurdî de destnîşan kir ku Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê xwedîderketin û pêşvebirina Kurdî de xwedî cihekî girîng e û got, "Kovara Hawarê ; Wêjevanên Kurd ên wek Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî bi wêjeya wan ve gihandiye gelê Kurd. Heman kesên kovarê bandora xwe perwerdeya seretayî û naverastê ya li Başûrê Kurdistanê kiriye û wekî din bandora xwe vebûyîna bi dehan enstituyên Kurdî û di zanîngehên Ewropayê de beşên wêje û zimanê Kurdî kiriye."

DBP'ê diyar kir ku azadiya zimanekî ji her alî ve karanîna wî zimanî ye û ev xal destnîşan kir:

"Zimanê azad divê bigihêje statuya destûra bingehînî- zagonî- dadperweriyiyê, ji jiyana rojane heta perwerdeyê, ji ragihandin-weşangeriyê heta rêxistinbûnê û siyasetê divê bikar bê û divê astengî hemû rabin. Eger zimanek di bin bandorekê û bişaftinekê de be ew ziman nikare xwe bigehîne nifşên din."

'CUDATÎ ZINDÎBÛN E, QIRKIRINA CUDATIYÊ QIRKIRINA ZINDÎTIYÊ YE'

Navenda Giştî ya DBP'ê ragihand ku qedexekirina ziman û çanda gelekî, tê wateya jiholêrakirina hebûna wî gelî û destnîşan kri ku gelên ku bi navê "kêmatî" tên hesibandin an ku ew gelê ku giredeyiyê ti medeniyetên dewletî nebin û xwestek û xebatên bişaftinê yên li ser van gelan, bi rastiya xwe kiryarên entegreya bo dewletê ye. DBP'ê got, "Ji ber vê yekê qedekirina zimanê gelekî yan jî bişaftina gelekî komkujiyek çandî ye. Cudatî zindîbûn e. Qirkirina cudatiyan qirkirina zindîtiyê ye. Bi salan e qirkirina li ser ziman û çanda Kurdî xwesteka qirkirina zindîbûna erdnigariya Kurdistanê ye. Mixabin Kurd heta niha li ber politikayên qirkirinê yên dewletên cuda bi cuda liberxwedan."

DBP'ê da xuyakirin ku qedexekirina zimanekê tawaneke mirovahiyê ye. û got, "Divê dewlet ji pêdiviyên gelên xwe yên bingehîn ên wek jiyîn, ewlehî û heqê perwerdehiya zimanê dayikê bibe bersiv. Lê belê hikûmeta AKPê hem derfetekê wiha nade û hem jî dibistanên ku bi destê gelî ve tên vekirin diyax nake. Di Dibistanên Kurdan ên ku bi destê gelî ve hatin vekirin de jî polîs û darazên AKP xwestin astengiyan danin. Bi destpêkirina heyama perwerdeyê ve dibistanên ku li Amed, Cizîr û Geverê vebûn, dewlet destê xwe lê werda. AKP bi vê hêlê ve tawana mirovahiyê ya herî mezin kir."

'HEBÛNA ME BI PARASTIN Û PÊŞVEBIRINA ZIMANÊ ME VE GIRÊDAYÎ YE'

Navenda Giştî ya DBP'ê diyar kir ku gelê Kurd ji ber polîtîkayên tinehesibandin û bişaftinê heta niha li ber xwe da, radest nebû û piştî vê gavê jî serê xwe natewîne, xwe radest nake û got, "Bi salan bi dirûşmeyên 'Zimanê me rûmeta me ye, bê ziman jiyan nabe' ve gelê me tekoşîna xwe didomand û piştî vê gavê jî gelê me wê xwedî li ziman û çanda xwe derkeve, ji bo azadiya Kurdî tekoşîna xwe ya demokratîk dê bidomîne.

Bi vê peywendiyê ve em Cejna Zimanê Dayikê Kurdî pîroz dikin û em dibêjin hebûna me girêdahiyê parastin û pêşvebirina zimanê me ye."