DDKD û OSP: Bila Ocalan roja Newrozê di nava gel de be
YASÎN KOBULAN
AMED (DÎHA) - Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier diyar kir ku daxwaza wan a herî mezin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newrozê de li cem gel be. Serokê Rêxistina OSP'ê ya Amedê Nurettîn Maçîn jî ev tişt anî ziman: "Bi awayekî fîzîkî tevlîbûna Ocalan ji bo gelê kurd watedar e."
Ji bo pîrozbahiya Newroa 2015'an a Amedê hefteyk ma û her sal bi milyonan kes li qada Newrozê tên cem hev. Daxwaziyek gelê kurd tenê heye ew jî azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û di Newroza Amedê de bi dengê bang li gel bike. Partiyên kurdistanî yên ku li Amedê ne ev bang gel di cih de dibînin û bang li hikûmeta AKP'ê kirin ku demildest ev daxwaza gel bi cih bîne.
'Daxwaza me ya mezin azadiya fîzîkî ya Ocalan e'
Serokê Giştî yê Komeleya Kurdên Demokrat Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçier diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd tê wateya serhildanê û got ku daxwaziya wan a herî mezin di rojeke wisa de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê nav gelê kurd. Taşçier destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP'ê daxwaza gelê kurd li ber çavan bigire û wiha axivî: "Daxwaziya gel heye. Divê ev daxwaziya gel pêk were. Ocalan girtiyekî siyasî ye. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê birêz Ocalan di Newroza Amedê de bi dengê xwe bang li gel bike. Ev yek dê samîmiyeta AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê jî raxe ber çavan. Ez di wê baweriyê de me ku azadiya Ocalan hêzeke mezin bide pêvajoya çareseriyê."
'Ev 10 xal gava ewilî ya çareseriya pirsgirêka kurd e'
Taşçier li ser 10 xalên ku di 28'ê sibatê de bi daxuyaniya hevpar a heyeta Îmrali û hikûmeta AKP'ê ji raya giştî re hat aşkerakirin rawestiya û got ku gelê kurd her tim ji bo çareseriyê daxwazên xwe aniye ziman. Taşçier anî ziman ku ev 10 xal dê pêşiya mirina bigire û pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd veke û bang li hikûmetê kir ku bêyî dem winda bike demildest van 10 xalan bi cih bîne. Taşçier da zanîn ku divê hikûmet zagonên çareseriyê derxîne û wiha pêde çû: "Dibe ku Makezagona nû piştî hilbijarinê were derxistin lê divê hikûmet ji niha de di zagonan de sererastkirinê çêbike. Ligel vê yekê hê jî hikûmet hewl dide bi 'Paketa ewlehiya navxweyî' zagonên zordestiyê derxîne. Ev yek ji çareseriyê bêhitr helwesteke neyariyê ye. Divê van 10 xalan baş binirxîne. Ev 10 xal gava ewilî ya çareserkirina pirsgirêka kurd e."
'Divê Ocalan fîzîkî tevlî Newrozê bibe'
Serokê Rêxistina Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) a Amedê Nurettîn Maçîn got ku ruh û coşa Newroza îsal dê ji yên berê mezintir be û anî ziman ku sedema vê yekê jî rewşa ku di berxwedana Kobanê û Şengalê de derketiye holê bi xwe ye. Maçîn anî ziman ku divê hemû rêxistinên kurdistanî tevlî Newroza Amedê bibin. Maçîn destnîşan kir tevlîbûna Ocalan a fîzîkî gelekî girîng e û wiha axivî: "Ji bo Ocalan bi awayekî fîzîkî tevlî Newrozê bibe tu astengî tune ye. Şert û mercên tevlîbûnê jî guncav e. Heke Ocalan tevlî Newrozê bibe dê piştgiriyeke meizn bide pêvajoya çareseriyê."
Maçîn bilêv kir ku 10 xalên ku hatine aşkerakirin gelekî girîng in û wiha domand: 1Ev 10 xal ji bo gelê kurd gelekî girîng in. Divê naveroka wan bê dagirtin." Maçîn anî ziman ku AKP li şûna çareseriyê li ser encamên pirsgirêkê disekine û got ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de HDP rolekî girîng dilîze û divê her kes piştgiriyê bide HDP'ê.
(wk)