1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Dem dema azadiya gelê kurd e"
"Dem dema azadiya gelê kurd e",dem,dema,azadiya,gelê,kurd,e

"Dem dema azadiya gelê kurd e"

Karayilan: Ji bo gelê Kurd êdî dema azadiyê ye

A+ A-

Mannheim - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan peyamek bi dîmen ji Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Almanya Mannheimê re şand û xwest her Kurdistanî li hemberî dewletên ku wan tune dihesibînin bibin xwedî helwest û got; “Tenê rêyek heye. Ger dixwazin bi me re bijîn, dê azadiya Rêber Apo û xweseriya Kurdistanê qebûl bikin. Ji bo gelê Kurd êdî dema azadiyê ye.” Karayilan bal kişand ser hedefgirtina BDP’yiyan jî û got; “Divê ev yek were zanîn ku ev siyaset dihêle ku gerîla parlementer û siyasetmedarên AKP’yî bigirin û ketina Kurdistanê li ber wan qedexe bikin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan peyamek bi dîmen ji Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî re şand.

Karayilan, bi havê tevgera azadiyê Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî mihrîcanê bûne silav kir. Peyama Karayilan a ku li qada mihrîcanê li rastî eleqeyek mezin hat û bi dirûşiman hat pêşwazîkirin wiha ye:

YA KU BIN KET AKP BI XWE YE

“Têkoşîna Azadiya Kurdan ketiye serdemek nû. Pêvajoya li pêşiya me pir girîng e. Divê her roj û kêliyên wê di asta ku tê xwestin de were nirxandin. Êdî têkoşîna me di asta serkeftin û azadiyê de ye. Beriya salekê artêşên Tirk û Îranê li hebmerî tevgera me êrîşek pêk anîn. Armanca vê êrîşê ew bû ku di dema ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de destkeftiyên gelê Kurd asteng bikin û Kurdan bê hêz bikin. Başûrê Kurdistanê bi rêya siyaset û dîplomasiyê kontrol kirin û xwestin li hemberî PKK’ê şerek bimşeînin û PKK’ê tune bikin. Di heman demê de xwestin siyaseta Kurdan û BDP’ê lewaz bikin û teslîm bigirin. Rêber Apo vê plan û lîstokê deşîfre kir, û li hemberî vê yekê helwest nîşan da. Ji ber wê jî ev 407 roj in li ser Rêber Apo tecrîd û îşkenceyek psîkolojîk berdewam dike.

Li hemberî êrîşên mêtîngeriya Tirk Rêber Apo li Îmraliyê li ber xwe dide. Di hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de berxwedanek heye. Siyasetmedarên Kurd li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Gelê me li kolanan li ber xwe dide. Gerîlayên Kurdistanê di meşa azadiyê de hemleyek nû da destpêkirin. Polîtîkaya mêtîngeriya AKP’ê bi ser neket. Wana digotin qey ew ê gerîlayên Kurdistanê weke gerîlayên Tamîlê tasfiye bikin, lê ya ku bin ket AKP bi xwe ye. Ji ber vê jî AKP bi temamî vala derket. Siyaseta wê ket binê erdê. Ev berxwedana bi pêşengiya tevgera me hat pêşxistin, gelê Kurd bi hêz kir. Niha gelek herêm di bin kontrola gerîlayan de ne. Hemleya azadiyê her ku diçe mezin dibe. Niha gelek herêm di bin kontrola gerîlayan de ne. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina azadiya xwe pêngavek pir girîng avêt.

‘HÛN NIKARIN DEREWAN BI RASTIYAN BIGUHERIN’

Ev berxwedana bi pêşengiya tevgera me hate pêşxistin, li her derê hêza siyaseta Kurd û gelê Kurd xurt kir. Li her çar parçeyên Kurdistanê mezinbûnek pir cidî heye.

Hukûmeta AKP’ê ji ber ku nikare vê pêşketina gerîlayan înkar bike, hewl dide ku wisa nîşan bide ku ev yek bi desteka hêzên derve pêk tê. Dibêjin ku Îran û Sûriye destekê dide Tevgera Azadiya Kurdan. Lê ev dewletên behsa wan tê kirin, beriya salekê êrîşê me dikirin. Rastî ev e ku ev hêzên mêtînger li dijî vê asta têkoşîna azadiya gelê Kurd in.

Dewleta Tirk bi van her du dewletên navborî re di nava nakokiyên ciddî de ye. Dewleta Tirk niha li hemberî Sûriyeyê şerek dimeşîne. Nakokiyên wê yên bi Îranê re hene. Ji ber vê jî îdîa dike ku ev her du dewlet destekê didin me, lê ev yek derewek pir mezin e. Dewleta tirk dixwaze bi van derewan hêza gerîlayan a ku mezin dibe asteng bike û gelê me di qada navneteweyî de tevgera me reş bike. Her wiha, dixwaze bi heman awayî tevgera me bike hedefa DYA, welarên Ewropa û hêzên navneteweyî. Ji ber wê jî derewên wiha dike.

‘BDP TESLÎMÊ SIYASETA DEREWAN NEBÛ’

Sedema evqas mezinkirina lirasthevhatina parlementerên BDP’yî û gerîlayan a li Şemizînanê jî ev e. Ji ber ku ew dixwazin ku her kesê weke dijminên gerîlayan nîşan bidin. Ji ber wê jî xwe li ber daxuyaniya Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn ku gotibû hin herêm di bin kontrola gerîlayan de ye, ranagirin. Yanî rayedarên Tirk bi aşkereyî ji Parlementerên BDP’yî dixwazin ku derewan bikin. Yanî dewleta Tirk dixwaze xwe bi vê zîhniyeta ku ji roja avabûye heta îro xwe pê li ser lingan digire, berdewam bike. Naxwazin ev derew bêne deşîfrekirin. Niha jî dibêjin hûn çima rastiyan tînin ziman. Ji ber ku parlementerên BDP’yî rastiyan anîn ziman û derew nekirin, ji ber ku li ber xwe dan û teslîmê vê polîtîkaya derewan nebûn evqas dibin hedef.

Divê ev yek were zanîn ku ev siyaset dihêle ku gerîla parlementer û siyasetmedarên AKP’yî bigirin û ketina Kurdistanê li ber wan qedexe bikin. Li ser gelê me û rêberê me polîtîkaya zilmê heye. Hewl tê dayîn ku hemû mafên kurdan bê tasfiyekirin. Gelê me yên elewî bi gefan tên çewisandin. Mînakên wê li Meletî û Semsurê hene. Hewl didin ku elewî ji nirxên netewî yê kurd, tevgera azadiyê bê dûrxistin. Hemû gelê me yê êzîdî koçberî Ewropayê kirin. Li hemberî aliyê Sunnî hemû lîstik tên lîstin. AKP, hîzbûlah û Fetullah bi 40 cureyên polîtîkayên li ser hestên olî yên gelê me polîtîkayan dimeşîne. Bi van rêbazan teslîm digirin û dixwazin ku tasfiye bikin.

TENÊ RÊYEK HEYE…

Ev rêbaz yek jî dê encamê negirin. Hêzên mêtînger yên berê ev polîtîka ceribandin. Berê jî encam neda. Dê ji vir şûnde qet nede. Tenê rêyek heye. Tenê rêyek heye. Ger dixwazin bi me re bijîn, dê azadiya Rêber Apo û xweseriya Kurdistanê qebûl bikin. Ji bilî vê rêbazê çareseriyê tune. Bi vî awayî bi rêbazeke çareseriyê ya wekhev re em dikarin din va sînorên Tirkiyeyê de bi hevre bijîn. Çareserî encex bi vî awayî pêk tê. Heta ku vê qebûl nekin ne mimkune ku em di bin vê mêtîngeriya wan de bijîn. Belê di pêvajoyeke wisa de divê hemû kes helwesta xwe nîşan bide.

Pêvajoya ku em tê de derbas dibin gelek girînge. Divê hemû kes vê rastiyê bizane. Em di pêvajoya şoreşê de ne û divê her welatparêzekî kurd destê xwe bixe bin kevir.

DIVÊ HER KURD BIBE XWEDÎ HELWEST

Em wekî kurd, mafê me ye ku em jî bi zimanê xwe biaxivin. Dema em vê bêjin wê demê ya yekemîn; em wekî kurdandivê bi kurdî bi dewletê re têkevin diyalogê. Kesên bi dewletê re muxatabe divê her tim kurdî biaxive. Ya duyemîn: dema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Madem em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin we demê divê em neçin dibistanên asîmîlasyonê. Divê kes zarokên xwe neşînin dibistanan û divê ciwanên kurd neçin dibistana. Ya sêyemîn:divê ciwanên kurd neçin leşkeriyê. Artêşa tirk jibo pêşeroja gelê kurd tarî bike şer dimeşîne. Wê demê divê her welatparêzek vê bêje;Li wir şerek hebe divê em neçin leşkeriyê! Vegotina vê mafek herî xwezayî ye. Ger ku em naxwazin bira bira bikuje wê demê divê her ciwanê kurd xwedî helwest be. Di heman demê de divê şoreşgerên tirk jî bibin xwedî vê helwestê. Lê beriya her tiştî divê ciwanên kurd vê helwestê bigire.

Ya çaremîn: Divê kurd êdî têkiliya xwe ji bi giştî ji pergala edaletê ya dewletê qut bikin. Divê pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin. Bi vî awayî divê têkiliya xwe qut bikin. Yanî gelê me wekî civak divê li hemberî mêtîngeriya tirk helwesta xwe nîşan bidin û divê bê bandor bihêle. Îro gerîlayên kurd hemleyek dane destpêkirin. Azadî tenê bi têkoşina gerîla nayê bidestxistin. Her kurdê ku dixwaze azad bijî divê peywira xwe bîne cih.

ÊDÎ DEMA AZADIYÊ YE

Li Kurdistanê ji bo ku helwesteke wisa derbikeve holê, peywir dikeve ser welatiyên me yên kurd yên Ewropayê jî. Ji bo cotestandartiya dewletên Ewropayê asteng bikin, duûutiya li hemberî terora dewletê ya li hemberî Kurdistanê derxînin holê. Li Ewropayê mîlyonek û nîv kurd dijîn. Divê her welatparêzekî kurd wekî dîplomatekî bixebite. Divê li wir wekî nûnerekî endamê tevgera azadiya kurd bixebite. Em ketine pêvajoyeke dirokî. Kurdên li Ewropayê dijîn roleke girîng lîstin. Em bawerin dê ji vir şûnde jî bilîze. Gumana me tune. Em bawerin dê ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê rola xwe di asta herî bilind de bilîzin. Em bawerin ku dê xwedî li berxwedana gerîla ya Botan û Şemzînanê derbikevin.

Bihêzbûna tevgera me girêdayê piştgriya gelê me ye. Ji ber vê jî piştgiriya hemû hêzên ku azadî û demokrasiyê dixwazin ji bome girînge. Em bawerin hemleya gelê kurd dê encamê bide. Ji bo vê wateya lîstik û kemînên dewleta tirk bo me tune. Dema azdiya gelê kurd û Rêber Apo hatiye. Kes nikare meşa me ya azadiyê bide sekinandin û herikîna dîrokê bide rawestandin. Gelê kurd dê teqez ser bikeve, Kurdistan dê azad bibe”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî