Dem dema Masîvan e
Ajansa Nûçeyan a Aknews cih da nûçeya Masîvan ku dibêje heta salekê dê Ocalan bibin girtîgeheke nû. Ajans balê dikişîne ser demên berê ku Masîvan çawa gotiye dê agirbest bibe û agirbest bûye. Masîvan niha jî dibêje dê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan di dawiya sala 2011'an de dê were guhestin.
Balkêş e ku Masîvan ji bo dîroka derxistina Ocalan a ji Îmralî meha Mijdar (Sermawez)ê nîşan dide, ku ew meh e PKK tê de hatiye avakirin.
Wekî tê zanîn Serokê PKK'ê Abdullah Ocalanî berê jî ji parêzerên xwe re gotibû ku kesekî bi navê Masîvan ne rast e, agahiyên ku didin jî ne rast in û dibe ku honandin û senaryoyek hinekan be.
Di vê dema dawî de ku Masîvan ji holê winda bû, piştî ku hevdîtinên di navbera Îmralî û Dewletê de hatin asteke krîtîk û xetere, derkes holê. Peyamên Masîvan jî bêhtir dişubin peyamên bêhnfirehiyê. Ev yek berevajî rewşa Ocalan e, ku gazî dike kurd derkevin qadan û biharê bi kar bînin.
Aknews wekî çavkanî balê dikişîne ser malpera T24 û gotinên Masîvan wiha vediguhêze: "Li Tirkiyeyê hilbijartinek pêk tê û dê destûreke nû were çêkirin. Ji bo çareseriyeke topyekûn a vê pirsgirêka civakî pêdivî bi destûreke nû heye. Dewlet, di vê mijarê de cidî û jidil e. Ez şahid im ku ne tenê bo hevsa malê, bo çareserkirina pirsa kurd gelek dilxwaz e."
Masîvan îdia dike ku agirbest jî dê heta 12'ê Hezîranê (pûşper) bidome û dê Ocalan ji bo vê yekê bibe navbênkar.
Balkêş e ku daxuyaniyên Masîvan didin hemû di notên hevdîtinê yên Îmralî de hene, lê ne wekî Masîvan şîrove dike ne. Mînak, Masîvan îdia dike ku BDP dê bi berendamên serbixwe neçe hilbijartinê û yê ku wisa dixwaze jî Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Lê Ocalan di hevdîtinên xwe de tîne ziman ku riyeke din xuya nake. BDP'yî jî wisa li hilbijartinê dinihêrin ku ji bilî berendamên serbixwe têkçûn %100 e. Di vê rewşê de konsepta dewletê ya herî girîng dikare ew be ku BDP çewtiyekê bike û Masîvan jî mija vê yekê ava dike.
Aknews her wisa di nûçeyê de texmîna ku Masîvan Ilhamî Işiktaş e jî tîne ziman.
Wekî tê zanîn di 13'ê tîrmeha 2010'an de agirbest hatibû dirêjirin û di 28'ê sibat (reşemî) a 2011'an de jî hatibû bidawîkirin. Ocalan di hevdîtina xwe de ji bo raperîneke nû jî 21'ê Adarê destnîşan kiribû.
Amîda Kurd