Dema ba me bi xwe re dibe
Ji farisî: Dêrsim Oremar
Teksta li jêr ji rêzenameyên mamoste û çalakvanê mafê mirovan şehîd ''Ferzad Kemanger'' yên ku nehatine belavkirine. Bi helkefta yekemîn salvegera bidarvekirina ne adilaneya wî de ji arşîva ''komeleya çalakên mafê mirovên di Îranê de'' ji aliyê '' ajansa Hirana'' yê ve hatiye belavkirin.
Kemanger derbarê nameyê de wiha nîvîsiye... " Di dawiya şehrîwera 2007'an de beşa 30 a dadgeha şoreşa Tehranê der barê dosya min de bêselahiyet bûna xwe îlan kiribû, ji ber vê bo Senendecê hatim veguhestin û nêzî du mehan li wê derê mam. Berpirsê ragirtgehê mirovekî derdora 50 salî û nexweşekî rewanî bû ku ji azardana girtiyan keyf dikir. Bi çendîn caran bê tu sedemekî bi hevkariya du pasevanên din li min dixistin. Rojekê ji ber şîdeta lêdana mist û pênan rûyê min gewir û xwînî bûbû û zerbe li erzink û diranên min ketibû, di heman şevê de dengê dawetê ji derdora ragirtgehê dibihîst û ev babet herikiyê hal û hewayê heman şevê ye ku nemir Nadir Mihemedî jî di hucreya li kêleka hucreya min de bû." Çend rojek ji bo payîzê mabû ku bi balafirê ji bo Senendecê hatine veguhastin. Dîtina erd û baxan ji serî ji bo min tiştekî nû bû. Min tu carî ji vê bilindahiyê Sine nedîtibû, ev jî di demsala payîzê de. Demsala payîza Kurdistanê birastî jî hejayî dîtinê ye. Weke bihara wê û belkî jî bedewtir. Min bi jiyana di nava wan tabloyên hezar reng de adet kiribû lê ne ji wê bilindahiyê. Di payîzê de çavên mirov ji wan hemû bedewî û têkel bûna rengan heyirî dima, lê heya ku ji bilindahiyên çiyayê Abîderê li bajarê Sine û derdora wê temaşa nekî û heya ku te guh nedabe awaza ''Ebas Kemendî'' nizanî ji ber çi Abîder bûye hemzadê şeir, sirûd û evîndariya Senendeciyan. Lazim e di payîzê de bibaye mêvanê Hewreman û takistanên wê, dema ku rojê xeraman xeraman xwe nêzî hembêza çiyayên ser bi felek kêşayiyên wê dike da ku sîheke ron bide hinaristanên hezar reng û newalên kûr û bedewiya tabloya wê pêşkêşî bîneran kiribe... Xeyalê weke hespekî serkêş ez ji navbera dîwarên ragirtgeha Senendecê ber bi dûrdestan biribûm. Min dizanî ji bo jibîr kirina êşê lazime bîranînên xweşên berê bikim stargeha xwe, lê hemû laşê min ku îşkenceyeke têr û tijî tehemul kiribû ez diêşandim, îşkenceya ku bi sûcê guneheke nekirî li her derê bûbû bela serê min. Yek ji sê pasevanên ku îşkence li min kiribû ji pencereya hucreyê hêdî û bêdeng li min dinêrî da bibîne ka ez dilivim yan ne. Çavên na mehremên wî rê li ber bîranînên şirînên min digirtin, bi necarî min xwe livand da ku bi rehetî bizanibe ku ez sax im û rêgirê xelwet û tenêtiya min nebe (ragirtgeha Senendecê di navenda bajêr daye, li nêzî ragirtgehê dengê merasîma dawetê dihate bihîstin.) Bi nêzîkbûna şevê dengê awaza ''Geryan'' ê dihat. Awazek ji kak ''Necmedîn'' di wesfa taxên Senendecê de, strana hezkiriya Senendeciyan ji bo dawetê ye ku bi piranî di hemû dawetan de dihate strîn, min di hizra xwe da keçikên xweşikên Sineyî û kurikên poz bilind didîtin ku dest di destên hev de mijûlê şahî û dawetê bûn. Daweta ''Geryanê'' daweteke ku temaşager û bîseran bêhemd weswese dike da ''çopî'' yê di destên xwe da bizivirîne û bireqise. Min xwe livand, êşa rû û diranên min yê şikestî zêdetri bûbû lê dilê min nedixwest dîmena ku min xeyal kiribû biterikînim, cardin bi heman êşê min çavên xwe miqandin. Dîwar li dora serê min dizivirîn: werbêjî ev jî direqisîn. Min tirpêna dilê xwe û rîtma muzîkê dibîhîst û hewl dida bi kêliya ku min his dikir xeleka dawetê pê li erdî dixin xwe hevaheng bikim, min hez dikir rabim ser piyan û bireqisim û tevî daweta wan şahiyê bigirim, tevî kenên van bikenim. Wisa niqumî vê atmosferê bibûm werbêjî ku zava ez im, weke ku daweta min be. Weke ku hemû li dora min direqisîn ku bi yekcarî tama xwîna ku min daqurtandibû bi yekcarî dava hizra min bizdand... Awaza ''geryan''ê gihabû ''Çepiyê'' daweta taybetiya Hewramanê. Di pêxeva xwe da ber bi Hewramanê xuşiyam û cardin çavên xwe miçandin. Êrîş û azara laşê min ez diêşandim lê bi dengê muzîk û awaza daweta cîranê girtîgehê gihabûm Hewramanê û niqumî fikarê xwe bibûm mêvanê wî xelkî. Dengê şadî û reqsa cîranan bê xeber ji halê me gihabû asta herî jor. Di xeyalê de ''çopî'' di destên min de bû, karê ku di tu daweteke de min nekiribû. Direqisîm û li dora xwe dizivirîm û hawar dikir: Şabaş, şabaşa hemû dayikên ku hesreta dîtina zarokên wan ser dilê wan giraniyê dike. Şabaş, şabaşa hemû keç û kurên evîndarên welat ku êdî di nava me de nînin. Şabaş, şabaşa ''Bûka azadiyê'' dema ku vedigere welatê min û erd li jêr piyên wê û ciwanên tevî vê dilerize. Di xew yan hişyarî yan bêhişiyê de, mest ji mêvandarî û daweta derveyî ragirtgehê bûm û jenyar bêxeber ji dilê min dawet gihandibû asta herî jor... Nizanim çend saet derbas bûbûn ku lerzina trempêla ku ez ber bi nexweşxanaya derveyî girtîgehê dibirim bi hiş anîm, diyar bû bi saetane bêhiş bûm. Dema ku min xwe di xwedîka ajovan de dît bi xwe û mêvanên şevê din keniya mû bi destên kelepçe kirî destek li serê xwe yê werimî gewir bûyîyê xwe xuşand û got: ''ser û bîçmê te yê dawetê nîne'' û li jêr nêrînên giranên pasevanên ku li çep û rast û pêşiya min rûniştibûn kena xwe veşart ne ku bibe sedema nerehetkirina wan! Piştî tedawiyê, ji çend taxên Senendecê bihurîn û ez vegerandim ragirtgehê, dem avegeriyam hucreya xwe, êvara şemiyê bû, dawet bidawî bûbû. Dirêj bûbûm, şevê dengê aramê keçikeke girtî ku hucreya wê pişt hucreya min de bû bala min kişand, hêdî awazeke folklorîka kurdî dixwend:
Ez keç im keça kurdan im Kulîlka destê lawan im, Ez keç im keça kurdan im Rihana rez û çeman im...
Bi bihîstina awaza ciwana keçika girtî ku min navê wê jî nedizanî, giriyê emana min birî. Min ji xwe re got xwedêyo ev keçika masûm niqumî fikar û xeyalên xwe li ku dera wî welatê birîndar mijûlê dermankirina birînên hemwelatiyên xwe ye, yan awaza masumaneya xwe vexera xêra rêya kî/ê kiriye. Min xwe sparte destê awaza xweş a keçika di bendê de û nermebayê ku ji deriyê hucreya min dahate jor û cardin çavên xwe danîn serhev û li benda dengê derî mam ka cardin kî tê cem min...
Ferzad Kemanger Adara 2010 Girtîgeha Êvîn