1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dema mijar dibe kurd cîhan ker û kor dibe'
'Dema mijar dibe kurd cîhan ker û kor dibe',dema,mijar,dibe,kurd,cîhan,ker,û,kor,dibe

'Dema mijar dibe kurd cîhan ker û kor dibe'

A+ A-

4 Pûşper

AMED (DÎHA) - 1'min Konferansa Rewşenbirên Rojava ya Amedê bi tevlibûna gelek rewşenbir û nivîskarên Rojava ku dinava vê hefteyê de li Amedê hat darxistin bi encamnameyekê bi dawî bû. Rewşenbîr û nivîskarên Rojava têkildarî komkujiya serêkaniyê ya gundê Tilêliyê û êrişên komên çete yên ser bi Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) nirxandin û bi tundî komkujî şermezar kirin û dan zanîn dema mesele dibe kurd cîhan ker û kor dibe.

Di 29'ê gulanê de çeteyên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) li dijî welatiyên gundê Tilêliyê yê 15 km rojavayê bajarê Serêkaniyê komkujiyeke hovane pêk anîn. Di komkujiyê de di nav de jin û zarok 15 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Rewşenbir û nivîskarê Kurd Ehmet Huseynî têkildarî komkujî û êrişên komên çete de wiha axivî û da zanîn ku Komkujiya ku pêk hatî bê hêvî bûna van hêzên tundrew ku di surye de tu kiryarên wan tuneye ji derveyî şerê gelê kurd bikin.

Huseynî da destnîşan kir ku bi tu awayî nayê bira mirovahiyê ku gelê kurd li heber van komên çete ku eleqa wan bi mirovahiyê ve tuneye nizim bikin û rê bidin wan. Huseynî bilêv kir ku ji bo ku berxwedana gelê kurd bişkênîn serî li kiryarên hovane didin. Di cîhanê de şert û mercên pevçûnan hene zarok, jin,mêrên bê guneh tên qetîl kirin komên çete yên ser bi Dewleta Îslamî ya Îraqê û Şamê (DAIŞ) dema bê hêvî dibin rê li ber kiryarên kirêt vedikin komkujiyan pêk tinin.

Huseynî da dest nîşan kirin ku pêkanîna hemû komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, valaderxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şkandina vîna gelê Kurd. Lê bê wê bi van kiryaran negihijin tu armacan.

Derbarê Komkujiya êrişên komên çete û lîstikên ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin jî Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir jî axivî û wiha got: "Ev komên çete ku belavkirina olê Îslamî îdîa dikin, ola îslamê ji van çeteyan paqij û dûr e. Ma kesên hatine kuştin ne îslam bûn? Îslamê kuştina mirovan heram kiriye. Ola îslamê olekî hezkirin, aştî, biratiyê ye.

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir derbarê Komkujiya gundê Tilêliyê bi tundî şermezar kirin û ew wekî "komkujiya li dijî hemû mirovahiyê" binav kir. Mizgîn dest nîşan kir ku dema ku mijar dibe kurd cîhan ker û kor dibe.

Rewşenbir û nivîskarê Rojavayê kurdistanê Abdullah Şikakî ji axivî û wiha da zanîn li rojavayê kurdistanê şerên dijwar di qewimin komên çete yên ser bi Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê (DAIŞ) bi awayek bê nav ber êrişî xaka me dikin û komkujiyan dikin ma golo cîhan vê nabîne? ka alima îslamê? Ma gelo ol îslamê ev?

Şikakî dest nîşan kir ku komkujiya ku li gundê Tilêliyê pêk hatî encama hevdîtina Hewlêr û Şamê ye. Şikakî da diyar kirin ku piştî şandeyek ji Başûrê Kurdistanê bi nunertiya Azad Perwarî û Fadil Mîranî pêk dihat çûn şamê Komkujiya serêkaniyê ya gundê Tilêliyê pêk hat.

Rewşenbir û nivîkarê Rojava Abdullah Şikakî têkildarî politîkayên PDK'ê yên li heber Rojava û saziyên kurdan nirxan û wiha got: "PDK'ê dîroka xiyanet û parçekirina Kurdistanê vedigerîne" Pêwiste Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî piştgiriya berxwedan rojava bike û destkeftiyên kurdan bi parêze yan ewê ji aliyê mirovahiyê ve neyê efûkirin. Şikakî bi tundî êrişên ser saziyên Kurdan yên weke KNK, DÎHA, Roja Welat û RJAK û Gencanê Welat Parêz şermezar kir.

(oî/lg)