1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Dema çete derbasî Şengalê bûn Barzanî li ku bû’
‘Dema çete derbasî Şengalê bûn Barzanî li ku bû’,dema,çete,derbasî,şengalê,bûn,barzanî,li,ku,bû

‘Dema çete derbasî Şengalê bûn Barzanî li ku bû’

A+ A-

EFRÎN – Rêveber û endamên saziyên li Efrînê daxuyaniyên Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî şermezar kirin û got: “Dema çete derbasî Şengalê bûn, Barzanî li ku bû?”

Rêveber û endamên saziyên li Efrînê derbarê daxuyaniyên Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî yên wekî, “Bila PKK ji Şengalê derkeve, Erdogan doza kurdan baş nas dike” ji ANHA’yê re axivîn û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Komînan Midewer Umer anî ziman ku siyaseta Serokê PDK’ê bin keyite û xwe spartiye Erdogan.

Umer li ser gotina Barzanî ya wekî, “Erdogan doza kurdan baş nas dike” wiha got: “Ne Erdogan û ne jî Barzanî doza kurdî nas dikin.”

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Komînan Nebîha Mosko jî wiha axivî: “Barzanî dibêje bila PKK ji Şengalê derkeve. Lê dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî Şengalê bûn, gelo Barzanî li ku derê bû? Hêzên wî li kurderê bûn dema Şengal hat rizgarkirin.”

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Meryem Henan jî got ku AKP li Bakûrê Kurdistanê jin, zarok û pîran qetil dike, çekên giran li hemberî sivîlan bikar tîne pirsa, “kujerê kurdan çawa doza kurdî nas dike?” kir.

(bb/a)

ANHA