Dema şaredarî ya BDP’ê be!
Wezareta Bazirganiyê piştî ku Wan bû xwedî statuya Bajarê Mezin, Deriyê Sînor ê Kapikoy ê navbera Tirkiye-Îranê radestî Midûriyeta Gumrukê kir
OKTAY CANDEMİR - WAN 02.05.2014 10:00:45 Deriyê Sînor ê Kapikoy ê navbera Tirkiye-Îranê, piştî ku Wan bû xwedî statuya Bajarê Mezin, ket nava qada erkê ya Şaredariya Seravê ya BDP'yî. Lê Wezareta Bazirganiyê li ser daxwaza qeymeqamtiya Seravê deriyê sînor radestî Midûriyeta Gumrukê kir. Hevseroka Seravê Zîlan Aldatmaz diyar kir ku bikaranîna û xebatindana deriyê sînor aydê şaredariyê ye û got dê mijarê bibin darazê.
Li Navenda Bazirganiya Sînorê Kapikoy ku bi îdiya ku ‘rêxistina terorê ji vir hatinê bidest dixe’ hate astengkirin, pirsgirêkên wê bi dawî nabin. Deriyê sînor berê jî bi zextê li ser welatiyên ku li wir bazirganiyê dikin di rojevêde bû. ligel daxwaza gelê Wanê û hemû gelÊ herêmê destur nayê dayîn ku bi awayî azad bazirganî bê kirin û piştî Wan bû şaredariya mezin şûnde di 30’ê Adarê de deriyê sînor kebet bin kontrola Şaredariya Seravê (Saray). Paqijiya deriyê sînor ji aliyê şaredariya Sarayê ve tê kirin û hemû hatina dukan û kantarên derî aydê şaredariyê ne. hemû hatin di 15’ê nîsanê de dewrê şaredariyê hat kirin. Lê li ser daxwaza qeymeqamtiya Srayê wezareta Bazirganî û Sanayiyê li dijî mevzuata qanûnî deriyê sînor dewrê Midûriyeta Gumrukê kir. hevseroka şaredariya Seravê Zîlan Aldatmaz diyar kir ku dê mijarê bibin darazê û ji bo dîsa dewrê wan bê kirin dê serî li her rê bidin.
Aldatmaz da zanîn ku her tiştê deriyê sînor aydê şaredariyê ye û wiha got: “Di qanûna şaredariyê de deriyên sînor û lîman girêdayê Îdareya Taybet bû. Lê bi guherîna qanûnê êdî aydê şaredariyan e. Ji ber vê jî her tiştê Deriyê Sînor yê Kapikoy aydê şaredariyê bû. lê li ser daxwaza qeymeqamtiyê wezaretê bazirganiyê dewrê Midûriyeta Gumrukê kir. yanî ev tê vê wateyê emê çopa wir paqij bikin lê dahatuya wê dê biçe ji wezaretê re.
Li wir zehmetiyê mezin tên kişandin. Berê jî bi hinceta ku ‘li wir ji terorê re alîkarî tê kirin’ derî hat girtin. Dukanên aydê şaredariyê li wir hene. Her tişt aydê şaredariyê ye. Wezareta Bazirganiyê tenê dikare bi bazirganiya ku tê kirin re eleqeder bibe. mevzuat wisa dibêje. Emê heta dawî têbikoşin. Çi pêwistbe emê bikin.”