Demirtaş AKP Tawanbar Kir
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî pêvajoya bêçalaktiyê ya di 13'ê tebaxê de dest pê kir û ji ber hikûmetê gav neavêtin ber bi dawîbûnê ve diçe nirxand û wiha got: "AKP'ê ji bo ev pêvajo bi dawî bibe ya ji destê wê hat kir. Niha bajarên herêmê wekî barutê ne. Em ji ber vê yekê gelek bi guman in. Gelê kurd dê bi înîsiyatîfa xew pirsgirêkên xwe çareser bike."
Piştî daxuyaniya KCK'ê ya "Ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên înkar û îmhayê wateya pêvajoyê xisalbûye. Helwesta AKP'ê ji bo pêvajoya bêçalaktiyê bi dawî bibe rolek mezin lîst" siyasetmedarên kurd ji bo biryarê bi nirxînin li Amedê kombûn. Endamên MYK'ê yên BDP'ê serê sibê li avahiya BDP'ê ya Yenîşehîrê di bin serokatiya Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak civiyan. MYK'a BDP'ê bi rojevên hilbijartin û bêçalaktiyê kombûn û piştî KCK'ê daxuyanî da li Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi daxuyaniyekê endama civîna MYK'ê aşkera kirin. Demîrtaş, axaftina xwe bi sersaxiya Erbakan dest pê kir. Demirtaş, bal kişand ser pêvajoya 28'ê Sibatê û encamên wê.
'AKP tu cara di mijara aştiyê de samîm nebû'
Demîrtaş, biryara KCK'ê ya pêvajoya bêçalaktiyê bi dawîkirnê nirxand û wiha got: "Di daxuyaniyê de xuya dike ku êdî pêvajo ji bo wan tu wateya wê nemaye û êdî hemû tişt girêdayî helwesta hikûmetê ye. Em çend mehe em balê dikşînin ser vê yekê. Em di hemû daxuyaniyên xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û ji bo ev yêk bê paratin gav bên avêtin. AKP di 8 salên xwe de tu caran ji bo aştiyê samîm nebûn e. Tenê ji bo dengên xwe zêde bibin bingeh amadekirin. Ev yekê bê wijdaniye. Li hemberî civaka Tirkiyeyê dûrutiye."
'AKP ji bo agirbest bi dawî bibe û rageşiyan derbixe ya ji destê wan hat kirin'
Demîrtaş, da zanîn ku heke AKP'ê xwastiba dê pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane çareser kiriba. Demîrtaş, bilêv kir ku hikûmetê hemû derfet ji bo berjevendiyên xwe bikaranîn û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê cihê gavên li ber çav bavêje êrîş li BDP'ê kirin. Bi daxuyaniyên provakatîf, îtîrafan û heqaret helwest nîşandan. Ji ber vê yekê heke niyeta wan ya çareseriyê heba dê heta meha hezîranê dê pirsgirêka kurd çareser kiriban. 6 mehên dawî derfetên wê hebûn. Cihê AKP vê pêvajoyê binirxîne ji bo agirbestê bi dawî bidike ya ji destê wan hat kirin."
'Gelê kurd, dê bi înîsiyatîfa xwe çareseriyê bi afirîne'
Demîrtaş, destnîşan kir ku wan gelek caran bi lêv kiriye ku AKP nikare pirsgirêkê çareser bike û ancax gel dikare bi destê xwe çareserya xwe bi afirîne. Demîrtaş, got ku gelê kurd dê bi vî avayî bi înîsiyatîfa xwe pirsgirêkê çareser bike û wiha domand: "Gelê kurd ev 20 sal in, bi hêza xwe têkoşîna xwe dide meşandin. Lazime hêzên demokratêk jî piştgriyê bidin têkoşîna kurdan." Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe balkişand ser rûdanên li Rojhilata Navîn got, "Qedafî û Mubarekê me jî Erdogan e"
'Herem wekî barûd û agir e'
Demîrtaş, pişter pirsên rojnamevanan bersivand û wiha pêde çû: "Piştî agirbest hate îlankirin, heta niha serokwezîr daxuyaniyek jî neda. Cidî nêzî pêvajoyê nebûn. Eger hêza gel derkeve holê hikûmet belkî gav biavêje. Em bang li hikûmetê dikin. Bila êdî ewladên vî welatî nemirin. Tişta dikeve ser we bikin. Tu kes nikare kurdan çi jiyiye. Herem niha wekî barûd û agire. Em ji ber vê di nava fikaran de ne."
(ft/lg)