1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demirtaş: Amed mîna Hemayê bû
Demirtaş: Amed mîna Hemayê bû,demirtaş,amed,mîna,hemayê,bû

Demirtaş: Amed mîna Hemayê bû

Demîrtaş: Geşedanên li kolanên Amedê pêk hatin wekî yên Hamayê bûn

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî kampa 3 rojan a li Mêrdînê nirxandin kirin û diyar kir ku şîdeta li kolanên Amedê pêk hatin wekî geşedanên li bajarê Hama yê Suriyeyê ne. Demîrtaş, anî ziman ku sekna gelê kurd faşîzm têk bir û wiha got: "Niha hemû cîhan dizane ku gelê kurd azadiya Rêberê xwe dixwaze. Azadiya Birêz Ocalan tê xwestin. Ez ji wan rebenan re dibêjin wan ev yek da rawestandin? Çi asteng kirin? Li hemberî daxwazên rewa cop, gaz û panzerên we çiqas reben bûn. Êdî faşîzm li ser vê axê têkçûye."

Hevserokên Giştî yên BDP'ê û parlementerên BDP'ê di navbera 17-18-19'ê tîrmehê de li Otela Erdoba ya Mêrdînê 3 rojan ketin kampê. Prof.Dr. Buşra Ersanli ya ku demek berê ji girtîgehê derket jî tev lê bû. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî nirxandinên kampê bi tevlîbûna hemû wekîlan civîna çapemeniyê li dar xist. Demîrtaş, diyar kir ku wan 3 rojan hem xwe, hem partiya xwe û hem jî blok nirxandin û Tirkiye ji rejîma AKP'ê re mecbûr nîn e. Demîrtaş, anî ziman ku bajarê Mêrdînê bi kurd, erep, suryanî û tirk bi hev re dijîn. Demîrtaş, da zanîn ku bloka wan pêk anî jî weke bajarê Mêrdînê hemû cudahiya di nav xwe de hewine û wiha got: "Niha kesên Mêrdînê di nava dilê xwe de hîs nekin ji Mêrdînê re tu tiştî nakin û tevkariyê nadin Mêrdînê. 3 rojin em bi hevalên xwe re li vir in. Serokê giştî yê AKP'ê çi cihê diçê şaredariyên BDP'î rexne dike. Ez li vir bang li wan dikim. Şaredariya Mêrdînê di destê we de ye. Werin kolanên Mêrdînê bigerin. Rewşa esnafê Mêrdînê bipirsin. Bi salane ji Mêrdînê re tu tişt nehatiye kirin. Esnaf perîşan e. Pereyê ji Mêrdînê re tê şandin bi nifusê re weke hev e. Ji tu aliyê Tirkiyeyê re nehatiye şandin." Demîrtaş, bilêv kir ku xebata di nava 20 rojan de bi dawî bibe bi mehan berdewam dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çima? Ji ber ku perer gelek e. Nizanin dê çawa bixin. Şaredariyên me yên Qoser û Nisêbînê hene. Ez li vir îdîa dikim. Bila wan karan teslîmî navçeyên me bikin. Dê di nava 15 rojan de bi dawî bikin. Bi nîva pereyê we xerç dikinê dê van xebatan xelas bikin. Gelo rezaletiyekî wisa heye?"

'Hemû kes li hemberî helwesta faşîzan di îsyanê de ye'

Demîrtaş, destnîşan kir ku li Girtîgeha Mêrdînê bûyerek pêk hate û berê jî gelek caran li ber girtîgehê daxuyanî dan. Demîrtaş, diyar kir ku li girtîgehan êdî mirov nikarin bijîn. Demîrtaş, anî ziman ku li odeyên 18 kesan 30-40 kes dibimînin û 24 saetan îşkence tê kirin û wiha axivî: "Li wir mirov najîn. Li Rihayê 13 kes hatin qetilkirin. Bi destê dewlatê hatin qetilkirin. Di hemû girtîgehan de êdî îsyan derdikevin. Wezareta Dadê bi TOKÎ'yê re ji bo girtîgehên nû bên çêkirin peymanan dike. Lê napirsin çima ev mirov li vir in. Darizandin, hiqûq û dadgeha tunene dil hatine girtin. Bi raman serdema navîn girtîgehan hatine dargirtin. Ji ber rewşa hundir na kesên dil hatin girtin ji ber rewşa derve serî hildidin. Dest ji rewşa xwe berdan. Dibêjin 'Em dê ji bo gelê xwe xwe fida bikin û ji vê yekê re jî em amade ne' Ji ber ku derve zilmê li gelê me dikin bedenên xwe didin ber agir. Koguşan didin ber agir. Ya herî dawî li Girtîgeha Mêrdînê çêbû ew e. Hemû kes li hemb erî helwesta faşîzan di îsyanê de ye. Lê em li hemberî hikûmeta vê yekê fêm nake ye."

'Tiştên li Amedê pêk hatin wekî yên Hamayê bûn'

Demîrtaş wiha bang li Erdogan kir: "Ramana Esad weke ramana te ye. Kesê li hemberî gelê xwe zilmê dikin û polîtîakayên dilgirtin dide meşandin û li kolanan îşkenceyê dike tu yî." û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji me re tu cudahiya te ji ya Esad tuneye. Esad jî kujer e tu jî kujer î. Ya we li Roboskiyê kir ji Hama yê cuda nîn e. Îşkenceya hefteya borî li kolanên Amedê we pêk anîn ji Hamayê cuda nîn in. Ji kolanên Suriyeyê cuda nîn in. Gelo hikûmet di ferqa vê yekê de nîn e? Di ferqê de ye. Hemû gel li hemberî polîtîkayên faşîzan ên hikûmeta AKP'ê li ser piyan e û hemû cîhan jî vê yekê dibîne."

'Werin 2 rojan di nava BDP'ê de bixebitin ka qanalên siyastê vekirine'

Demîrtaş, ji kesên dibêjin re "Li Tirkiyeyê qanalên siyaset vekirine, qanalên demokratîk vekirine" wiha bang kir: "Werin 2 rojan di nav BDP'ê de xebatan bikin ka qanal vekirîne. Em hemû qanalan bi têkoşîna gelê xwe re vedikin. Tu qanal tunene. Vîna Mêrdînê hilbijart di nava car diwaran de ye. Lê Şaredarê Mêrdînê bi xwarina pere re meşgul e. Li holê tu qanalên demokrastîk tunene. Em ji bo vê yekê bedalan dikin. Gelek ji bo vê yekê bedel didin. Em ji bo xwîn nerije û pirsgirêk bi qanalên siyasî bên çareserkirin dixebitin."

'Li hemberî tezgehên îşkenceyê berxwedana gel'

Demîrtaş, anî ziman ku ramana li hemberî wan di şer de israr dike û wiha pê de çû: "Ev polîtîkayên şer dê hêj biçe felaketê û ji ber vê yekê em pozîsyona xwe di parêzên. Heke hikûmet dê her roj li kolanan îşkenceyê li gel bike. Tenê kurd na li hemberî hemû kesên azadiyê dixwazin vê yekê dikin. Kî ji bo maf û hiqûqê der bikev kolanan rastî gaz, cop û panzerên AKP'ê tên. Li aliyekî îşkence û tezgahên faşîzm li aliyê din berxwedana gel heye. Em ji ber vê yekê bi hêvî û heycan in. Helwesta berxwedanê ya derket holê 'em teslîm nabin û serî natewînin' e."

Demîrtaş, da zanîn ku ji bo encamên mitîgana 14'ê tîrmehê dernekevin holê zilm û faşîmz pêk hat û wiha axaftina xwe domand: "Çima asteng nekirin. Gelê kurd û dostên kurdan hemû daxwazê xwe ji cîhanê re ragihandin. Gelê Amedê li hemberî faşîzmê berxwe da. Niha hemû cîhan dizane ku gelê kurd azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwaze. Azadiya Birêz Ocalan tê xwestin. Ez ji wan rebenan re dibêjin wan ev yekê da rawestandin? Çi asteng kirin? Li hemberî daxwazên rewa cop, gaz û panzerên we çiqas reben bûn. Êdî faşîzm li ser vê axê têkçûye. Êdî hûn baş dizanin ku ev axa Kurdistan e. We bi rebentiya xwe, bi 20 hezar polîs, bi sedan panzer, TOMA û copan hewlida vê yekê veşêrin. Lê we nekarî. Ji ber vê yekê ji bo rebentiya xwe veşêrin dest bi heqaretan kirin. Êdî em di demek din de ne. Ramana dagirker li ser vê erdnîgariyê metîngeriyê nake. Ji me re pêkanîn koletiyê nake. Deriyên girtîgehan AKP na em dê vebikin. Aştiyê AKP na em dê bînin. Ji AKP'ê hevîbûn xwe xapandin e."

(bd/mae)