1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demirtaş: Ocalan banga vekişîna bêçek nekiriye
Demirtaş: Ocalan banga vekişîna bêçek nekiriye,demirtaş,ocalan,banga,vekişîna,bêçek,nekiriye

Demirtaş: Ocalan banga vekişîna bêçek nekiriye

“Birêz Ocalan dê derbarê mijarê de nameyekê bişîne. Heta wê demê jî divê tiştên têne nivîsandin neyên guhdarkirin.”

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demirtaş ku duh çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku Ocalan ji bo gerîla bangek wekî “vekişîna bêçek” nekiriye û got, “Birêz Ocalan dê derbarê mijarê de nameyekê bişîne. Heta wê demê jî divê tiştên têne nivîsandin neyên guhdarkirin.” Demîrtaş, anî ziman ku Ocalan ji bo komîsyona aqilmendan û komîsyona ku dê li meclîsê bê avakirin jî gotiye, “Tişta girîng ew e ku têne avakirin. Piştre naveroka wan bê bihêzkirin.” Ocalan ji bo Elewiyan jî got ku wekî heta niha, dê ji niha û pê de jî têkoşînê bidomîne.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, tevlî bernameya nûçeyan a Nûçe TV bû û derbarê hevdîtina ku duh li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk aniye de agahî da.

Selahattîn Demîrtaş, destnîşan kir ku Ocalan gelekî bi moral bû û ev tişt gotin: “Ji bilî ava ku çavên wî tê pirsgirêka wî ya tenduristiyê tune ye. Gelekî bi moral û heyecan bû. Gelek silavên wî ji jinan, ciwanan, gel û hemû kesî re hene. Silav û rêzdariyên xwe şandin. Destnîşan kir ku dê heta nefesa xwe ya dawî jî têkoşîna xwe bidomîne. Bi taybetî got ku divê roja rojbûna wî wekî rojbûna gelekî bê fêmkirin.”

HAY JI GEŞEDANAN HEYE

Demîrtaş, bal kişand ku Ocaln li ser geşedanên siyasî gelekî hakim e, dizane, bûyeran di heman demê de bi girtiyên din ên li Îmraliyê re nîqaş dike. Demîrtaş anî ziman ku Ocalan gotiye ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê di nava hewldanan de ye.

‘KOMÎSYON NE LI GORÎ DAXWAZÊ YE LÊ AVAKIRINA WÊ GIRÎNG E’

Demîrtaş, da zanîn ku Ocalan nîqaşên derbarê Komîsyona Aqilmedan de şopandine wiha dom kir: “Me jî berê derbarê vê komîsyonê de xebat meşandibûn. Ji derdorên cuda ji bo me jî nav hatibûn. Me ev mijar bi Birêz Ocalan re parve kir. Her wiha me ji hikûmetê re jî çend pêşniyar kiribûn. Navên ku em li bendê bûn gelek ji wan di komîsyonê de cîh negirtin, lê divê ev komîsyon hîtabî wijdana hemû civakê bike. Tişta girîng ewe ku komîsyon hatiye avakirin. Birêz Ocalan jî avakirina komîsyonê girîng dibîne. Lê her ku xebat pêş ve diçin dibe ku yên nû tevlî bibin, kesên ku bêne guhertin jî hebin. Belkî hinek nav mirov acik bikin, lê ya girîng ew e ku tevkariya civakî zêde bibe û astengî ji holê bêne rakirin. Lîsteyek em zêde qebûl dikin nîn e, lê redkirina wê jî xelet e. Divê bi rexneyan naveroka wê bê tijekirin.”

‘ EMÊ BI TÊKOŞÎNÊ KÊMASIYAN JI HOLÊ RAKIN’

Demîrtaş, derbarê komîsyona ku dê li parlamentoyê bê avakirin de jî ev tişt anîn ziman: “Avakirina wê girîng e. Birêz Ocalan jî bi israr ev di anî ziman. Lê zimanê hinceta avakirina komîsyonê xelet e. Li holê pirsgirêka terorê tune ye, em tevlî wê nabin. Me berê jî qebûl nekir û niha jî qebûl nakin.” Demîrtaş, bal kişand ku belkî di warê komîsyonan de hinek kêmasî hebin, lê pêşxistina pêvajoyê û têkoşîna di vê mijarê de peywîra wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan di peyama xwe ya Newrozê de li ser vê mijarê rawestiya bû. Bi taybetî gotibû ku ev destpêka têkoşîna demokratîk e, pêvajoyke nû ye. Nêzîkahiyên wekî ku AKP pirsgirêkê çareser dike û partiyek şoreşger e xelet e. Divê herkes zanibe ku ev bi têkoşînê mumkun e û em mecbûr in ku têkoşînê bi hevre bilind bikin. Pêwîste birêxistinkirin û çalakiyên demokratîk bêne pêşxistin. Nêzîkahiya Birêz Ocalan ev e.”

‘BIRYARA VEKIŞÎNA BÊÇEK TUNE YE BIRÊZ OCALAN WÊ NAMEYÊ BIŞÎNE’

Derbarê paşvekişîna bêçek a derveyî sînor a gerîlayan de ku di rojên dawî de di çapemeniya Tirk de gelekî cîh digire û tê îdîakirin Ocalan bangek wiha kiriye jî, Demîrtaş, da zanîn ku tiştekî wisa tuneye. Demîrtaş, têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Derbarê paşvekişandinê de tiştekî zilal tune ye. Birêz Ocalan tiştekî wisa negotiye û ne ragihandiye. Lê Birêz Ocalan got ku ewê nameyekê bişîne. Name wê heta rojek 2 rojan bigihîje destê me. Heta ku ev name negihîje cihê xwe û bersiv neyê, mirov nikare tiştekê bêje û bêje jî xelet e. Biryarek wisa tune ye, lewre nûçeyê têkildarî mijarê di çapemeniya Tirk de derdikevin xelet in. Belki rêveberiya KCK’ê piştre daxuyaniyekê bide, lê biryareke wekî vekişîna bêçek tuneye, bangek wisa nîn e.”

‘BIRÊZ OCALAN DIXWAZE PÊVAJOYÊ PÊŞ BIXE’

Demîrtaş, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoyê di nava hewldanek pir mezin de ye û wiha dom kir: “Hemû alternatîfan dinirxîne. Hewl dide ku pozîsyonek ku dê pêvajoyê pêş bixe bi afirîne. Lê dibêje ku herkes hemû berpirsyariyê ji wî re dihêle û vê yekê jî wekî neheqiyekê dinirxîne.”

‘DIVÊ HEMÛ KES LI HEMBERÎ BIRÊZ OCALAN RÊZDAR BE’

Demîrtaş, da zanîn ku Ocalan di odeyek 12 metrekareyî de dimîne, lewre divê hemû kes tevkariyê bide wiha pê de çû: “Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku evqas kedê dide û di nava hewldanan de ye, divê hemû kes rêzdar bin. Aliyê kurd bi pratîka xwe nîşan daye ku ji bo aştiyê amade ye. Lewre divê hikûmet û çapemenî jî vê hewldana Birêz Ocalan bibînin, wisa bibînin û li hemberî wî rêzdar bin.”

‘TÊKOŞÎNA JI BO ELEWIYAN WÊ BI HEMÛ HÊZA XWE BIDOME’

Li ser nîqaşên derbarê Elewiyan de ku piştî peyama Ocalan a di Newrozê de hatiye xwendin destpê kiribûn û hatibû îdîakirin ku Elewî bi tenê hatine hiştin, Demîrtaş, destnîşan kir ku Ocalan ev nîqaş şopandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan bi taybetî silav û heskirinên xwe ji Elewiyan re şandin. Got ku hemû elewiyan peyam bi wî rengî fêm nekiriye, lê ew naxwaze ku yek kes jî şaş fêm bike. Diyar kir li hemberî çanda elewiyan rêzdariyek wî ya gelekî mezin heye û ji bo komkujiyên biserê elewiyan de hatine têkoşînek mezin daye. Birêz Ocalan anî ziman ku li hemberî binpêkirineke pir biçûk jî dê têkoşîna xwe bidomîne. Xwest ku tu kes guh nede propagandayên reşkrinê û got ku wekî heta niha dê ji niha û pê de jî têkoşîna ji bo elewiyan bidomîne.”

Demîrtaş, got ku Ocalan ji hemû jinan re yek bi yek, ji hemû kadroyan re, girtiyan re û bi taybetî ji parêzerên xwe yên girtî re silavên xwe yên gerim şandine.