Demirtaş: Rojeva veşarî ya AKP’ê heye
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku hikûmeta AKP’ê ji bo makeqanûna nû xwedî rojevek veşartî ye
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ragihand ku hikûmeta AKP’ê ji bo makeqanûna nû xwedî rojevek nepenî (veşartî) ye û got; “Sîstema serokatiyê li şert û mercên Tirkiyeyê nayê, ger modelek wiha bi ferasetek wek a AKP’ê bê pêkanîn, dê welat ber bi dîkdatoriyê ve bibe.”
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û hinceta “Dê Mûrat Karayilan jî bibe parlementer” a ku AKP’ê ji bo astengkirina formula çareseriya pirsgirêka parlementerên girtî anî rojevê rexne kir. Demîrtaş bal kişand ser gotina Erdogan a “Yek ol” û diyar kir ku ev gotin tiştên di bin hişê wî de daye aşkerekirin.
Demîrtaş der barê serdanên BDP’ê yên li DYA’yêd e jî agahî da û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di pirsgirêka Kurd de bi awayeke yek alî agahî dida, ev serdana ji bo ji holê rakirina van dezenformasyonan erênî bû.
Hevserokê BDP’ê Demîrtaş diyar kir ku ji bo makeqanûna rojevek veşarî ya AKP’ê heye û got; “6-7 meh in daxwazên ji bo makeqanûnê tên gotûbêjkirin. Lê AKP, ji bilî sîstema serokatiyê û xetên xwe yên sor tiştek din nabêje. Ango, der barê makeqanûnê de qet naaxivin û reng nadin. Ev yek mirov dudil dike û dixe nava fikaran. Her tim rojevek a AKP’ê ya ji bo makeqanûnê heye. Hesabek wê ya dizîkî heye. Em dibêjin em êdî binivîsin, sîstema serokatiyê tîne rojevê. Gelo ev makeqanûn dê bikin qûrbana sîstema serokatiyê? Rojevek wiha ya Tirkiyeyê tune ye, em sîstema serokatiyê naynin rojeva xwe. Sîstema serokatiyê li şert û mercên Tirkiyeyê nayê, ger modelek wiha bi ferasetek wek a AKP’ê bê pêkanîn, dê welat ber bi dîkdatoriyê ve bibe.
Berdevkên AKP’ê pêşî bi awayek erênî li meseleya parlementerên girtî nêrîn. Lê dîsa çûn ji patronê xwe pirsîn, patron jî got “ev yek nabe”. Ji berk u dema Serokwezîr got “çêdibe”, çêdibe, gava got çênabe “çênabe”. Qendîlê ji xwe re dikin hincet û dixwazin rojevê biguherînin, xwe li derve bihêlin, ev xelet e. Jixwe ne ji bo Qenbdîlê rêya parlementeriyê tê vekirin û ne jî tu xwesteka Qendîlê ya wiha tune ye. Ger bibin jî, li benda wê qanûnê namînin, dê bibin parlementer. Ger tu ji bo vê pirsgirêkê li çarseriyê bigerî, gelo mafê Qendîl ê siysetê tune ye?Ger tu li çareseriyê digerî, gelo dê ev mirov heta qiyametê li Qendîlê bin?
Li welatekî parastina “yek ol” nayê qebûlkirin. Her çendî bêjin “ziman neqelibî”, lê ev yek titşên di bin hiş de aşkere dike. “
ANF NEWS AGENCY