1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Demokrasiya Rojava dê bibe mînak"
"Demokrasiya Rojava dê bibe mînak",demokrasiya,rojava,dê,bibe,mînak

"Demokrasiya Rojava dê bibe mînak"

A+ A-

BERLÎN 19.09.2013 - ANF Li hemberî daxuyaniya Hikûmeta Federal a Elman a digot, "Di destê me de ti delîl nîne ku nîşan bide Tirkiye û çeteyên El Qaîdeyê hevkariyê dikin" parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşan da û got, "Hikûmeta Merkel, di çarçoveya dilsoziya tifaqa bi hevkarê xwe yê NATO'yê re, delîlan ji nedîtî ve tê." Jelpke destnîşan kir ku têgihiştina demokrasiyê ya li Rojava hatiye afirandin, dê ji bo Sûriyê bibe mînak.

Hikûmeta Federal a Elman di dema bersivdayîna pêşniyarpirsên parlamentên Partiya Çep ên li ser Rojava de îdîa kir ku, di destê hikûmetê de ti delîl nîne ku nîşan bide Tirkiye û çeteyên El Qaîde hevkariyê dikin. Hikûmeta Elman ku bersiv neda gelek pirsan, PYD û YPG jî bi "bikaranîna dijwariyê" tewanbar kiribû.

Berdevka Polîtîkaya Karên Hundir a Koma Meclîsê ya Partiya Çep Ûlla Jelpke, ku ji pêşniyarpirsê re pêşengî dikir, bi awayekî tund ev helwesta hikûmetê rexne kir. Jelpke diyar kir ku gelek belge li holê hene ku hevkariya hikûmeta AKP'ê û çeteyên El Nûsra radixe ber çavan û ev rexne kir.

"Hikûmeta Federal, di çarçoveya dilsoziya tifaqa bi hevkarê xwe yê NATO'yê re, delîlên hevkariya hikûmeta Tirk û çeteyên El Qaîde yên cîhadîst, ji nedîtî ve tê. Di şûna vê de, hêzên parastina cewherî ya Kurd ku gelê sivîl ji êrîşên şervanên cîhadîst diparêze, reş dike. DYE bi xwe jî mukir hatibû ku Eniya El Nûsra li dijî Kurdên sivîl komkujî kiriye. Hikûmet îdîa dike ku agahiyên ku van komkujiyan piştrast dike, di destê wê de nîne.

PYD ya ku ji aliyê Hikûmeta Federal ve li lîsteya "komên radîkal" hatiye bicihkirin, helwesteke ku hemû komên etnîk û olî di rêveberiyeke cewherî de cih bigire, nîşan dide."

Jelpke da xuyakirin ku ew di nava 10 salên dawî de gelek caran çûye serdana Rojava û got, "Bi sempatiyeke mezin li hewldanên mirovên li wê derê temaşe dikim ku dixwazin xwe birêve bibin û civakeke demokratîk ava bikin. Demokrasiya li Rojava derketiye holê, dê ji bo Sûriyeya nû û welatên din ên Rojhilata Navîn bibe mînak."