1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Bila pêvajo ji nû ve bidome
Demîrtaş: Bila pêvajo ji nû ve bidome,demîrtaş,bila,pêvajo,ji,nû,ve,bidome

Demîrtaş: Bila pêvajo ji nû ve bidome

“Em ji bo muxalefeteke xurt amade ne. Kadroyên me ji bo rêveberina Tirkiyeyê amade ne. Lê tablo destûrê nade vê yekê”

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê pirsên rojnamgeran bersivand nirxandina “Em ji bo muxalefeteke xurt amade ne. Kadroyên me ji bo rêveberina Tirkiyeyê amade ne. Lê tablo destûrê nade vê yekê” kir. Di mijara çekberdanê de jî Demîrtaş got ku muxatab ne ew in, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke vê yekê pir dixwazin bila ji bo çûyîn giravê destûrê bidin. Pêvajo ji nûve li cihê ku maye bidome.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya ku bikeve civîna bi namzetên partiya xwe ya li ÎMO’yê pêk tê pirsên rajnamgeran bersivand.

Demîrtaş got ku di encama hilbijartinê de ferq dikin ku gel û hilbijêran çi berpirsyarî xistiye ser milên wan û ew jî bi vî bihistiyariyê civîn û nîqaşên xwe didomînin û wiha axivî: “Ev ne ji ber dijberiya me ya Erdogan û AKP’ê ye. Dijberiya me ya şexsî li dijî Erdogan tuneye. Tenê em nêzîkatiyên wî yên binpêkirina makeqanûnê rexne dikin. Heta ku ev bidomîn jî em ê rexneyên xwe bidomînin. Ji bo avakirina hikûmetê em ê hemû hewldanên daxwaza aştiyê dikin û li ser esasên mafên mirovan piştgiriyê bidin.”

Demîrtaş têkîldarî hevdîtina di navbera Baykal û Erdogan de jî nirxandina “Serokomar dikare di çarçoveya payeya xwe de hevdîtinan pêk bîne, divê van nîqaşan malî parlamentoyê bikin” kir.

Demîrtaş ji bo nîqaşên li ser koalîsyonê jî îfadeyên “Em ji bo muxalefeteke xurt amade ne. Kadroyên mu ji bo rêveberina Tirkiyeyê amade ne, lê tablo ji bo vê yekê destûrê nade” bi kar anî.

Demîrtaş got ku ew nêzîkatiyên MHP’ê ku heqeret li HDP’ê dike qebûl nakin û yên ku qala îdareya neteweyî dikin divî li hemberî îdareya gel rêzdar bin.

Dêmîrtaş têkîldarî pêvajoya çareseriyê jî nirxandina “Ji bo çûyîna Girava Îmraliyê hevalên me dê serlêdanê bikin. Divê hevalên me bi lez biçin Îmraliyê û pêvajo jinûve bidome” kir.

Demîrtaş ji bo nirxandinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê têkîldarî pêvajoya çareseriyê û wiha axivî: “Berpirsyariyên me hene em di ferqa vê yekê de ne ev yek alî nînin. Hikûmet gelo di ferqa berpirsyariya xwe de ye? Beriya hilbijartinê gotinên ‘li holê mase tuneye, mutabaqata ji 10 madeyan pêk tê nas nakim, pirsgirêka kurd tuneye’ ma web i kar neanî? Ji bo ku pêvajoya çareseriyê careke din bidomê ji van gotinan paşve vegerin.”

Demîrtaş têkîldarî çekberdana PKK’ê de jî destnîşan kir muxatab ne ew in, banga çekberdanê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare bike û nirxandina “Heke vêyekê pir dixwazin destûrê bidin bila heyeta me biçe Girava Îmraliyê. Pêvajo ji nû ve li cihê ku maye bidome” kir.

Dê detay bên…

(sa)