1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye
Demîrtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye,demîrtaş,biryara,xwerêveberiyê,rewa,ye

Demîrtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ALÎ BARIŞ KÛRT/ANF Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku AKP bi polîtîkaya şer re nikare encamekê bi dest bixe û diyar kir ku biryara gel a xwerêveberiyê, rewa ye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, polîtîkaya şer a AKP'ê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara gel a xwerêvebirinê û hilbijartineke gengaz a pêşwext ji ANF'ê re nirxand.

'AKP BI POLÎTÎKAYA ŞER RE XWE DIQEDÎNE'

Demîrtaş da xuyakirin ku AKP mîna lîstikeke şer planeke şer kiriye û dixwaze vî şerî di asta ku xizmetê jê re bike de, rabigire. Demîrtaş got, "Ji bo meşandina şerekî topyekûn, tinekirineke topyekûn ne hêz û ne jî vîna AKP'ê heye. Ji ber ku bi vê dizane, dixwaze şer di asta ku xizmetê jê re bike de bihêle. Lê belê ev şerê ku plan kiriye, li kolanan encameke jê dixwaze, nabîne."

Demîrtaş destnîşan kir ku ev şerê ji aliyê AKP'ê ve hatiye plankirin, di warî siyasî de AKP'ê diqedîne û got, "Ev şerê AKP'ê ne li hundir, ne li derve, ne jî di wijdanê civakê de rewabûna xwe heye. Di her saet, her roja di vê polîtîkaya şer a têkçûyî de israr dikin, xwe bi xwe diqedînin."

'AKP'Ê ŞER DA DESTPÊKIRIN, NE PKK'Ê'

Der barê berpirsyarê vî şerî de Demîrtaş ev nirxandin kir:

"Hikûmetê bi tinehesibandina Mutabaqata Dolmabahçeyê re, bi qelibandina maseya muzakereyê re mesajeke cidî da ku amadekariya şer dike. Beriya wê jî di pêvajoya çareseriyê de kalekol, gelek rê û bendavên ji bo armancên leşkerî çêkir. Ev hemû siyaseta amadekirina şerekî nû bû. Lê belê înkarkirina Dolmabahçeyê û qelibandina maseyê êdî dihat wateya îlana şer. AKP'ê bi derxistina 'paketa ewlekariyê', 'qanûna ewlekariyê' yên beriya hilbijartinê re, li dijî tevahiya civakê şer îlan kir. Naxwe, şer ji ber qetilkirina 2 polîsên li Serêkaniyê derneketiye. Ne 2 polîs 2000 polîs bimirin jî ne xema AKP'ê ye. AKP ne partiyeke ku ji bo polîsan şer bide destpêkirin. Ji bo me qîmetê canekî bi tenê jî gelek e, lê ji bo wan bi sed hezaran polîs û leşker jî bimirin ne xem e. Ji bilî desthilatdariyê li tiştekî nafikirin. Ji ber vê yekê gotina, '2 polîs mirin, lewma AKP'ê dest bi şer kir' ne rast e û fêmnekirina mijarê ye. Lê belê di nava raya giştî ya neteweyî û navneteweyî de vê dispêre qetilkirina 2 polîsan. Yanî divê were zanîn, ku AKP ji bo amadekarî û biryardariya xwe ya şer binixumîne, vê yekê timî li derve û hundir bikar tîne û hewl dide şer rewa nîşan bide. Lewma bi dîtina min girîng e ku PKK di mijara Serêkaniyê de lêpirsînekê bide destpêkirin û encamên wê bi lez ji raya giştî re aşkera bike. PKK her tim weke rêxistineke, berpirsyariya çalakiya xwe hildigire ser milê xwe, gotina xwe bi cih tîne û ya dike jî dibêje, hat naskirin, tê naskirin. Ji bo ev mijar hemû li dîrokê werin nivîsandin, li gorî me daxuyaniyek bê dayîn wê erênî be."

'DIVÊ CIWAN DAXWAZA XWE YA JI BO NEÇÛNA LEŞKERIYÊ BILÊV BIKIN'

Demîrtaş ji bo têkoşîna aştiyê û pêşîgirtina li mirinan bal kişand ser girîngiya reda wijdanî û got, "Reda wijdanî di bernameya me ya hilbijartinê de heye, di bernameya partiya me de heye. Mirov, ciwan dikarin rabin bi awayekî komî yan jî yek bi yek mafê xwe yê ji bo reda wijdanî bilêv bikin. Daxwaza xwe ya ji bo neçûna lşekeriyê û pêkneanîna leşkeriyê, bilêv bikin. Dema ev deng zêde bibe, wê sekinandina şer û bidawîbûna leşkeriya ji neçarî bêhtir bikeve rojevê. Di vê mijarê de divê bi wêrekî tevbigerin."

'LI QADA NAVNETEWEYÎ DESTEK JI ŞERÊ AKP'Ê RE NAYÊ DAYÎN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin ku gelek welat û dewlet dibînin ku li Tirkiyeyê çi diqewimin û hevdîtinên xwe yên bi sefîrên bilind ên 26 welatên Yekîtiya Ewropayê, sefîrên DYA, Îngilîstan, Îran, hevdîtina bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re bibîr xist. Demîrtaş anî ziman ku ew ê di hefteya pêş de jî bi Serokkomarê Awûstûryayê re hevdîtinê bike, dûre biçe Belçîkayê, paşê li Elmanyayê hin hevdîtinan bike û got,"Li qada navneteweyî destek ji şer re nayê dayîn. Vê yekê dikarim bi awayekî zelal bilêv bikim."

'XWERÊVEBERÎ REWA YE; DIVÊ HURMET JÊ RE BÊ NÎŞANDAN'

Ji bo xwerêveberiyên li gelek herêmên Kurdistanê hatine ragihandin Hevserokê HDP'ê Demîrtaş ev nirxandin kir:

"Ji xwerêveberiya gel bêhtir tiştekî rewa nîne. Parçeyek ji bernameya partiya me ye. Ji xwe eger em were ser desthilatdariyê yan jî bi desthilatdariyê re muzakereyê bimeşînin, em ê ji bo modela rêveberiya siyasî ya Tirkiyeyê xweseriyê pêşniyar bikin. Lewma nerewa nîşandana daxwaza xweseriyê ya gel, li dijî bernameya partiya me ye. Cudahiya me ya di vir de ew e; divê çek neyê bikaranîn, şîdet nebe. Nêzîkatiya HDP'ê, lêgerîna HDP'ê ya çareseriyê li ser vê zemînê, li ser zemîna siyaseta demokratîk pêk tê. Ji ber vê yekê divê helwesta xweseriyê ya ji aliyê meclîsên gel ên sivîl ve hat nîşandan, weke beyana vîneke gel a rezdarî were dîtin. Eger meclîsên bajêr, rêxistinên civakî yên sivîl dixwazin alternatîfa demokratîk a saziyên hikûmetê ava bikin û rê û rêbazên çawaniya vê alternatîfê di emel de nîşan didin, divê mirov bi awayekî cidî lê guhdarî bikin. Yanî binçavkirin, girtin, kuştin bi kêr nayê. Ya kêrhatî ew e ku dengê gel were bihîstin û ji bo xurtkirina xwerêveberiyan nîqaş bên meşandin."

Demîrtaş da zanîn ku ev xwerêveberî beyana vîneke siyasî ye û got, "Em bi vî rengî fêm dikin û hurmetê nîşanî vê helwesta gel didin. Pêwîste hikûmet, Dewleta Komara Tirkiyeyê jî vê krîmînalîze nekin. Li şûna ku vê weke karekî cihêkariyê bîne ya rast, bi awayekî rast nêzîkbûn û rexnekirin e. Yanî eger kêmasiyên xwe hebe dikare were gotin 'Divê ne bi wî rengî be, bi vî rengî be'. Divê hikûmet karibe bêje, 'ev dever şaş e, ev dever kêm e'. Bi helwesteke êrîşkariyê bi helwesteke tinehesibandinê re pirsgirêk çareser nabe."

'HIKÛMET BI ZANEBÛN LI HEMBERÎ BIRÊZ OCALAN TECRÎDÊ DIMEŞÎNE'

Li ser tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Demîrtaş wiha axivî: "Li ber destê me agahiyêke şênber nîne ku hevdîtinek pê re hatiye kirin. Car carna tiştên bi vî rengî yên spekulatîf di çapemeniyê de tên weşandin. Li ser pêkhatina hevdîtinê, agahiyeke rû bi rû li cem me nîne. Hin rayedarên dewletê dibêjin ku wan hevdîtin kirine, lê belê me ev ji Birêz Ocalan nebihîst. Bi malbat, bi parêzer, bi kesî re nikare hevdîtinê bike. Di rewşeke bi vî rengî ya tecrîdê de ne rast e ku li ser spekulasyonan mirov biaxivin. Tecrîdeke bênavber heye, hikûmet di vî warî de bi zanebûn, tecrîdê dimeşîne."

'HETA TECRÎD HEBE, PÊŞKETIN NABE'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku heta tecrîd dewam bike, ji ti alî ve pêşketin nabe û got, "Ev realîteyeke. Ji ber ku AKP bi vê dizane bi Birêz Ocalan re dest bi muzakereyê kir, dest bi hevdîtinê kir. Heta ku tecrîd dewam bike, gelo em ê karibin di kîjan mijarê de bi pêş ve biçin? Encam jê derkeve yan jî dernekeve, divê tecrîd bê rakirin. Tecrîd pêkanîneke li derveyî exlaqê ye. Gotina 'Min encamek bi dest nexist, lewma ez te tecrîd dikim' feraseke siyasî ya bêkalîte ye."

Demîrtaş da zanîn ku divê pêvajoya çareseriyê jî ji pêşeroja AKP'ê êdî bê cudakirin û got, "Girîng e ji yekdestiya AKP'ê were derxistin. Cemidandina pêvajoya çareseriyê divê êdî ne biryareke ku AKP karibe bi serê xwe bide be. Eger di hilbijartineke gengaz de em karibin AKP hîn bêhtir qels bikin, pêvajoya aştiyê jî wê ji yekdestiya AKP'ê bê derxistin."

'AKP DIBE KU NEBE PARTIYA YEKEMÎN'

Demîrtaş da zanîn ku li Tirkiyeyê bloka şer a yekparêz, nîjadperest û şer heye, di vê blokê de AKP û MHP bêteredût cih digirin.

Demîrtaş diyar kir ku li aliyê din jî bloka aştiyê heye û got, "Pêkhateyên vê blokê jî bêguman wê di dema pêş de bi bûyîn an nebûyîna partiya yekemîn a AKP'ê re diyar bibe. Yanî eger CHP û hêzên demokrasiyê yên li derveyî parlamentê karibe bi rastî jî weke bloka desthilatdariya demokratîk a alternatîf tevbigerin, -ku mebesta min di vir de ne tifaqa hilbijartinê ye, di nava heman pîvanan de tevgereke bi hev re ji bo aştî û selameta welêt e- dibe ku AKP nikaribe bibe partiya yekemîn. Derfeteke bi vî rengî heye. Qadeke bi vî rengî heye. Civaka Tirkiyeyê dixwaze alternatîfekê bibîne, ew jî em in. Ji bilî me kes nîne."