Demîrtaş: Destekvanê herî mezin ê terorê AKP ye
AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di kongreya awarte ya KCD'ê de Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û xwest biçe Cizîrê û got: "200 mirovên me şewitandin. Hêj 70 cenaze di morgan dene. Tu nikare bêje 'sînor têxe navbera xwe û terorê' Ji ber ku herî zêde yê piştgiriyê dide terorê AKP ye. Bila ew sinor têxin navbera xwe û terorê.
1'emîn Kongreya Awarte ya KCD'ê li Salona Konferansê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi axaftinan berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, anî ziman ku wekî partî ji bo pir rengî, pir çandî û pir nasnameyê gelek bedel dane û li gorî feraseta wan a siyasî, girîngiyê didin pir nasname, pir bawerî û cudahiyan. Demîrtaş, anî ziman ku Komara Tirkiye li ser hişmendî û feraseta yekperestiyê hatiye avakirin û wiha got: "Her tişt li ser netewebûnê ava kir. Davutoglu, li Manîsayê got 'Em yek milettin. Kes nikare mudaxaleyi vê yekê bike." Tirkên li hemberi vê yekê dikevin heyecanê nizanin ku ev silogana Hitler e. Ji vê slogana faşîst re li çepikan dixin. Armanca sereke ya vê kongreyê avakirina demokratîk û pir rengîn e. Armanc dike ku paradigmaya ku hemû reng û nirxan di bin baneyê xwe de biparêze."
Li dijî Netew Dewletê, Neteweya Demokratîk
Demîrtaş, da zanîn ku ew dê teqez bi ser bikevin, lê dixwazin serkeftinek mezintir bi dest bixin û wiha got: "Em dixwazin pir rengî û pir nasnameyî bê qebûlkirin. Em dixwazin siyasetên cuda bigêjin hev û her kes bi reng, ziman û çanda xwe siyasetê bikin. Divê kurd ji ber vê yekê neyên wêderkirin. Ez dikarin bi rehetî bêjim Birêz Ocalan li Îmraliyê 17 salan ji bo neteweya demokratîk û civaka pir rengî xebitiye. Em wekî tevgera azadiyê ku li cîhanê têdikoşin, yê herî zêde pêşkeftinê armanc dike em in. Hûn dibînin rêxistinên wekî IŞID, Ehrar-u Şam îslam xistin çi halî. Divê em Dewlet Netewbûnê mahkûm bikin û li dijî vê yekê Neteweya demokratîk ava bikin."
Xwest Kiliçdaroglu biçe Cizîrê
Demîrtaş, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û xwest biçe Cizîrê û got: "200 mirovên me şewitandin. Hêj 70 cenaze di morgan dene. Tu nikare bêje 'sînor têxe navbera xwe û terorê' Ji ber ku herî zêde yê piştgiriyê dide terorê AKP ye. Bila ew sinor têxin navbera xwe û terorê. Hêj bi tangan Sûrê didin ber bombeyan. Çawa dibe ku bajarakî bi tangan topbaran bikin? Di kijan makezagonê de heye. Di erkê walî de tiştekî wisa heye? Li şûnwar û bajarekî dewlet li hemberî welatiyên xwe vê yekê bike sûc e. Erdogan, ji bo Beşar Esad dibêje dewlet li hemberî welatiyên xwe sûc dike. Digot kesek bi tang û topan li milletê xwe bixe çawa dibe rêberê wî miletî. Lê îro AKP û Erdogan bi xwe vê yekê dikin. Ey Kiliçdaroglu tu çima vê yekê ji Erdogan re nabêje. Ger ku tu vê yekê ji AKP'ê re nebêje tu ferqa te û AKP'ê ji hev tune ye."
'Li dijî gel şer dikin'
Demîrtaş, herî dawî anî ziman ku dewlet li Cizîr, Hezex û Nisêbînê li dijî terorê şer nake û li dijî gelê xwe şer dike. Niha gelê ku serjimara wî 15 milyon heye. Çawa dibe ku vî gelî wekî terorîst îlan bike. Ger ku tu wisa bike gel dê li hemberî te serî hilde.
Kongre bi axaftinan berdewam dike
(mae)