Demîrtaş: Dewlet bûye mafya
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş diyar kir, ku komkujiya li Enqereyê di demeke nîqaş li ser agirbestê dihat kirin de pêk hatiye û got, “Em bi feraseteke welê ya dewletê re rû bi rû ne, ku bûye mafya, bûye kujer.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê SelahattîN Demîrtaş, der barê komkujiya li Enqereyê de li Stenbolê daxuyaniyek da. Demîrtaş bibîr xist, ku ev êrîş di demeke ku nîqaş li ser agirbestê dihat kirin de pêk hatiye û wiha axivî:
‘KOMKUJÎ PÊK HATIYE; LI ŞÛNA AMBÛLANSAN, HÊZA POLÎSAN TÊ!’
“Di demeke ku nîqaş li ser agirbestê dihat kirin de li Enqereyê li hemberî aştîxwazan êrîşek bi vî rengî hat kirin. Bêguman hemû hevalên me yên li cihê bûyerê, di nava êşeke mezin de en. Hewl didin cenazeyan rakin, birîndaran bigihînin nexweşxaneyan. Lê belê, di vê rewşê de jî bila li wan dîmenan temaşe bikin; wê bibînin ku polîs bi gazê êrîşî gel dikin. Gazê diavêjin nava cenazeyan, nahêlin ambûlans xwe bigihînin cihê bûyerê. Li navenda Enqereyê komkujiyek bi vî rengî pêk hatiye, lê li şûna ambûlansa, hêzên polîs tên. Xuyaye hatiye xwestin, ku hejmara miriyan li wê derê zêde bibe. Û tevî vê yekê jî nûnerên desthilatdariyê Serokwezîr niha radibin dibêje ‘bi xwînsarî tevbigerin’. Li nava çavê me dinêre û bi vê gotinê bilêv dike.
Polîsên di bin fermana te de, bi gazê êrîşî birîndaran dikin. Tu veguheriye hikûmeteke bi çi rengî. Li Amedê we li pêş çavên me kirin. Dema mirov difetisîn, dema birîndar dihatin rakirin, gaz diavêtin. Tablo gelekî giran e.
Zindî ye ne zindiye em nizanin, lê belê bombeyeek namerdî ye. Bi taybetî ji bo hejmara birîndaran zêde bibe, bombeyeke gelekî bi bandor hatiye bikaranîn. Mîna li Pirsûs û Amedê. Hêzên li pişt vê wê aşkera bibin? Na aşkera nabin. Ji ber ku hêza li pişt hêzeke vekirî ye, mîna li Amedê, mîna li Pirsûsê.”
‘DEWLET BÛYE MAFYA, BÛYE KUJER’
Demîrtaş pirsa “Li dewleteke îstîxbarata xwe ewqasî xurt e, ev yek pêkane ku bêyî agahiyan wan hatiye?” pirsî û wiha dewam kir: “Rewşeke gelekî giran heye. Em bi feraseteke welê ya dewletê re rû bi rû ne, ku bûye mafya, bûye kujer. Hewl didin bi vî rengî tesîrê li civakê bike. Bi berxwedana yên serî li ber zilmê natewîne re, em ê van rojan jî li dû xwe bihêlin. Lê belê di çarçoveya hiqûqê de em ê hesabê vê bipirsin. Ev yek wê ne tenê weke namerdiyekê li dîrokê bê nivîsandin, em ê rê nedin vê. Ev feraset wê heta hetayê dewam neke. Em ji vê bawerin.”
‘LI HER DERÊ ME BERNAMEYÊN XWE YÊN HILBIJARTINÊ BETAL KIRIN’
Demîrtaş da xuyakirin ku wan bernameyên xwe yên ji bo hilbijartinê betal kirine û got, “Li holê bi dehan cenaze hene, kî dikare di vê rewşê de xebata hilbijartinê bimeşîne.. Me plansaziya xwe ya li hemû bajaran betal kirin. Em ê bi cenazeyên xwe, bi birîndarên xwe re eleqedar bibin. Li hemberî van êrîşên namerdî em ê li ber xwe bidin. Li her derê em ê li ber xwe bidin. Azadî û atşî ji hilbijartinan gelekî girîngtir e.”