Demîrtaş: Di pêşbirka Çankayayê de em bi hêztirin
ŞAFAK ÇELEN
AMED (DÎHA) - Namzetê Serokkomariyê yê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku her çiqas derfetên namzetên din ji yên wan zêdetir bin jî, ew di warê rêgezan de ji wan bihêztirin. Demîrtaş, di rojên pêş de, wê dest bi mîtîngan bike û di vê çarçoveyê de dê biçe Eqwropayê jî.
Li Tirkiyeyê yekemîn car wê Serokkomar ji aliyê gel ve bê hilbijartin. Yekemîn tura hilbijartinê di 10'ê tîrmehê de, duyemîn tura hilbijartinê jî dê 25'ê tîrmehê bê lidarxistin. Namzetên Serokkomariyê jî hêdî hêdî dest bi xebatên propagandayê kirin. Heyama propangdayê wê di 11'ê tîrmehê de bi avayekî fermî dest pê bike. Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, derbarê xebatên hilbijartinê de hin agahî dan DÎHA'yê. Demîrtaş, dê piştî civîna Lijneya Rêveber a Giştî ya HDP'ê ku dê hefteya pêş were lidarxistin, dest bi xebatên hilbijartinê bike. Demîrtaş, di vê çarçoveyê de, wê mitîngên heremî li dar bixe û piştre jî wekî namzetê eniya azadî û demokrasiyê wê li Ewropayê jî bi gelên Tirkiyeyî re bê cem hev.
Demîrtaş, destnîşan kir ku boneya derfetên wan kêmin, ew nikarin li 81 bajarên Tirkiyeyê mitîngan li dar bixin û ji ber vê jî dê mitîngên heremî lidarbixin. Demîrtaş, bilêv kir ku çapemeniya tirk ambargo daniye ser wan û dê ji bo di vî warî de zorê bidin çapemeniyê, xebatek çapemeniyê jî bidin destpêkirin.
Demîrtaş, got ku wê hemû derdorên civakî re yek bi yek bên cem hev û dê xebatên xwe li gorî rêgezên HDP'ê bimeşînin. Demîrtaş, her wiha daxuyand ku dê li Almanya, Fransa û Belçîkayê bi welatiyên Tirkiyeyî re jî bê cem hev û li van bajaran dê mitîngan li dar bixe.
Demîrtaş, piştî van agahiyan, profîla namzetên din nirxand û wiha got: "Her dû namzet jî dewletparêzin û piştgiriyê didin polîtîkayên Neo-Lîberal. Yek ji bo îslamiyetê Tirkitiyê diparêze, yên jî ji bo Tirkitiyê îslamiyetê diparêze. Ji her du namzetan re bertekên cidî hene. Hem ji derdorên elewî hem jî ji derdorên sunî gelek bertek hene. Ev suniyan jî temsîl nakin. Ew tenê dewletê temsîl dikin."
Demîrtaş, xeta xwe wekî "Xeta azadîparêz" bi nav kir û got ku eger derfetên heyî baş bên bikaranîn, wê gelek encamên baş derkevin holê bang li hemû derdorên, bindest ên keda wan tê xwarin û nasnameya wan tê tunehesibandin kir ku piştgriyê bidin wê.
Demîrtaş, di berdewamê de balkişand ser "Zagona çarçove" û wiha got: "Eger me niha ji bo aştiyê avahiyekê çêdikin, lazime bingehek baş bê avakirin." Demîrtaş, derbirî ku ji bo vê lazime hikûmet gavên, çandi, aborî û civakî bavê je û wiha axivî: "Civak dê xwe çewa biparêze? Eger dê vegerek çêbe û çek bên berdan, ev wê bi kîjan zagonê çêbe? Ev nîqaş derbarê van de tê kirin."
Demîrtaş, bendewariya ji hikûmetê wekî gaflet bi nav kir û anî ziman ku wekî civak, ji bo ev pêvajo pêşve biçe divê hemû kes li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere. Demîrtaş, şoreşa Rojava wekî mînak da nîşandan û got ku ew neçarin organîzasyonekî wiha ava bikin.
(lg)