Demîrtaş: Divê Davûtoglû bê darizandin
Demîrtaş, di rûniştina doza Mêrdînê de axivî. Demîrtaş got polîsê ku Sefîrê Rûs kuştiye dema Davûtoglû dest bi kar kiriye û bajarên Kurdan jî di vê demê de hatine hilweşandin, şewitandin, got; “Divê Davûtoglû bê darizandin.”
MÊRDÎN - ANF Der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de 2’yemîn rûniştina dozê ya ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye hatiye vekirin, hat dîtin. Di rûniştina Demîrtaş de ku ji ber axaftinên xwe yên Civîna Koma HDP’ê ya 2’yê Sibata 2016’an hat darizandin, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, parêzer û gelek kes amade bûn.
Demîrtaş bi rêka Sîstema Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tevlî rûnitinê bû, bal kişand li ser pêvajoya darizandinê û got; “Darizandina min a adil êdî bêderfet bûye. Ev rewş, ne ji ber şexsê dadgeh û hakimên ku darazê dikin, beriya darizandina me dest pê bike, em sûcdar hatine îlankirin û bi dijpropandayekê ve hikmê me hatiye birîn. Me ji dozgeriyê re îfade kir ku di van şert û mercan de em nikarin îfadeyê bidin. Lê, ev ne ji ber tirsek a derketina pêşberî darazê ye, ji ber em li dijî şiklê darizandina AKP’ê derdikevin, me ev biryar girt.
‘FETOYIYAN AMADE KIR’
Demîrtaş, ragihand ku nêzî 500 fezlekeyên ku der heqê wî û parlamenterên HDP’ê de hatine amadekirin bi dest FETO’yiyan e û wiha pê de çû; “Eger bê bîra we, dema bang li kurê Serokkomar Erdogan, Bîlal Erdogan kirin, gotibû wê kurê min ji bo îfadeyê neçe. Dema bang li mişteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan kirin, got, “Wê neçe îfadeyê”. Li dijî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Can Dundar, Erdogan gotibû, “Ez vê biryarê nas nakim, rêzê jî nadimê.” Niha ev nabe serîrakirina li dijî darazê, lê rexneyên me yên li dijî AKP’ê dibe serîrakirina li dijî darazê? Em vê qebûl nakin.”
DAVÛTOGLÛ BERPIRS E
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de ev bi lêv kirin;
“Têkîldarî tewanbariyên li ser min ên di îdîanameyê de, ji serî heta binî rexneyên li hikûmetê ne. Rexneyên siyasî ne. Artêş, polîs û jenderme girêdayî rêveberiyê ne. Axaftina min jî rexnekirina biryara siyasî û îdarî ya hikûmetê ye, teşhîrkirine û bi hişyariyê rêka rast li ber xistine, kontrol e. Parlamento kontrola rêveberiyê dike. Siyaseta dema rêveberiya Ahmet Davûtoglû, xetayên gelekî cîdî kirin. Lê, di wan rojan de ku pêvajoya çareseriyê bû, PKK’ê nîqaşên bi temamî bidawîkirina çalakiyên tundî dimeşand. Tê dîtin ku talîmatên operasyonên ku bajarên mîna Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûr û hwd. hilweşandin di serokatiya Davûtoglû de hatiye dayîn. Daxuyaniya min, li dijî wan şaşîtiyan rexneyên samîmî ne. Eger tiştekî ku divê bê darizandin hebe li vir, ew jî hikûmeta bi serokatiya Davûtoglû û yên wê demê wezîfedar in.”
KUŞTINA SEFÎR
Demîrtaş bal kişand li ser kuştina Sefîrê Rûs Andrey Karlov û got; “Yê ku duh li Enqereyê bi sûîqestê Sefîrê Rûs kuşt polîseke û dema Ahmet Davûtoglû hatiye ser kar. Ahmet Davûtoglû yê fermana xistina balafira Rûs da, her wiha destlênedan, pêşniyarên derveyî destûra bingehîn jî anîne parlamentoyê. Dema ku qeyûm tayîn şaredariyan hat kirin, girtin çêbûn jî pêvajoya Ahmet Davûtoglû bû. Pêvajoya ku pirsgirêkên Tirkiyeyê herî giran bû, pêvajoya Davûtoglû ye.”
‘POLÎTÎKAYA VEŞARTÎ YA DAVÛTOGLÛ…’
Demîrtaş bal kişand ser yekgirtina dîrokî ya gelên Kurd û Tirk û wiha dewam kir;
“Partiyeke ku wê siberoja me hemûyan diyar bike, ne pêwîst e li dor lîderekî siyasî bibe yek. Divê li dor rêgezên demokrasî û mafên mirovan yekbûn çêbibe. Bajarê bi navê Şirnexê ji nexşeyê hatiye rakirin. Nîvê Cizîr û Nisêbînê tine bûye. Têkîldarî van tenê kesekî tê darizandin heye, ew jî ez im. Ev îdîaname ne sûcdarkirineke esas, merheleyên polîtîkaya veşartî ya Davûtoglû ye. Yê esas bê darizandin Davûtoglû û hikûmeta wî ye. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê, wekheviyê bidomînin. Em ê dest bidin her dezgehên siyasî û ji vê dezgehê derkevin. Ji ber dozan, girtina neheq, em ê ti carî baweriya xwe ya siberojê winda nekin.
Heyeta dadgehê rûniştina din taloqî 28’ê Adara 2017’an kir.