1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Girîngiya vê konferansê bê nîqaş e
Demîrtaş: Girîngiya vê konferansê bê nîqaş e,demîrtaş,girîngiya,vê,konferansê,bê,nîqaş,e

Demîrtaş: Girîngiya vê konferansê bê nîqaş e

"Ev konferans Meclîsa Bakurê Kurdistanê ya sembolîk e. Divê her kes li gorî vê misyonê tevbigere."

A+ A-

ANF - Amed 15.06.2013 Di konferansa Yekîtî û Çareeriyê ya Bakurê Kurdistanê de Hevserokê BDP'ê Selahettîn Demîrtaş, diyar kir ku ev konferans ji bo konferansa Neteweya Kurdistan û statuya gelên Kurdistanê dîrokî ye û wiha got: "Ev konferans Meclîsa Bakurê Kurdistanê ya sembolîk e. Divê her kes li gorî vê misyonê tevbigere."

Hevserokê BDP'ê Selahettîn Demîrtaş di konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê ku niha berdewam dike de axivî u wiha got: "Em ji bo hemû kesên keda wan ketiye vê konferansê spasiyên xwe tînin ziman. Girîngiya vê konferansê bê nîqaş e. Ev konferans li dijî hêzên serdest ên li ser axa Kurdistanê dixwazin hukum bikin hêz û bersivek dîrokî ye. Ev hewldana li dijî van hêzan bi xêra Birêz Ocalan pêk hat. Bi xêra berxwedanên mezin ên Bakurê Kurdistanê em gihiştin pêvajoyeke wiha.”

Demîrtaş, anî ziman ku ji bo karibin mafê xwe biparêzin û peywira li ser gelê Kurd, nûnerên Kurdan û Tirkiyeyê nîqaş bikin vê konferansê pêk tînin û wiha got: "Ji bo mekanîzmayên muzakereyan xurt bibe. Ji bo amadekariya Konferansa Neteweyî nîqaşên vê konferansê pirr girîng e. Em ê di vê konferansê de bang li hukûmet û dewletê bikin. Di vê pêvajoya ku hêzên gerîlla vedikişin û çek bêdeng kirine de, em nikarin li hemberî vê helwesta hukûmetê bêdeng bimînin. Mafê hemû gelên Tirkiyeyê piştî darbeya 12'ê Îlonê ji destê wan hatiye girtin. Mafê siyasatê ji destê wan hatiye girtin. Ger em îro li parlamenteyoyê ne, ne ji ber ku demokrasî heye. Ji ber berxwedana gel em li meclîsê ne. Di vê pêvajoyê de ji bo demokrasî pêş bikeve divê mafê hemû gelên Tirkiyeyê bê parastin.”

KURDİSTANÎ MUDAXILÊ MUZAKEREYÊ NE

Demîrtaş, da zanîn ku ji bo makeqanûnek demokratîk ava bikin, mafê hemû kesan biparêzin û her wiha ji bo nasname û statuyên hemû civakan bên qebûl kirin û bi destûra bîngehîn bên parastin berpirsiyarek mezin dikeve ser hevparên konferansê û wiha axivî: "Ger em hevparên konferansê nerînek hevpar, stratejiyek hevpar û ramanek hevpar nîşan bidin em ê karibin di cîhanê de bibin hêz. Niha civîna vê konferansê bi xwe moralekî mezin e. Em îro hatine cem hevdu da ku çareseriyê nîqaş dikin. Ev ji bo me rûmetek herî mezin e. Divê her kes baş zanibe ku ev konferans a Kurdistaniyan e. Di vê di vê pêvajoyê de Kurd û Kurdistanî mudaxilê muzakereyê ne. Beşdarên vê konferansê jî divê nûnerê vê yekê bin. Li hemberî gelê me berpirsiyariyên me hene. Bi sedsalan e Kurdistan hatiye parçekirin û li ser gelê Kurd siyaset tê meşandin."