Demîrtaş: Li Tirkiyeyê edalet ji bo kurdan tune
ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, bal kişand ser geşedanên dawî û xwest êdî her kes rastiya Tirkiyeyê bibîne û wiha got: "Li Tirkiyeyê di 4 salên dawî de 10 hezar siyasetmedar hatin girtin û hêj bi hezaran girtî ne. Dîsa kal û pîr ji ber ku kurd in girtî ne. Lê kesên tev li kuştina dehan kesan bûne serbest berdan. Divê berî her tiştî edalet bê avakirin. Cihê edalet lê tune be dewlet lê tune. Dîsa divê makeqanûna demokratîk bê avakirin û mafê her kesî bê parastin. Kurd bazarê nakin heqê ziman, nasname û çandê dixwazin. Kurdên ku heta niha rastî înkar û îmhayê dihatin bi têkoşîna xwe ev pêvajo dan destpêkirin û dê wekî aktorê sereke di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Disa Jinan di kongreya xwe de biryara pîroz a hilbijartina wekhev (nêvî jin nêvî mer sedî 50-50) a hilbijartinê girt. Em jî vê biryarê ji bo xwe esas digirin." Demîrtaş heri dawî 1'ê Gulanê jî pîroz kir û da zanîn ku dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê de bal kişand ser geşedanên hefteyê yên girîng. Demîrta, li ser doza KCK'ê, xebatên Komîsyona Aqilmendan, amadekariya makeqanûnê, kongreya jinê, 1'ê Gulanê û helwesta CHP'ê rawestiya. Demîrtaş, li ser bêedaletiya Tirkiyeyê rawestiya û wiha got: "Cihê edalet lê tune be dewlet tune. Li Tirkiyeyê edalat tune. "
'Kujer tên berdan, lê siyasetmedar girtî ne'
Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, diyar kir ku di operasyonên KCK'ê yên 4 salan de nêzî 10 hezar hevalên wan ên siyasetmedar hatin girtin, der barê 100 hezaran hevalên wan de doz hatin vekirin û hezaran hevalên wan ji ber dozên li wan hatin vekirin sirgûn bûn. Demîrtaş, anî ziman ku bi berdana Şaredarê Wanê Bekîr Kaya kêfxweş bûne. Demîrtaş, anî ziman ku kesên tev li kuştina hezaran kesan bûne serbest tên berdan û wiha got: "Mehmet Agar ku tev li kuştina welatiyan bûne duh serbest hat berdan. Lê siyasetmedarên ku ji ber fikrên xwe hatin girtin nayên dîtin. Karayilan, anî ziman ku îro doza 13 jê girtî 21 kes tên darizandin. "
'Edalet ji kurdan re tune'
Demîrtaş, da zanîn ku kesên ji kuştina dehan kesan berpirsiyar nayên darizandin, lê dayikên pîr ku nexweşin nayên berdan û rastî zilmê û îşkenceyê tên. Ji ber kurd e û siyaset kiriye hatiye girtin. Ji ber li Tirkiyeyê edalet tune hiqûq cihê xwe nabîne. Girtiyên lazime e bên cezakirin tên berdan û yên ji ber nasnameya xwe hatine hatine girtin nayên berdan. Cihê ku edalet lê tune be dewlet lê tune. Di sala 1921'an de îsyana elewiyan dest pêkir. Di salên 1990'an de 3 hezar gund hatin şewitandin. Dibistan, nexweşxane û qereqol tev ji bo kurdan bûn îşkence. Çima ev hesap nayê pirsîn. Niha rêveberên ku Tirkiyeyê dikin karê wan derdikevin mîqrofonê û dikin qere qar. Lê bila baş zanibin ku êdî dê tu kes nikaribin zilmê li gel bikin. "
'Divê berê CHP lêborîna xwe ji kurdan bixwaze'
Demîrtaş, helwesta CHP'ê jî rexne kir û wina pêde çû: "Parlamanterê CHP'ê dibêje me me ji bo kurdan di sala 1989'an de rapor amade kir, lê kurdan deng nedan me. Kurd dibêjin bila berî her tiştî ji bo komkujiyê lêborina xwe ji me bixwazin. Ev pêvajoyek paqij hatiye destpêkirin. Em nasname, çand û statuya xwe bi kesî pazar nakin. Li holê bazar tune. Li holê têkoşîn heye. Bazara çand, nasname, bawerî û nirxên neteweyekî nayê kirin. Em ji hemû siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, nokbir û kedkarên çapemeniyê yên ku barê pêvajoyê dane ser xwe em tenê dikarin spasiya xwe ji wan bikin. Ji ber ku ev karê tevan e. "
'Zarokên xizanan diçin li Cûdî leşkeriyê dikin'
Demîrtaş, da zanîn zarokên kijan serbas, fermandar, serokwezîr, serokomar û parlamenterî li herêmea rojhilat leşker kiriye, lê zarokê malbatek xizan ê Yozgatê diçe li Cûdî şer dike û li wir tê kuştin û wiha got: "Heqê kê li vê yekê heye. Divê ev baş bê pirsîn û ronîkirin. Çi cudahiya wan ji hev heye. Ji bo ku ev yek dê bê ronîkirin û hesap ji vê yekê bê pirsîn derdikevin mîkrofonê û dikin qêrîn û hawar."
'Hesên hemû derfetên dewletê di siyasetê de bikar tînin dîsa şer dixwazin'
Demîrtaş, destnîşan kir ku li gel derfetên wan ên siyasetê tune jî dîsa siyasetê tercîh dikin, lê kesên hemû derfetên dewletê ji bo xwe û siyasetê xerç dikin dîsa çekan tercîh dikin û naxwazin çek bêdeng bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Nabînin ku bi salan kurd 24 saetan ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Mirovên aqilmend li Herêma rojava bi keviran tên pêşwazîkirin, lê li Colemêrgê ku her tim wekî 'Terorîst' tên bi navkirin bi gulan komîsyonê pêşwazî dikin."
Demîrtaş, da zanîn ku dê li herêmê têkşîna azadiyê bilind bikin û bi vê têkoşînê xwe polîtîkayên emperyalizmê têk bibin û wiha berdewam kir: "Em ne ji emperyalîzmê û ne jî ji ferasetên din bejnê natewînin. Em dê rêgezên gerdûnî esas bigirin. Çima hûn makeqanûna demokratîk naxwazin. Çima hûn naxwazin mafê her kesî di min makeqanûnê de bê parstin. Ger ku dê makeqanûna demokratîk bê avakirin divê referansa pêşnûmeya BDP'ê bê qebûlkirin. Ger ku li Tirkiyeyê her kes şafî be, her kes zilam be, her kes tirk be wê demê derdê me çiye. Li gorî makeqanûna darbeyê elewî tune. jin tune, suryanî û asûrî tune, kurd tune. Her tişt hatiye înkarkirin. Em jî dixwazin her tişt ji nûve bê bi navkirin û her tişt li ser koka xwe aj bide."
90 salin hûn polîtîkayên înkar û îmhayê de bi ser neketin
Demîrtaş, da zanîn ku 90 salin nasname, ziman û çandên cuda din tên înkarkirin û vê pergala înkar û îmhayê êdî bi ser neketiye û têk çûye. Demîrtaş, da zanîn ku makeqanûna ew diparêzin makeqanûna gerdûnî û mirovahiyê ye û wihagot: "Ne kurdan nas dikin û ne jî tevgera gelê kurd nas dikin. Gelê kurd her tim ji bo aştî û wekheviyê têkoşîne. Lê hêj kurd nas nekirine. Ji bo vê yekê divê ev rastî bê famirin, hîskirin û têgihiştin. Heta ku ev rastî neyê famkirin û têgihiştin pirsgirêk çareser nabe. Yê ku ev pêvajo dane destpêkirin em kurd in. Ji bo vê yekê em dê li vê pêvajoyê xwedî derkevin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
'Em biryara jinê ya ji sedî 50 vina siyasetê pîroz dikin'
Demîrtaş, da zanîn ku Meclisa Jinê rojên borî di nava şert û mercên qirîtîk de kongreya xwe bi tevlêbunek mezin pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gel ku bi hezaran aktîvîstên jin girtîne jî dîsa jina bi tevlêbûnek mezin û biryarên gelek giring kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de kotaya jinê rakirin. Di hilbijartin û tevlêbûna siyasetê de wekheviya jin û mêr anîn. Ji niha û şûnde BDP jî dê vê biryara wan esas bigire û di nûnertiya rêveberiya BDP'ê de ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr hebe. Em vê biryara wan gelek giring dibînin û silav dikin. "
'Pirsgirêka karkeran pirsgirêka kurdan e'
Demîrtaş, 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê jî pîroz kir û xwest karker li mafê xwe xwedî derkevin. Demîrtaş, da zanîn ku pirsgirêka kurd bûye pirsgirêka kurdan û ew pirsgirêka karkeran wekî pirsgirêka xwe dibînin û dê li mafê wan xwedî derkevin. Ger ku deng û qerîna karkeran bibe yek wê demê dê pêvajo bi ser bikeve. Em dîsa dibêjin em dê di 1'ê Gulanê li gel karkeran li qadan bin."
(mae)