Demîrtaş malbatên YPG'iyan ziyaret kir
COLEMÊRG (DÎHA) - Hevserokê HDP'ê û Namzetê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş li Colemêrgê malbatên YPG'iyan ziyaret kir.
Hevserokê HDP'ê û Namzetê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de şevê din hate Colemêrgê û malbatên YPG'iyan ziyaret kir. Bi Demîrtaş re endamên MYK'ê û endamên Meclîsa HDP'ê, rêveberên PHD'ê, hevşaredarên Colemêrgê, rêveberên HDP û PHD'ê, MEYADER û gelek kesên din tevlî ziyaretê bûn. Demîrtaş, malbata Selahattîn Edîş ê ku li gundê Aşutê di qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest dayî jî ziyaret kir.
Demîrtaş û heyat pê re malbata Endamê YPG'ê Îsha Kaya (Cîlo Kobanê) û ji fermandarên Eyalata Kantona Kobanê Fazil Kapalak (Kendal Dewran) ên li navçeya Til Koçer a Qamişlo di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û sersaxî li malbatan da.
Demîrtaş dê seat di 11.00'an de li şaredariyê bi gelê Colemêrgê re bê cem hev û cejnê pîroz bike.
(bd)