1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Rêya gerîla vekirî be
Demîrtaş: Rêya gerîla vekirî be,demîrtaş,rêya,gerîla,vekirî,be

Demîrtaş: Rêya gerîla vekirî be

A+ A-

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku dayîna mafên xwezayî yên gelê Kurd nayê wateya tawîzan û got, "Eger dewletekê mafê gelekî ji dest girtibe, xwestin an jî dayîna van mafan nayê wateya tawîzan."

Hevserokê BDP'ê û heyeta pê re, di çarçoveya gera bi dirûşma "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" de li Şirnexê dest bi serdanan kir.

Heyeta BDP'ê li navçeya Hezexê bi coşeke bi heybet hat pêşwazîkirin. BDP'yî destpêkê çû serdana konê sersaxiyê yê berî çend rojan di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê serdanê heyet ber bi navenda bajêr ve meşiya.

Li navenda navçeyê, bi beşdariya hezaran kesî mîtîng hat lidarxistin û bi sedan xwendekarên dibistan boykot kirin, hatin pêşiya heyeta BDP'ê.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, heyeta BDP'ê silav li gel kir û Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji girseyê re axivî.

Demîrtaş diyar kir, ku tevahiya Rojhilata Navîn li gelê Kurd ê gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşe temaşe dike.

Demîrtaş da xuyakirin, ku hemû rejîmên li Rojhilata Navîn hildiweşin û got, "Divê hukûmeta AKP'ê vê pêvajoyê baş binirxîne, berovacî ewê bi xwe wenda bike. Divê mafên Kurdan ên ji ber mirovbûna wan bên naskirin. Xwestin û dayîna van mafan, ne tawîz e. Eger dewletekê mafê gelekî talan kiribe, jinûve dayîna vî mafî nayê wateya tawîzê. Em bi awayekî vekirî dibêjin; eger hûn gelekî ji 15 mîlyonan mehkûmî neçariyê bikin, ew gel wê serî li rêyên din bide. Eger hûn wan mafan nas bikin, perçebûn çê nabe, şer nabe."

Demîrtaş bal kişand ser helwesta hin derdorên li nava AKP, CHP û MHP'ê yên pêvajoyê rexne dikin û der heqê wan de weha peyivî; "Eger hûn dibêjin, divê ji sedî sed gotina Tirk li destûra bingehîn were nivîsandin, hingî hûn neçarin gotina Kurd jî li wê destûra bingehîn binivîsinin."

"RÊYA GERÎLAYÊN JI BO AŞTIYÊ VEKIŞIYANE VEKIRÎ BE"

Demîrtaş da xuyakirin, ku ew destûreke bingehîn a hemû cihêrengiyan hembêz dike dixwazin.

Demîrtaş daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç a ji bo vekişîna gerîlayan gotibû, "heta dojehê rêya wan heye" bi tundî şermezar kir û weha peyivî; "Rêya gerîlayên ji bo aştiyê vedikişin, vekirî be. Înşalleh wê cihê we bihuşt be."

DI KARWANÊ DE QEZA: 4 BIRÎNDAR

Li dû axaftinan, heyeta BDP'ê li Mala Gel a Şaredariya Hezexê tevlî Nimêja Înê ya Sivîl bû. Piştî nimêjê, heyeta BDP bi karwaneke ji sedan wesaîtan ber bi navçeya Sîlopiyayê bi rê ket.

Lê di derketina ji Hezexê de qezayeke trafîkê rû da. Dİ encama qezayê de 4 welatî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneyên dewletê yên Hezex û Cizîrê. Hat ragihandin, ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran ber bi başiyê ve diçe.