1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Demîrtaş: Ti cudahiya van ji zîhniyeta DAIŞ'ê nîne
Demîrtaş: Ti cudahiya van ji zîhniyeta DAIŞ'ê nîne,demîrtaş,ti,cudahiya,van,ji,zîhniyeta,daiş,ê,nîne

Demîrtaş: Ti cudahiya van ji zîhniyeta DAIŞ'ê nîne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Li ser navê mirovahiyê cihê şermê ye. Ti cudahiya van ji zîhniyeta DAIŞ'ê nîne. Li vê xakê em ê mirovahiyê ji nû ve rakin ser piyan. Em ê ji nû ve ava bikin."

A+ A-

ENQERE - ANF Beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya awarte ya li Navenda Giştî ya HDP'ê, Hevserok Selahattîn Demîrtaş peyivî û got, "Li ser navê mirovahiyê cihê şermê ye. Ti cudahiya van ji zîhniyeta DAIŞ'ê nîne. Ji mirovên erzan ên li medya hawiz re dibêjim. Kî pereyê we bide, hûn ji bo wî difîkînin. Lê ji bîr nekin, ev xak xaka mirovahî û şaristanî lê afirîn e. Li vê xakê em ê mirovahiyê ji nû ve rakin ser piyan. Em ê ji nû ve ava bikin. Tevî DAIŞ a ku hûn xwedî dikin, tevî mejiyê we yê DAIŞ'ê, em ê vê bi ser bixînin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, ji ber komkujiya duh a li Pirsûsê, bi awayekî awarte li navenda giştî ya partiyê civiya. Li avahiya navenda giştî ya HDP’ê di çarçoveya biryara şînê de aleke reş hat daliqandin.

Demîrtaş ku ji bo civînê hat navenda giştî ya HDP’ê, bersiv da pirsên rojnamevanan û bi gotinên giran çapemeniya AKP’ê rexne kir.

Demîrtaş diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 32 ye û diyar kir ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane xwendekarên zanîngehê ne. Demîrtaş got: "Her yek ewladên bedew ên vî welatî bûn. Ev êşeke mezine. Ez vê bêjim. Piştî vê komkujiyê têkildarî partiya me hinek nirxandin hatine kirin û ev jî bi qasî van êrîşan bi êş e. Mînak; me got em ê tedbîrên ewlehiya avahiyên partiyên xwe zêde bikin, bi taybet STK, sendîka, saziyên pîşeyî bila tedbîrên xwe zêde bikin. Bila gelê me tedbîrên ewlehiya xwe zêde bikin. Li her derê terorîstên artêşa tecawizkar a çavsorên DAIŞ’ê hene. Li dijî vê banga me; bala xwe bidinê ji duh ve dengên herî nebaş ên çapemeniya hewzê, HDP’ê sûcdar dikin. DAIŞ dane aliyekî êrîşî HDP’ê dikin. Ev jî bi qasî komujiyê bi êş e. Vî welatî duh 32 ewladên xwe winda kir. Di nav de Samsûnî, Stenbolî, Trakyayî, Egeyî, Rojhilatî û Başûrê Rojhilatî hebûn. Her yek ji bo me lehengek e. Lê xuyaye ku çapemeniya vî welatî siyasetmedarên vî welatî li dijî komkujiyên bi vî rengî nêzî hev nasekinin. Di êşeke wisa de hevkarbûnek nayê jiyîn mixabin."

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ragihandin ku ev mirov di kîna xwe de xeniqîne û wiha pê de çû: "Haya wan ji tiştên dinivîsîne nîne. Li ser navê mirovahiyê cihê şermê ye. Ti cudahiya van ji zîhniyeta DAIŞ'ê nîne. Ji mirovên erzan ên li medya hawiz re dibêjim. Kî pereyê we bide, hûn ji bo wî difîkînin. Lê ji bîr nekin, ev xak xaka mirovahî û şaristanî lê afirîn e. Mirovên destpêkê ji vê xaka Mezopotamyayê re hatiye şandin. Li vê xakê em ê mirovahiyê ji nû ve rakin ser piyan. Em ê ji nû ve ava bikin. Tevî DAIŞ a ku hûn xwedî dikin, tevî mejiyê we yê DAIŞ'ê, em ê vê bi ser bixînin. Bila ev welat ji vê piştrast be. Em destê xwe bidin hev. Em ê ji bo aramiya vî welatî bixebitin. HDP wê bi ser bikeve."

Demîrtaş da xuyakirin ku piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî wê nirxandineke berfireh bikin.