Demîrtaş: Çalakiya birçîbûnê ne pirsgirêke, encameke
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê ya meclîsê de li ser çalakiya birçîbûnê û helwesta hikûmetê rawestiya û xwest hikûmet armanc û encama çalakiya birçîbûnê rast bixwîne û berovajî neke.
Demîrtaş anî ziman ku, "Serokwezîr Erdogan û wezîrên wî bi astengkirina parêzeran ya li îmraliyê sûc kiriye." Demîrtaş bibîrxist ku,"Pêwîste baş bê zanîn ku çalakiya birçîbûnê ne pirsgirêk e, encame."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê ya vê hefteyê de zêdetir li ser çalakiya birçîbûnê û helwesta hikûmetê ya li hemberî daxwazên girtiyan rawestiya. Demîrtaş daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya li hemberî Îmraliyê jî rexne kir û da zanîn ku, Serokwezîr û Wezîrên wî sûc dikin.
‘DIVÊ HIKÛMET ARMANCA GREVÊ RAST BIXWÎNE’
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, li hemû girtîgehên Tirkiyeyê 707 girtî ji bo daxwazên xwe yên bingehîn ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û wiha got: "Dibêjin BDP'ê ferman daye û dest bi çalakiye kirine. Ev pir şaşe. Mirovek bêyî vîna xwe nikare vê çalakiyê pêk bîne. Ger ku hûn greva birçîbûnê ji pirsgirêka Kurd ya 100 salane berdewam dikin ser bixwe niqaş bikin pir şaşe. 56 rojin mirov ji bo daxawzên xwe yên sereke û çareseriya pirsgirêka Kurd ketine greva birçîbûnê. Divê baş armanca çalakiyê bê famkirin. Di 14'ê Nîsana 2009'an de Operasyona KCK'ê destpê kir. 3,5 sal berê operasyona li dijî siyasetmedarê Kurd hate destpêkirin û zarok, jin şaredar, parlementer, endamên meclîsa bajar û şaredariyê 10 hezar siyasetmedarên Kurd hêj nayê zanîn ku çima hatine girtin û bêyî sedema sûcê xwe bizanibin û karibin xwe bi zimanê zikmakî biparêzin tên darizandin. Ji ber ku gotin "Ez li virim" mîkrofon li ser wan hate girtin û rastî neheqiyê hatin. Parêzeran ji ber parastin kirin rastî lêpirsînê hatin. Heyetên ku doz şopandin rastî neheqiyê hatin. Dozger û dadger neheqî kir"
'AKP'Ê PARLEMENTERIYA HATIP DÎCLE DESTESER KIR'
Demîraş da zanîn ku ji 2009'an heta niha komkujiyek siyasî hate meşandin û siyasetmedar li salonên darizandinê rastî neheqiyê hatin û wiha got: "Destûr nedan ku bi zimanê zikmakî parastinê bikin. Siyasetê mudaxeleyî darazê kir. Wezîr û Serokwezîran mudaxeleyî makeqanûnê û darazê kirin. Parlementerên me beriya hilbijartinê veto kirin. Di bûyeran de ciwanê me Halîl Îbrahîm Oruç bi bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da û hêj derbarê wî de lêpirsîn nehatiye vekirin. Parlementerê me Hatîp Dîcle ji aliyê hikûmetê ve parlementeriya wî hate desteserkirin. 6 parlementerên me hêj girtî tên darizandin."
‘PIŞTÎ TECRÎDÊ DI 15 MEHAN DE 1037 MIROV HATIN KUŞTIN’
Demîrtaş da zanin ku 15 mehin li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrida giran tê meşandin û wiha berdewam kir: "Piştre hemû têkiliyên derve bi Îmraliyê re qut kirin. 34 parêzerên Birêz Ocalan ji ber hevdîtinê hatin girtin. Di cihanê de mînaka vê yekê tune ye. Ji roja tecrîdê destpê kiriye heta niha 1037 mirov di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Hikûmet tecrîdê wekî konseptekê dimeşîne. Li Roboskiyê 34 welatî hatin perçekirin û hêj derbarê vê yekê de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û hêj hikûmet bê denge. Di vê pêvajoyê de komkujiya Roboskiyê de pêk hat. Newroz hate qedexekirin. Her sal Newroz bê bûyer dihat pîroz kirin. Lê îsal hikûmetê Newroz qedexe kir û li kolanan bi cop, gaz û panzêran îşkence li welatiyan kir. Walî mîtîngê me qedexe kir. Parlementerên me rastî êrîşê hatin. Di 15 mehên dawî de li dijî zarok, kal, pîr jin û ciwanan bê pîvan êrîş pêk hat û bombeyên gazê pêk hatin. Me her roj her demjimêr ev tundiya polîsan jiyan kir."
DOZGER LI PARLEMENTERÊN BDP'Ê 754 FEZLEKE VEKIR, LI HEMBERÎ AKP'Ê BÊDENGE
Demîrtaş helwesta dozger û dadgeran ya li hemberî hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û wiha pêde çû: "Li aliyekî dibêjin demokrasî hatiye. Li aliyekî dibêjin bila siyasetê bikin. Lê ji ber ku em siyasetê dikin li her derê derbarê me de fezleke vedikin û dixwazin em xilas bikin. Dixwazin em bi van operasyonan xilas bibin. Dibêjin tenê bila BDP xilas bibe û ev neheqî zêde bibin. Sedema greva birçîbûnê ne BDP ye, înkar û tundiya hikumetê ye"
Demîrtaş da zanîn ku ji bo reşkirinê BDP'ê sûcdar dikin û sedema greva birçîbûnê ne BDP polîtîkayên înkar û îmhayê ne û wiha pêde çû: "Ger ku di ser grevê re 56 roj derbaz bûbin û hêj grevê wekî pirsgirêkê dibînin nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Demîrtaş anî ziman ku, çalakiya birçîbûne ne sedem encameke û wiha got: "Em qet naxwazin hevalên me di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin. Lê ev tişt bi rîca û daxwaza me çênabe. Ji ber ku ew bi vîna xwe ketine çalakiyê û divê em daxwazên wan bibersivînin. Divê em bi siyaseta xwe bibin bersivê daxwazên wan ên rewa û mirovane. Divê em van daxwazên wan fam bikin û bi wate bikin. Pêwîste baş were zanîn ku çalakiya birçîbûnê ne pirsgirêk encameke.”
DIVÊ HIKÛMETÊ 20 ROJ BERÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN NIQAŞ KIRIBÛYA
Demîrtaş da zanîn ku, ger Serokwezîr Erdogan niqaşa duh li Lijneya Wezîran 20 roj berê niqaş kiribûya dê rewş nehata vê asteyê. Demîrtaş bilêv kir ku, ew girîngiyê didin niqaşa duh li Lijneya Wezîran û wekî niqaşek dereng mayî bi nav kir.
HIKÛMET Û WEZARET SÛC DIKIN, LÊ DOZGER BÊDENGIN
Demîrtaş da zanîn ku, tu aliyê hiqûqî û zagonê ku hevdîtina bi Ocalan re asteng bike tuneye û ev astengiya li pêş Ocalan li dijî zagonê ye. Demîrtaş destnişan kir ku li gorî zagona CMK'ê mafê parêzeran bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û tu pêdivî bi destûrê ji Serokwezîr bigire tune. Serokwezîr û Wezîr vê hêz û erkê ji ku digire. Serokwezîr û Wezîr bi vê fermanê sûc dikin. Makeqanûn vê destûrê dide. Em ji Serokwezîr Erdogan dipirsin makeqanûn di kijan xalê dê de destûr nadin.
DOZGER ÇI DIKIN
Demîrtaş bang li dozgeran kir û wiha got: "Dozgerê ku ji bilî li BDP'îyan fezleyekan vekin tu tiştî nakin, li hemberî vê daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya li dijî makeqanûnê çi dikin? Em bang wan dikin û dibêjin çima li hemberî sûcê hikûmetê bê dengin. Serokwezîr mudaxeleyî makeqanûnê û zagonan dike. Çima dozger û dodger bêdengin?"
Demîrtaş bang li kesên ku BDP'ê sûcdar dikin kir û wiha got: "Ji bo çareseriyê ka we çikir. Ji bilî şerê derûnî ka we çikir. Hêj xwarina 2 meh berê niha dikin çek û li hemberî me wekî şerê taybet bikar tînin û wekî serkeftina rojnamegerekî didin dest.
'10 SALIN HÛN BI SERÊ XWE ÎXTÎDARIN'
Demîrtaş anî ziman ku, heta 3 sal berê AKP hikûmet bû, lê niha AKP bûye îxtîdar û wiha got: "Hêza we heye û hûn bixwazin hûn dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Hemû sazî û dezgeh di destê we de ye. Ger ku wisa be hûn çima nabin bersiva daxwaza girtiyan. Hemû sûcdariyên derbarê BDP'ê de derewin. Li şûna şerê derûnî dimeşînin, hûn ji bo aştiyê pêş bixin û şer rawestînin niqaş bikin dê baştir bibe. Hûn ji bo rê li pêşiya xwînê rawestînin niqaşan bimeşînin dê çawa be.
Ji bo pirsgrêk çareser bibe û dawî li grevê bê me mîtîng pêk anîn. Me daxuyanî da. Me xwest bi hikûmetê û rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Me serî li hemû rê û rêbazan da. Lê hewldanên me bên bersiv man. Gavên li hemberî hev nehatin avêtin. Divê teqez êdî di dawiya vê hefteyê de gavên piratîk bên avêtin. Dîsa ji bo pirsgirêk çareser bibe vîna çareseriyê têkeve meriyetê çi ji destê me bê em dê bikin. Her ku mirinek çê dibe perçeyek ji canê me diçe. Divê hêsirê çavan li gorî rengê nîjadî neyê dîtin."
'KÎJAN SIYASETMEDAR GARANTIYA LI GIRTÎGEHAN MIRIN PÊK NEYÊ DIDE'
Demîrtaş destnîşan kir ku, tu siyasetmedar garantiya ku li girtîgehan di demjimêr û rojên pêş de mirin pêk neyê nikare bide û xwest bi lezgîn dest bi muzakereyan bikin. Demîrtaş wiha dawî li axaftina xwe anî: "'Divê êdî niqaşên îdamê bi dawî bibe. Divê ev mijar heta heta bê girtin û ev nîqaş dê zerarê bide pêşeroja Tirkiyeyê. Nîqaşa Erdogan ya derbarê îdamê de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê nebaşe. Li şûna li çareseriyê bigerin, nîqaş û gotinên li ser îdamê rêbazek şaşe û gel dixin nava rageşiyê. Divê li ser daxwazên girtiyan, muzakereyan û rawestandina şer nîqaşê bikin."
ANF NEWS AGENCY