1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Deng bidin dengê me hêzê bidin hêza me!'
'Deng bidin dengê me hêzê bidin hêza me!',deng,bidin,dengê,me,hêzê,bidin,hêza,me

'Deng bidin dengê me hêzê bidin hêza me!'

Girtiyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê Osman Otun ku ketiye greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger armanca xwe bi riya DÎHA'yê vegot

A+ A-

Girtiyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê Osman Otun, ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadî ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwazên gelê kurd en demokratik ketiye greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger armanca xwe bi riya DÎHA'yê vegot.

Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Osman Otun ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ê demokratîk bi riya hevalên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re şand.

*Hûn dikarin xwe bidin naskirin? Hûn ji bo çi û kengî hatin girtin. Hûn çima ketin vê çalakiyê?

"Ez di sala 1984'an de li gundê Besta yê Şirnexê ji dayik bûm. Ez bavê 2 zarokan im. Ji ber şert û mercên xerab min tenê 6 salan dibistan xwend. Min dibistan di pola 1'emîn a dibistana navîn de berda. Ez di şaredariya Şirnexê de karkerê demî yê paqijiyê bûm. Nêzî salekê ye ez di zindanê de me. Bavê min jî di zindanê de ye. Bavê min jî ji ber nasnameya xwe nêzî 7 salin di zindanê de ye. Xuya ye ku girtina me têr nake niha jî bavê min beyî ku li şert û mercên aborî û tendurisitê binerin, ji Girtîgeha Mîdyatê sirgûnî Girtîgeha Înebolu kirin. Ji ber bavê min xwedî vîn û bi rûmet bû û bi israr li nasnameya xwe ya siyasî xwedî derket, ew sirgun krin. Ev rewşa me ya siyasî wekî mîrateyê ku ji bavan derbasî lmewan dibe ye. Ev mirate li gorî min xezîneya herî bi qîmet e. Ev çalakiya me lixwedîderketina vê mîrateyê ye. Girtina min jî dije komplo û trajedî ye. Ez di 17'ê Îlona 2011'an de di operasyonê komkujiya siyasî ku li Şirnex û Cûdiyê dest pê kir û wekî "Seyda Çadiyan" hate meşandin hatim girtin. Delîlên der barê min de jî: Wêneyên li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Şirnexê hatin kişandin. Ez xebatkarê şaredariyê me. Lê dîsa ji bo dawî li şer bê û kuştin bi dawî bibe wekî kurdekî bi rûmet ez tev digerim û tev li daxuyanî û mîtîngan ên partiyê dibim. Li xwedîderketina min a rûmetê ji bo wan sûc e. Li gorî min bi rumet e li gorî wan sûc e. Lê di rastiya xwe de ne karê min e. Komployek li min hatiye çêkirin. Ji ber van komplo û pêkanînên dijmirovahî gundê me hate valakirin. Pergal bi vê girtinê ji min re dibêji 'Ma tu hêj bi aqil nebûye? digire û bi vê yekê jî nayê ser me sirgûn dike. Komplo pir aşkere ye. Ez baş dizanim ku ev komplo tenê li min û malbata min nayê kirin. Ev gelê kurd êdî sedsalek din koletiyê û bindestiya tu kesî qebûl nake. Ji ber ku gelê kurd gele dê mafê xwe bi dest bixe."

* Hûn ji 12'ê Îlonê heta niha di grevê dene armanc û daxwazên we çiye?

"Di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de xwestin gelê kurd bê nasname û statu bihêlin. Ji bo vê yekê jî di serî de li Zindana Amedê zordarî pêşxistin. Li hemberî vê zulmê çalakiya Kemal, Hayrî, Ferhat û çaran ya girtiyên azaiyê pêl bi pê li hemû welat belav bû. 12'ê îlonê li dijî zilmê roja berxwedanê ye. Ji ber vê yekê roj girîng e. Li dijî polîtîka û hewldanên bê nasnametiyê roja têkoşîn û berxewdanê ye. Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo daxwazên azadî, ewlehî û tenduristiyê pêk bên, ev çalakî girîng e. Heta ku daxwazên me pêk bên bedelê wê çi dibe bila bibe em dê bidin."

* Hikûmeta AKP'ê bi vê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çi armanc dike?

"Berî her tiştî hikûmeta AKP'ê dixwaze bandora Brêz Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd bişkîne û ji gelê kurd qut bike. Wekî tê zanîn 3.5 milyon mirovan got "Brêz Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye" Ev îspatek gelek girîng e. Êdî hemû cîhan vê yekê zanin. Niha li dijî înkarê bi milyonan kurd di nava serhildanê dene. Hikûmet û cîhan dibêje serî biçe dê beden perçe bibe û belav bibe. Ez tecrîda li ser Brêz Ocalan berî her tiştî perçekirina gelê kurd e. Ji ber ku Brêz Ocalan di aştiyê de bi israr e û samîmî ye welatên din vê yekê naxwazin. Dixwazin PKK'ê tune bikin. Dixwazin PKK'ê û Brêz Ocalan ji hev qut bikin. Serî û bedenê biqetînin. Armanca tecrîdê jêkirina serî ye. Şerê derûnî û siyasî dan meşandin û cemawerî xapandin. Lê li gorî min dema geşedanên li Rojhilata Navîn pêş diket xwestin dengê Brêz Ocalan qut bikin û hevsengiya Rojhilata navîn li gorî xwe pêş bixin. Dema Hz. Îsa li çarmixê girêdan hawariyên wî fikra wî li hemû cîhanê belav kirin. Hikûmet û hêzên serdest nikarin Brêz Ocalan ji daxwazên wî yên aştî, azadî û mirovahiyê dûr bixin. "

* Rakirina tecrîda li ser Brêz Ocalan ku gelê kurd wekî rêber qebûl dike dê çawa rabe?

Ji bo rakirina tecrîdê divê hemû kurdên xwedî rûmet û hemû mirovên bi hestewar rapin ser piyan û dakevin kolanan. Divê 24 saetan li ser piyan bin û dengê xwe bilind bikin. Divê hemû rêyên demokratîk û çalakiyên sivîl û rewa pêk bînin. Lêxwedî derketina Brêz Ocalan lê xwedîderketina aştî û mirovahiyê ye.

* Di her qadê de zimanê kurdî qedexe bûye. Ji bo adiya zimanê kurdî hûn di nava hewldanek çawa dene?

Çûkek jî xwedî azadiya ku bi deng û zimanê xwe biqîre heye. Lê gelê kurd ê ku xwedî dirok e zimanê wî hatiye qedexekirin. Lê zimanê me asteng û qedexe dikin. Rojhilata navîn divê bibe baxçeyê zimanan û zindî bibe."

Divê teqez Brêz Ocalan bigêje azadiya xwe û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn. Mafê her kesî heye bi zimanê xwe perwerde bibe û xizmetê bide û bibîne. Ji bo em bigêjin vî mafê xwe dê têkoşîna me berdewam bike.

* Banga we ya ji bo gel û hêzên demokratîk çiye?

Heta 2 daxwazên me yên sereke pêk neyên dê çalakiya me berdewam bike. Em bang li cemaweriyê dikin deng bidin dengê me û hêzê bidin hêza me. Em bi vê çalakiyê dixwazin aramî û aştiya Tirkiyeyê pêş bixin."

(mae)