1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dengbêj Gazin û aşiq Leylî êşên hevpar bi kilaman vedibêjin
Dengbêj Gazin û aşiq Leylî êşên hevpar bi kilaman vedibêjin,dengbêj,gazin,û,aşiq,leylî,êşên,hevpar,bi,kilaman,vedibêjin

Dengbêj Gazin û aşiq Leylî êşên hevpar bi kilaman vedibêjin

A+ A-

ZUHAL ATLAN/ROJDA KORKMAZ

STENBOL (DÎHA) – Dengbêj Gazin a wanî û aşiq Leylî ya ermen ên ku di çarçoveya Projeya Jinên Dengbêj û Aşiqan de hatin ba hev diyar kirin armanca wan ew e ku êşên gelên kurd û ermên ên hatine jiyîn vebêjin û pêşdarazên di navbera herdu civakan de ji holê rakin bişikînin.

Çanda Anatolyayê di çorçoveya Bernameya Piştrgiyê ya Pêvajoya Normalbûnê ya navbera Tirkiye û Ermenistanê ya ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin de dengbêja wanî Gazin û aşiqa ermen Leylî hatin ba hev û bi klamên xwe li aliyeki guhdar coçandin li aliyê din jî coşandin. Dengbêj Gazin û aşiq Leylî ewil li paytexta Ermenistanê hatin ba hev û piştre j îli girava Axtamarê di Dêra Ermen a Surp Xaçê kilamên xwe vegotin. Herdu hunermend herî dawî li Kampusa ÎTU’ya li Maçkayê konser dan. Dengbên Gazin û Aşiq Leylî li ser çanda dengbêjî û aşiqan ji DÎHA’yê re axivîn.

Herdu hunermendên ku zimanê wan cuda ne di biçûktiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûne. Aşiq Leylî ya ku ji malbatake muzîkvan tê hêj di biçûktiya xwe de stran çêkiriye û straye. Aşiq Leylî keça bavekî ji ber komkujiya ermenan a di 195’an de ji Erziromê koçberî Ermenistanê bûye û dayikeke eslê xwe gurcî ye. Leylî diyar kir ku ew ji Erziromê û Cavaxê îlhamê digire û stranan dinivîsîne. Di biçûktiya wê de malbat dengê wê ferq dike û dide dibistana muzîkê, li dibistanê koma reqs û muzîkê ava dike û li wir stranên xwe distrê. Ligel ku niha 72 salî ye jî hêjî xwedî dengeke pir xweş e. Aşuq Leylî anî ziman ku baweriya wê ew e ku muzîk mirovan baş dike û ew ji ber vê yekê stranan distrê. Leylî wiha axivî: “Ez bêhtir stranên li ser aşqê dinivîsînim. Ez nehiştim hezkiriyê xwe. Bi yekî din re zewicîm ji ber vê derdê û êşa evînê stranên li ser eşq û evînê dinivîsînim.”

‘Armanca me şkandina pêşdariziyen di navbera gelon de ye’

Aşiq Leylî destnîşan kir ku ji ber gelê ermen û kurd nêzîh ev bin ew bi dengbêj Gazin re hatiye ba hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çi dikin, ji bo civakên m enêzî hev bibin dikin. Dema ku civak hevdu nas dikin dê pêşdaraziyên di navbera civakan de jî ji holê rabin. Jixwe armanca me jî ev e.” Leylî anî ziman ku daxwaza wê ya herî mezin şkandina pêşdariziyan û aştî ye.

‘Êşên kum e jiyaya dibe bingeha dengbêjiyê’

Dengbêja wanî Gazin jî di biçûktiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û ji ber ku xwendin û nivîsandina wê nîn e qasî Leylî bi şans nîn e. Gazin ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê di biçûktiya xwe de gelek zehmetî kişandiye. Gazin diyar kir ku çanda dengbêjiyê di esasê xwe de aydî jinan e. Gazin destnîşan kir ku piştî tevgera azadiya kurd hebûna jinan diyarde bûye û jinan jî çanda dengbêjiyê dane berdewamkirin, ew jî ev 30 salan zêdetir dengbêjiyê dike. Gazin bilêv kir ku dema kliman dibêje êşên jinan hîs dike û êşên jinan bi kilaman vedîbêje: “Piştî erheja Wanê min kilamek çêkir. Di komkujiya Roboskê de mirov ê hestir ketibîn nava hevdu ev rewşeke pir giran bû, dilê me şewitî bû. Li ser van êşan min kilam çêkir. Ev êş dibin bingeha dengbêjiyê.”

Dengbêj Gazin da zanîn ku gelê ermen û kurd salên demdirêj li ser axake bi hevre jiyana û ji ber vê yekê jî çanda wan dişibe hev û wiha pêde çû: “Ez êşên ku komkujiyên ermanan vedibêjin jî distrêm. Ev êş bi saya dengbêjiyê heta îro gihîştine.” Gazin got ku ew bi aşiq Leylî re çûye gundên ermenan û bi hevre kilam gotine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku min li Ermenistanê konser da, gelek jinên ermen giriyan. Bi vê projeyê ve me derfetên ku êşên hevre dijîn bînin ziman dît. Armanca ma ew e ku vê çandê bi vê projeyê ve bêştir pêş bixin û bigihînen nifşên nû, nirxên xwe baştir bidin naskirin, taybetî jî ji bo jinên ku dengbêjiya wan bi salan ji civakê hate veşartin qadeke vekin.”

(sa)