1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Dengbêj Mehmûd Salih: Divê em çanda xwe ya dengbêjiyê zindî bihêlin
Dengbêj Mehmûd Salih: Divê em çanda xwe ya dengbêjiyê zindî bihêlin,dengbêj,mehmûd,salih,divê,em,çanda,xwe,ya,dengbêjiyê,zindî,bihêlin

Dengbêj Mehmûd Salih: Divê em çanda xwe ya dengbêjiyê zindî bihêlin

Dengbêjê Mexmûrî Mehmûd Salih ku ji zarokatiya xwe ve stranên dengbêjiyê distire, behsa rêwîtiya xwe ya berbi dengbêjiyê ve û serpêhatiya jiyana xwe ji ajansa me RojNews’ê re dike

A+ A-

XURBET TALLÎ/MEXMÛR

Welatiyê bi navê Mehmûd Salih Mijînî ku li wargeha penaberan ya şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî û ji zarokatiya xwe ve dest bi karê hûnera dengbêjiyê kiriye ji ajansa me RojNews’ê re behsa hezkirina xwe ya ji dengbêjiyê re dike.

Di şevbêrkan de gelek cûreyên stran û dengbêjiyê dihatin gotin

Bûyîna dengbêjekî baş xeyalê Mehmûd Salih yê zarokatiyê bûye û wiha behsa serpêhatiya xwe ya dengbêjiyê dike: “Dema hêj ez zarok bûm min pir ji dengbêjiyê hez dikir û mereqeke min a pir mezin ji denbêjiyê re hebû. Bi vê mereqa xwe ez fêrî hûnera dengbêjiyê bûm. Di wan deman de li gundê me dibistan hebû, dema em diçûn dibistanê her çiqasî me zimanê Tirkî ne dizanî jî lê, ji ber li dibistanê ji bo em zimanê xwe ne axivîn bi stran û leyîstokan em fêrî zimanê Tirkî dikirin. Jiber ku min ji zimanê Tirkî hes nedikir, demê ez diçûm dibistanê jî ez bi rêkûpêk nediçûm dibistanê. Wê demê bala min zêdetir dengbêjiya Kurdî dikişand. Ji ber ku min ji Tirkî heznedikir , ez her tim ji dibistanê direviyam. Jixwe min tenê salekî dibistana Tirkî xwend.

Di wan deman de zêdetir degbêjî di dawetên bûk û zavayan de dihatin gotin. Dema şahiyên zewacê de bi roj li hev di civîn dawetê dikirin û bi şev jî zilam tev li malekî kom dibûn û dest bi sitranên dengbêjiyê dikirin. Her wisa di dawetan de stranên rûniştî jî digotin û navê wan stranan jî ‘Bêrîte’ye. Ev dawet jî dema dirûnin xwe dikin du kom. Hinek ji wan stranan digotin û yên din jî lê divegerandin. Bi vî awayî di cihê xwe de rûniştî dawet dikirin. Di wan şevbêrkên xwe de gelek reng û cûreyên dengbêjiyê di sitrandin. Jinan jî li aliyê din ji xwe re stranên dengbêjî û stranên dawetan digotin.”

‘Mamoste li ser me ferz dikir ku em her sibe li pêşberî wêneyê Ataturk rawestin’

Salih diyar dike ku bi derketina Tevgera Apoyî re zêdetir naskirina wan ji çanda xwere çêbûye û dirêjî bi axaftina xwe dide: “ Mamosteyên Tirk li dibistanê bi zorê ji me dixwestin ku em her serê sibehê li ber peykerê Ataturk rawestin û hurmeta xwe diyar bikin. Lê, ji ber tişta di malê de ji me re dihate gotin berovajiyê wê bû, me bi gotina wan nedikir û heta me henekê xwe jî pêdikir. Dema em diçûn dibistanê dijmin tenê ziman û welatê Tirkiyê bi me dida nasîn û fêrî me dikir. Ji lewma min nexwast dibistanê berdewam bikim û min terk kir.

Dengbêj Salih diyar dike ku ji dibistanê zêdetir dîwanên dengbêjan wîya cezb kiriye û wiha pêde diçe: “Ji dibistanê zêdetir dîwanên dengbêjan min cezb dikir. Ez diçûm gel van dengbêjan û min gûhdarê wan dikir. Bi vî awayî jî ez fêrî dengbêjiyê bûm. Li gund dema xelkê genimê xwe didirût, tenê du bêder hebûn. Gundiyan genimê xwe di wan bênderan de bicih dikir. Ji êvarê heya berbangê me genminê xwe di ber sitrandina dengbêjî û kilamên şahiyan de dihêra.

Bi vî awayî bi demê re ez fêrî stranên dengbêjiyê bûm. Ji derveyî dengbêjî stranên wek payîzok, lawik, xem (êş), şahî, heyranok, stranên şeran jî dihatin gotin. Dema di nava du eşîran de, yan jî du gundan de şer û kuştin çêdibûn stranên xemgîniyê li ser wan şeran jî dihatin gotin. Ev çand nifş bi nifş hatiye ragihandin û heya roja me ya îro jî berdewam dike.”

‘Min di 15 saliya xwede dest bi dengbêjiyê kir’

Salihê dengbêj diyar dike ku dengbêjên gûnd wê xwestekê di wî de pêşxistine û wiha berdewam dike: “Min di 15 saliya xwe de dest bi stranên dengbêjiyê kir. Dibe ez weke dengbêjekî nedihatim nasîn lê, dema em diçûn şivaniyê, ber bexçe, zozanan yanjî komkirina pincarê me ji xwere sitranên dengbêjiyê û her weke din digot. Di gund de gelek dengbêj hebûn û dengbêjên ku herî zêde bala min dikêşand jî Mihemed Salihbû ku di gundê Mijîn de yê herî dengê wî di hat ecibandin û xweş yê wî bû. Em cîranê hevbûn, min ji deng û stranên wî pir hez dikir. Dema stran digot, ez diçûm mala wan û min guhdarî dengê wî yê xweş dikir. Dengbêjek din jî hebû ew jî xizmê wan bû, navê wî jî Egîdê Ebdulhemîd bû. Ew jî stranbêjekî hindek bi temen bû. Min carnan ji kurê wî re di got, ez kengê bêm gel bavê te wê hinek stranan fêrî min bike; Kurê wî jî ji min re di got,dema bavê min hinekî nexweş dikeve yan tayek digre, stranan di wê demê de dibêje. Min jî di got Abdullah dema bavê te nexweş bû yan ta girt û dest bi stranan kir banî min bike, da ez bêm guhdarî dengê wî yê zelal bikim. Çîroka min a fêrbûna dengbêjiyê jî wiha destpê kiriye.”

Min ji heyranokan pir hesdikir

Salih diyar dike ku ji bo ew bibe dengbêj dayîka wê kedeke taybet daye û wiha dirêjî bi axaftina xwe tîne: “Dayîka min jî gelek caran di mijara gotina stranên dengbêjiyê de bi min re bûye alîkar. Dema stranê şaş dikir dayîka min ji min re sererast dikir. Lê dayîka min ticaran wek stranbêjek jin anjî wek degbêjek di civat û dawetan de stran ne got. Lê dema diçû çolê jixwere bi awayeke azad disitra. Dema ez hinekî fêrî dengbêjiyê bûm şûnde, êdî min di dîwan û koçkan de stranên dengbêjiyê digot. Di dîwanan de min hinekî şerm dikir, nikarîbû stranên evîniyê bêjim. Lê di dîwan û koçkan de herî zêde me stranên li ser şeran, payîzok û hwd. di gotin. Min ji heyranokan zehf hez dikir. Wê demê ji ber zanistiya me ya siyasî nebû ji lewma me sitranên peyamên xwe yên siyasî hebûn zêde ne di got. Pîştî ez mezinbûm û şûnde êdî min stran li ser şeran jî di got. Dema em penaber bûn û şûnde min di nava stranên xwe de kêmek be jî giranî da aliyê siyasî. Dema em li kampa Etrûşê bûn me li wêderê jî wekî komê, karê çand û hûnerê dikir. Dema em ji Etrûş jî penaber bûn hatin Mexmûrê, li vê derê jî dema saziya çandê hate vekirin min dîsa cihê xwe di têde girt û hûnera xwe ya dengbêjiyê berdewam kir.”

‘Em bi hev re xwedî li çanda xwe derbikevin’

Salih di dawiya axaftina xwede dibêje em bi hev re xwedî li çand û dîroka xwe derkevin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “ Banga min ji tevahî gelê Kurd û bi taybet jî li ciwanan heye ku ji bo dengbêjî berdewam bike, xwedî lê derbikevin û bidin berdewam kirin.”