1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dengbêjan reng û deng dane mîhrîcanê
Dengbêjan reng û deng dane mîhrîcanê,dengbêjan,reng,û,deng,dane,mîhrîcanê

Dengbêjan reng û deng dane mîhrîcanê

Mihrîcana muzîkê di roja 2'emîn de bi awaza dengbêjan berdewam kir

A+ A-

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin", di roja 2'emîn de bi sewt û awaza dengbêjan û konsera muzîkê berdem kir. Li Kolana Hunerê Dengbêjên Hunerê yê Koma Praksis a Mêrsînê û li Parka Koşuyolu ji denbgêjên jin û mêr guhdarên xwe sermest kirin.

1'emîn Mihrîcana Muzîkê ya Amedê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîre bi hişyariya "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin" di roja 2'emîn de li Parka Koşuyolu û Kolana Hunerê bi aqaz û stranên dengbêjan bedewam kir. Endamên Komê diyar kir ku reng û nasnameya wan cûde be jî dê têkoşîna biratiyê berdewan bikin. Li Parka Koşuyolu Diwana Dengbêjan ên bi navê Dengbej Dayika Meyrem, Seyitxanê Boyaxçî, Apê Selahttin, Silemanê Şirnexî, Cafer, Behiye û Ziynet bi stran û awazên xwe guhdar serbest kirin.

(mae)