Dengbêjê bi fotêr Velî Ustun!
Evîndarê Bekîr Kaya dengbêjê bi fotêr Velî Ustun!
Welatiyê bi navê Velî Ustun ku bi kêmaqiliya xwe tê nasîn, li aliyê din jî bi pir rengî bûn û çanda xwe jî xwe bi welatiyan dide hezkirin. Ustun serê sibê heta êvarê li kolan û parqên Wanê, bi gotina stran û sitrana ku wî ji xwe re li ser Şaredarê girtî yê Wanê Bekîr Kaya, çê kiriye baldariya hemû welatîyan dikişîne ser xwe.
Dînên herêmê bi pir rengîbûn û çanda xwe bi welatiyan xwe didin hezkirin. Yek ji van kesan jî welatiyê bi navê Velî Ustun e. Velî Ustun ji kişandina cixarê û danîna şewqeya Fotêr ku dide serê xwe pir hez dike. Şewqeya Ustun pir pê dikeve û wek kesê suyar xuya dike. Ustun, dema li kolan û parqên bajarê Wanê, ji xwe re digere qîr dike stran û kilamên dengbêjiyê, ji qirika Ustun dengê dengbêjên herema Serhedê ji gewriya wî dertê. Ustun, ji xwe re newa û awaz li stran û kilaman tîne û dibêje. Ustun, dema qîr dike vegotina stran û kilaman bala hemû welatiyên li kolan û parqa dide ser xwe. Nikare li cihê xwe bi sekine, her tim cixareya wî di devî wî daye û li ser hev diçe û tê. Di strandina Ustun de tişta herî balkêş ew e ku li gorî newa û awaza xwe, li ser Şaredarê girtî yê Wanê Bekîr Kaya dildariya xwe tîne ziman. Dema li deng qîrîna Ustun tê nêrîn, tu yê bêjî ne îsal tu bêjî îsal 70’ê sale evîndarê xebata Şaredar Kaya ye û dengbêjiyê dike.
Ew ji bo evîna welat strana dibeje
Ustun, li gorî xwe strana li ser Şaredar Bekîr Kaya derxistiye ji qemera me re anî ziman. Piştî Ustun, wê xwe stranê anî ziman dîsa li gorî xwe strana bi nav û deng Çemê Çetelê li gor awaza xwe anî ziman. Dema me pirsa çima tu van strana dibejî pirsî Ustun kir. Ustun wiha bersivand: “Ji bo evîndariya welatê xwe, dê emrê me her tim kurd be. Ji bo evîna welat û gelê kurd evîna me her tim kurd e. Dê heta dawiya emrê me jî jiyana me kurd û kurdî be û emê heta dawiyê têkoşîn bikin.”
Wêne û Dîmen: BÎLAL GULDEM
(bg/mae)