1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Dengbêjên Colemêrgê
Dengbêjên Colemêrgê,dengbêjên,colemêrgê

Dengbêjên Colemêrgê

Dengbêjên Colemêrgê di bin banê Navenda Çandê de kom dibin

A+ A-

Dengbêjên li Colemêrgê ji bo karibin hunerên xwe bi awayekî rêxistînî û nîzam pêş bixin û têxin xizmeta civakê di bin baneyê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran a Şaredariya Colemêrgê de li hev kom dibin.

Piştî ku Şaredariya Colemêrgê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran ava kir, ji bo çand û hunera li Colemêrgê pêş bixe û têxe xizmeta civakê ket nava hewldanan. Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran, di çarçoveya pêşxistina çand û hunera Colemêrgê de dixaze çanda kevneşopiya dengbêjiyê bi rêxistin bike û pêş bixe. Navenda Çandê hewl dide ku hemû dengêjên di bin baneyê navendê de kom bike û hunera wan bi civakê re parve bike. Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran, piştî hemû dengbêjên Colemêrgê li hev kom bike dê li ser çanda dengbêjiyê raweste û hunerê wan bide pêşandan. Dengbêjan, bi vê hewldana Navenda Çandê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev hewldan dê çanda dengbêjiyê li dijî polîtîkayên bişaftin û tunekirinê biparêze. Dengbêjê bi navê Eboyê Marûfî (Abo Akinlar) anî ziman ku di serdemê berê de dengbêj li gundan pir bi qîmet bûn û her ku diçe qîmetê wan wekî berê namîne. Akinlar, anî ziman ku armanca wan vê çanda xwe ya kevnare û dîrokî ji nûve zindî bikin û pêş bixin û di bin baneyê Navenda Çandê de bi rêxistin bikin. Akinlar, da zanîn ku pêşiyên wan jî dengbêj bûn û ev wekî mîrateyekê heta îro hatiye. Akinlar, destnîşan kir ku di serdemên berê de li gundan hefteyekî dahwetan berdewam dikir û hemû dengbêjên herêmê di dahwetan de hunerê xwe pêşkêş dikir. Akinlar, anî ziman ku berê Kehîyê Enter nûnertiya Bilecaniyan, Siloyê Serê Girî nûnertiya Şîvişkiyan, Simailê Binevşê nûnertiya Jiyanişan û nûnertiya gundê wan jî bavê wî Simailê Ebo dikir.

'Piştî gund vala kirin çanda dengbêjiyê têk çû'

Akinlar, destnîşan kir ku berê li gundan çanda dengbêjiyê peş ketibû û wiha axivî: "Li herêma me ji zilaman bêtir jin dengbêjiyê dikin. Li gundê me zilam û jinan govend ji hev cuda digerandin. Dema hine dikirin li dora bûkê kom dibûn dengbêjî dikirin. Piştî ku gundê me vala bûn û em hatin bajar êdî ev çanda dengbejiye jî belav bû.

'Em dê çanda xwe zindî bikin'

Dengbêjê bi navê Basrî Demîr, jî anî ziman ku armanca wan çand û hunera dengbêjê disa wekî berê zindî bikin û bi rêxistin bikin. Demîr, da zanîn ku ew dixwazin vê çandê bi awayekî rêxistin û pêşketî dîsa bi civakê re parve bikin û wiha axivî: "Ji mala me re dibêjin mala Egid. Ez ji bavê xwe fêrî dengbêjiyê bûm. Ji bavê min re dibêjin Egîdê Mîrza Mehemed. Lê piştî dewletê gundê me vala kirin û em koçî bajaran bûn çanda dengbêjiyê têk çû. Em dixwazin vê çanda xwe dîsa di bin baneyê Navenda Çanda Feqiyê Teyran de pêş bixin. Berê gelek hunermend dihatin gund û me kaset ji wan re tije dikir. Rojekê min 5 kaset tije kirin. Mixabin tenê mirov ji bo pereyan çandê pêş dixin. Lê divê ji bo perçeyekî jiyanê çand bê parastin."

‘Bi zanebûn çanda me perçe dikin'

Denbêjê bi navê Derwêşê Marufî (Derviş Korkut) ji anî ziman ku li dijî çand û kevneşopiya wan şer û polîtîkayên taybet tên meşandin û bi zanebûn çanda wan a dengbêjiyê rastî polîtîkayên tunekirin û bişaftinê tên. Korkut, destnîşan kir ku niha bi rêzefîlm û bernameyên televîzyonê li dijî çand û kevneşopiya wan şerekî mezin tê meşandin û ew dixwazin li hemberî vî şerî çanda xwe ya dengbêjiyê biparêzin û bi rêxistin bikin.

'Ji bo pêşxistina dengêjiyê me lez da xebatên xwe'

Dengbêjê bi navê Îsmailê Colemêrgî jî anî ziman ku dive denbejiyê li dijî polîtîkayên taybet bê parstin û wiha axivi: "Em dibin baneyê Navenda Çanda Feqiyê Teyran de xebatên xwe yên dengbêjiyê dimeşînin. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî