Dengek li pey Hûriyan: Orkêş
HOGIR EBDO – SEMA DERBAS
ANHA - AMÛDÊ - Radyoya Dengê Orkêş ku ji beriya 7 mehan ve li bajarê Amûdê weşana xwe dike, di nava civaka Kurd, Ereb û Suryan de pir hatiye hezkirin û bûye dengê rast ê pêkhateyan.AMUDE-RADYO-DENGE-ORKES
Radyo ya Orkêş ku di 1’ê tabaxa 2014’an de dest bi weşan testê kir û di 5 îlona 2014’an de bi awayekî fermî li bajarê Amûdê dest bi weşanê kir , di nava civaka Kurd, Ereb û Suryan de dengvedaneke mezin çêkiriye.
Ji bo nûjenkirina Şaristaniya Hûriyan Orkêş
Navê dengê Orkêş ji girê Orkêş ê dîrokî ango bi navê girê Moza tê naskirin hatiye girtin. Li vê herêmê 6 hezar sal beriya zayînê şaristaniya Hûriyan ku li tevahiya herêmên Sûriyayê belav bibûm serwe bibûn. Ji bo ku çanda resen a gelên Mezopotamya û şaristaniya Hûriyan careke din were nûjenkirin û ev nav li radyo Dengê Orkêş hate kirin. Balkêşe ku logoya radyoya Orkêş bi zimanên Kurdî û Hûrî hatiye nivîsandin.AMUDE-RADYO-DENGE-ORKES-4
Bûye dengvedana şoreşê
Dengê Orkêş ji bo xwe xeta şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî bingeh armanca kir. Her dem bi serkeftinên şoreşê re bû yek û ji bo dengê Rojava yê rast bigihîne tevahiya civaka Kurd, Ereb û Suryan hemû hewldanên xwe dike. Ji radyo helbest û starênên şoreşgerî yên girêdayî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û tekoşerên wan tên pêşkêşkirin. Di nava civakê de dengvedana şoreşa Rojavayê Kurdistanê belav dike.
Li ser pêla FM 103.0 tê guhdarkirin
Dengê Orkêş ku li ser pêleya 103.0’an FM weşanê dike dighêje 25 km ji çar aliyên bajarê Amûdê ango dighêje hemû gundên derdorê, her wiha gundên li aliyê Bakûrê Kurdistanê yên girêdayî Mêrdînê. Welatiyên Bakûr jî li Orkêş guhdar dikin û gelek caran bi riya telefonê beşdarî bernameyên wê dibin û daxwaz û nerînên xwe tînin ziman.AMUDE-RADYO-DENGE-ORKES-2
Xebatkarên Orkêşê bi dildarî dixebitin
Di destpêka avakirina radyo de hin kes bi awayekî dildarî beşdarî xebatên radyo bûn û heta niha van xebatan didin meşandin. radyoya ku bi armanca belavkirina çanda resen a gelên herêmê hatiye vekirin di destpêka weşanê de rastî gelek astengiyan dihat. Ji ber ku kesên beşdarî xebatên radyo bubûn ne perwerdekirî û pispor bûn an jî rojnamevanî nexwendibûn ev astengiyên meslekî li pêşiya wan derdiketin. Lê him him roj bi roj ev astegî ji holê hatin rakirin û xebatên ku hin tecrûbeyên wan hebûn alîkariya hevalên xwe yên din kirin û hev du temam kirin. Tevî derfet û alavên teknîkî yên kêm jî lê radyo dengê Orkêş dikarîbû bi gelek radyoyên din re bikeve nava pêşbirkê.
Akîba kar a radyo Dengê Orkêş ji 9 kesan pêk tê 3 ji wan cihê xwe di rêveberiya radyo de digrin û 6 jî nûçegîhan, pêşkêşvan û teknîkçî (kontrol) ne. Ji van xebatkaran 4 xort û 5 jî jin in. Nûçegîhanên radyo hertim li nava kolan û malan digerin, hevpeyvînan bi welatiyan re dikin û bernameyên nûçeyên xwe dewlemend dikin. Çi bûyer li Amûdê rû bide çi çalakî were lidarxistin xebatkarên Dengê Orkêş li wir in û bûyerê ji nêz ve dişopînin.AMUDE-RADYO-DENGE-ORKES-1
Em ê Orkêş bikin dengê rastiyê
Rêveberê Radyo Dengê Orkêş Kurdyar Dirêyî ku di heman demê de pêşkêşvaniya bernameyekê dike, diyar kir ku tevî hejmara akîba wan a kêm û derfetên biçûk ên di dest wan de, ew dikarin bi gelek radyoyên Rojava yên ku akîbên wan ji 80 kesan pêk tên, di nava pêşbirkê de bin. Li gorî Dirêyî ji bo wan hejmar ne zêde girîng e, lê ya girîng ku kesê/a xebatkar bi vîna xwe ya azad kar bike û xwe pêşde bixe ye.
Dirêyî wiha anî ziman: Me bi derfetên kêm destpê kiriye û em ê vê xebatê heta dawî biser bixin, em ê hewl bidin ku dengê Orkêş bikin dengê tevahiya civaka û bi riya wê çanda rasteqîn a gelan vegerînin.
Bi Ey reqîb destpê dike û bidawî dikeAMUDE-RADYO-DENGE-ORKES-5
Radyo ya Orkêş saet di 08.00an de bi Sirûda Netewî Ey reqîb dest pê dike, saet di 22.00an de bi heman sirûdê dawî li bernameyên xwe yên rojê tîne. Di nava van seatan de gelek stran û bername curbecur tên weşandin. Ji dengê Orkêş herî zêde staranên hunermend Mihemed Şêxo, Feyrûz, Marsêl Xelîfe û Aram Tîgran tên pêşkêşkirin. Orkêş her wiha stranên şoreşgerî, folklorî û evînî yên bi zimanê Kurd, Erebî li ser daxwaza welatiyên bajar û gundên wê diweşîne. Di navberan de propaganda radyo ya Orkêş FM dengê me dengê we ye, dengê tevahiya civakê ye, ji bajarê Amûdê li ser pêla 103.0 tê bihîstin.
Ji Dengê Orkêş bernameyên cûrbecûr
Welatiyên bajar û gundên wê gelekî bi bernameyên Dengê Orkêş ve girêdayî ne. Ji bernameyên ku herî tên guhdarkirin û hezkirin Bernameya Sibeha Orkêş a ji saet 09.00an heta 12.00an ku bi zimanên kurdî û Erebî tê pêşkêşkirin, Gulîstana stranan, her wiha bernameyên çandinî, tenduristî û siyasî ne. Bernameya Bêdeng Nemîne ku têde êş û azarên welatiyan tên vegotin û şaştiyên saziyên bajar tên nîqaşkirin û çareseriyên baş jêre tên danîn, li gel welatiyên Amûdê xwedî cihekî taybet e. Di bernameyê de welatî bi riya telefonê beşdar dibin û bi awayekî bêsînor nerînên xwe derbarê saziyan de diyar dikin û nameyên xwe digihînin van saziyan. Ji Dengê Orkêş bernamya Jin ji aliyê xebatarên jin tê pêşkêşkirin. Di nava van bernameyan de serê her saetekê toreya sernûçeyên rojê bi Kurdî û Erebî tên pêşkêşkirin.AMUDE-RADYO-DENGE-ORKES-3
Derxistina êşên jinan peywira me ye
Xebatkara jin Bêrîvan Reşik ku cihê xwe di rêveberiya radyo de digre, nûçegîhaniyê û pêşkêşvaniyê jî dike û hin caran xebatên teknîkî (kontrol) dide meşandin got: Wekî xebatkarên jin di radyo Dengê Orkêş me karîbû gelek guhertinên bingehîn di hişmendiya welatiyan de çêbikin. Kesên ku beriya niha ji derketina keçekê ji mala xwe matmayî diman niha dikarin bi hêsanî xebata keçekê wekî nûçegîhan, pêşkêşvan û rêveber di radyoyekê de qebûl bikin. Ji bilî xebatên radyo yên giştî xebatên me yên taybet bi jinan jî hene. Em hewl didin ku hemû êş û azarên jinên Amûdê derxin û çareseriyan ji wan re peyda bikin. Ev erk û peywira hemû dezgehên çapemeniyê ye.
ANHA