1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dengê dengbêjan tevlî xwezayê dibe!
Dengê dengbêjan tevlî xwezayê dibe!,dengê,dengbêjan,tevlî,xwezayê,dibe

Dengê dengbêjan tevlî xwezayê dibe!

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 19.07.2014 07:40:39 Li Êlihê li mala Dengbêjan ku şaredariyê cih tehsîs kir, di meha Remezanê de jî bi klamên otantîk ên Kurd dengbêj tên cem hev. Dengbêj li gel kemanê stranên xwe dibêjin û wek şopdarên muzîka klasîk a Kurd dîroka hezaran salî vedibêjin.

Dengbêjên ku di dîroka Kurd de roleke girîng dilîzin, di parastina çanda dengbêjiyê de li ber xwe didin û li Êlihê jî li daristana Esentepe di mala Dengbêjan a ku hatiye avakirin de klamên otantîk tên gotin. Denbêjên ku di klamên xwe de dîrok û çanda Kurd a hezaran salan dikin mijar, lehengiyên di dîrokê de hatine jiyîn, îxanet û gotinên li ser evînê hatine gotin bi stranên destanî tên gotin û ev jî dîrokê ronî dike. Dengbêjên Êlihê li gel ku rojî digirin jî, beyî ku birçîbûn û tîbûnê hîs bikin, li gel kemanê stranên xwe distirên.