1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Dengê efsûnî yê Xorasanê: Yelda Abbasî
Dengê efsûnî yê Xorasanê: Yelda Abbasî,dengê,efsûnî,yê,xorasanê,yelda,abbasî

Dengê efsûnî yê Xorasanê: Yelda Abbasî

A+ A-

GOKHAN ALTAY

DÊRSIM (DÎHA) - Hunermend Yelda Abbasî cara yekemîn bi boneya 14.emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê hat Bakurê Kurdistanê û li Dêrsimê konser da. Qanûnên Komara Îranê jî li hember dengê Abbasî yê zîz û zelal kêr nehatin û di demeke kin de bi albûmekê nû derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Bi salan e gelê kurd li her çar parçeyên welatê xwe li hember zilm, zordarî û tundiyê tê. Her çiqas niha li Rojava û Bakurê Kurdistanê gelek mafên xwe bi dest xistibin û xweseriya xwe bi dest xistibin jî hê Bakur û Rojhilata Kurdistanê ev rewş berdewam dike. Kurd herî zêde ji aliyê çandî ve li hember tundiyê rû bi rû ma. Lê ligel hunermendên kurd li hember van polîtîqayan rol û ristêk mezin girtin ser xwe. Yek ji van jî hunermendên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ne. Heya roja îro ji ber dewleta Komara Îslamî ya Îranê dengê kurdên Rojhilatê Kurdistanê zêde nayê bihîstin. Li Rojhilata Kurdistanê jî Dewleta Îranê di bin ola Îslamê de ne tenê kurd hemû milletan ji mafên wan pê par hiştiye. Bi taybetî jî jin para herî mezin girtine û hê gelek deverên Îranê wek statûya koletiyê de dijîn.

Hê jî dengê jinan xeram tê dîtin!

Ji aliyê çandî nexwe kurd û milletên din bi zimanê xwe nikarin zêde bibin dengê gelê xwe. Hunermendên Xorasana ku ji aliyê çandî ve di nav cihanê de nav û deng e jî ji vê tundî û zilmê para herî zêde girtiye. Ji ber ku gelek millet di Xorasanê de dijîn wek navenda çandê tê dîtin û bi çand û hunera ku li wir di nav ev qas zor û zehmetiyê de bi pêş dikeve bi tarzeke cuda weke paceyek hunerê ya cihanê ye. Ligel ev qas dewlemendiyê hê jî di bin banê ola îslamê de dengê jinan wek xeram tê hesibandin. Jin hê nikarin hunera xwe bi awayek vekirî bimeşînin. Li îranê şîdeta mêran têre nake yek jî şîdeta dewletê wek şûreke sor li ser wan tê hejandin.

Devê hunermendan tê dadan!

Li îranê jin tenê dikarin biçin dawetan lê nikarin di konserek de stranên xwe bistirên. Dema biçin konserê jî divê hem guhdarvan hem kesên enstrumanan bikartînin divê jin bin. Li gorî maqeqanûna Komara Îranê, jin tu carî nikarin di cihên vekirî de hunera xwe pêşkêş bikin. Hunermendên ku wek dengê civakê tê dîtin li Îranê nikarin tek peyvek siyasî jî bi kar bînin. Dema tiştek bi vî awayî bikin jî dawiya wan ne diyar e. An tên recmkirinn, an jî cizayên mezin li wan tê birîn. Lê ev ciza û tundî her çiqas mezin bibe jî dengê hunermendên jin nekariye bibire.

Ji 5 saliya xwe bi dizî dest pê dike

Hunermenda navdar Yelda Abbasiya ku bi strana "Ezîz can" tê nasîn ji van yek e. Dengê Abbasî wek ava hênik û bi tarz û şêwaza xwe li cihanê belav dibe. Abbasî, kurdek Xorasanê ye û di 5 saliya xwe de bi enstrumanên muzîkê re mujil dibe. Ji ber ku diya wê di karê radiyoyê de xebitiye bandora diya wê Ruya Abbasî li ser bandorek mezin çêkirye. Abbasî, heya 11 saliya xwe ji malbata xwe vê eleqeya xwe veşart û piştre biryar da ku êdî bi awayek vekirî dest bi karê hunerê bike. Heya niha albûmek tenê çêkir lê bi dengê xwe yê zîz bala cihanê kişand. Albûma xwe ya bi navê "Kuwat" bû nav û deng. 7 stranan bi kurdî û farisî di nav albûma xwe de bi cih kir.

Albûma nû di rê de ye

Her wiha bi hunermendê Îranî Mohsen Mizazade re di albûma yekemîn de duetê kir. Li gorî qanûnên Komara Îslamê ya Îrane dema jin û mêrek duetek bikin divê hemû kiteyên stranê bi hev re bixwînin Lê Abbasî û Mîzazade bi hev re naxwînin. Yek kiteyek ya din jî kityek dixwînin.Ji ber vê jî albûm bi awayek dizî derket û bi riya înternetê belav bû. Hê jî ev albûm li Îranê bi awayek veşarî tê guhdarkirin. Abbasî ji ber ku ji hunera xwe tu pere qezenç nekir ji aliyê aboriye jî gele zehmetî kişand. Di heman demê de heya niha Abbasî li bajarên Ewropayê 12 konserên mezin dane. Ev konser bi dizî pêk hatin. Di şer t û mercên zor û zehmetî de ji Xorasanê derdikeve û konseran dide. Sedema vê zayenda wê ye. Di heman demê de Komara Îranê naxwaze dengê kurdan ji cihanê belav bibe. Abbasî herî dawîn ji bo 14.emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê hat Bakûrê Kurdistanê. Ev cara yekemîn e li tê Bakurê Kurdistanê û cara yekemîn li Dêrsimê konser da.

Taybetiya herî mezin ya Abbasî dengê wê be jî bi tarza xwe balê dikişîne ser xwe. Enstrumana dutarê bi kar tîne. Vê lêdanê jî ji diya xwe hîn dibe. Abbasî ev saleke zêdetir dest bi albûmekê kiriye û ber bi qedînê ye. Ji bo ku albûma wê bi fermî derkeve serî saziyên fermî kiriye. Hemû albûmê de tênê dengê Abbasî heye û di demeke nêz de heke fermî nebe jî bi hezkiriyên Abbasî ev albûma dê derkeve.

(sa)