‘Dengê Kobanê’ ji nû ve dest bi weşanê kir
Piştî Şoreşa Rojava Rejîma Baasê ceyran bajar qut kir û ji bo welatiyên Kobanê geşedanan bişopînin "Radyoya Dengê Kobanê" hate vekirin û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê radyoyê navbera dabû weşana xwe û radyo ji nû ve dest bi weşanê kir
KOBANÎ - NÛRÎ AKMAN
Piştî Şoreşa Rojava Rejîma Baasê ceyran bajar qut kir û ji bo welatiyên Kobanê geşedanan bişopînin "Radyoya Dengê Kobanê" hate vekirin û piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê radyoyê navbera dabû weşana xwe û radyo ji nû ve li ser frekansa 103.5 careke din ji nûve dest bi weşanê kir.
Piştî çeteyên DAIŞ'ê bi hovane êrîş li Kobanê kirin sazî û dezgehên li bajar bêfonksiyon man û pişt şervanên YPG û YPJ'ê Kobanê ji çeteyan paqij kir sazî û dezgehan di nav xirabeyan de dest bi kar kirin. Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kirin Radyoya Dengê Kobanê jî navbera dabû weşana xwe û piştî 6 meh şunda ji nû ve dest bi weşanê kir. Radyoya Dengê Kobanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê yekemîn radyoya ku li Kantonê hatiye vekirin e û ji bilî Kantonê li Serxetê jî dihat guhdarkirin. Di 26’ê îlona 2014’an de li ser êrîşên çeteyan weşana wê tenê li navenda bajar hate guhdarkirin. Di 5’ê cotmeha 2014’an de jî weşan bi temamî hate rawestandin û avahî hate valakirin.
BI XEBATKAREKÎ DEST BI WEŞANÊ KIR
Radyoya Dengê Kobanê piştî navenda bajar hate azadkirin û amurên hatin taxrîpkirin hatin temîrkirin careke din dest bi weşanê kir. Radyo ji ber malzemeyên teknîkî kêm in niha tenê weşana test dike û tenê li navenda bajar tê guhdarkirin. Radyo li avahiya hikûmeta Kantonê de di odeyekê de li ser frekansa 103.5 weşandê dike û tenê xebatkarekî wê heye.
Xebatkarê Radyoya Dengê Kobanê Zîlan Hemo diyar kir ku radyo bi weşana testê dest bi weşanê kir û wiha got: "Hefteyek şûnda hemû amurên me yên teknîkî dê bêgihijin destê me û em dê dest bi weşana xwe ya asayî bikim." Hemo anî ziman ku Radyoya Dengê Kobanê piştî Şoreşa Rojava hate vekirin û wiha axivî: "Piştî Rejîma Baasê ji Rojava hate derxistin ceyran qut kir. Welatiyên geşedan di televîzyonê de neşopandin her tim radyo guhdar dikirin."