Dengê vejîna dengbêjiyê: Mizgîn Tahîr
Bi operayê dengê vejîna dengbêjiyê: Mizgîn Tahîr
Hunermenda navdar a opera, ku deng û awazê xwe navdare, hewl dide ku bi awaza xwe ya zîz û hunera operaye çanda kurdan a dengbêjiyê nemir bike û bi pêşerojê belav bike. Tahir, ku niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ya Amedê dersa operayê dide xwendekaran vê çandê derbasî pêşerojê dike.
Mizgîn Tahîr ku li gelek bajarên cûda di konser, mihrîcan û şahiyên cuda de beşdarî konseran bûye û li ser dikê hîsabî 100 hezaran kesan kiriye, her tim bi sewt û awaza xwe û denge xwe yê zîz di dilê 100 hezaran kesan de cih girtiye.
Mizgîn Tahîr ku demek dirêj ji binxetê( Sûriyeyê) hatiye Amedê û armanc dike ku hunera xwe ya opera li Amedê jî pêş bixe niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide gelek şagirtan. Hunermenda dilnizm û sewtxweş der barê hatina xwe ya Amedê û xebatên xwe de ji ajansa me DÎHA'yê re axivî û pirsên me bersivandin.
'Di zaroktîya xweda li ber lorîkên dayîka xwe mezin bû'
Mizgîn Tahir a hunermenda deng a opera, di sala 1974'an de li gundê Dirbêsiya Sûriyeyê ji malek ku hemû endamên wan hunermendin ji dayik bû. Tahîr, ku li malbatek hunerhez mezin bûye xwedî 5 xweşk û 5 birayan e. Mizgîn a bavê wê jî hunermend e, keça Necîmê Omerî ango Necîmê Tembûrvan e. Her wiha dengê diya wê jî xweş e. Mizgîn Tahir, di biçûkantiya xwe de li ber lorîkên dayika xwe mezin bû, bi çîrok û stranan çanda kurdewarî fêr bûye û heta îro bi xwe re anîye. Tahîr ku hunermendek kurd e, bi evîna opera û dengbêjiyê dijî. Ligel ku di zanîngehê de beşa erdkolojiyê dixwend jî dîsa ji ber ku dilê wê bi muzîkê re bû û evîndarê muzîkê bû, pişt re li Şamê derbasî beşa operayê bû. Mizgîn Tahir da zanin ku di bin bandora malbata xweyî hunermend de ma ye û dengbeji di nezikatîya xwera dibî ne û dest bi perwerdahîya deng û akademiya opera mûzîkê dike. Tahîr dîroka stranan, dengbêjiyê, çîrokan û her wiha çanda kurdî bi alikariya dayik û bavê xwe naskirîyê.
Destana Memê Alan, Siyamend û xecê û Kela Dim Dimê bi operayê tîne ziman
Mizgîn Tahîr ani ziman ku piştî wê 9 salan dibistan xwend, derbasî Serê Kaniyê bû û dibistana navîn li wir xwend. Tahîr, pişt re derbasî Şamê bû û li Şamê 2 salan Erdkeolojî xwend. Lê di van 2 salan de li cem Prof. Lubana û Profesora Rûsî Gelîna amedehiya konserwatuarê kir. Profesora Rûsî Gelîna, ji bo perwerdehîya konservatuwarê Tahîr, perwerde kir. Tahîr piştî perwerdehiyek baş di sala 1999'an de ket ezmûnê û piştî ezbûnê beşa konserwatuarê qezenç kir. Tahîr, bi lêvkir ku wê dixwest destanên kurdî bi operayê bêje li ser destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dimê xebitî. Tahîr, diyar kir ku destanên kurdan ji bo parastina çand û dîroka kurdan gelek girîng e û ji bo kurd karibe çand dîroka xwe zindî divê hunera dengbêjiyê baş biparêze û tomar bike.
Tahîr, piştî ku li gelek welatan beşdarî konser û konservatuaran bû, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide 6 xwendekaran. Tahîr, bilêv kir ku li Tirkiye û Amedê astengiya li pêş wê ya mezin zimanê tirkî ye ji ber ku her kes bi tirkî diaxive pirsgirêkan dijî. Mizgîn Tahîr destnîşan kir armanca wê di pêşerojê de muzîka opera ya kurdî li Cîhanê belav bike. Ji ber ku eleqeyek mezin li hemberî opera tune Tahîr dikeve nava xeman û ji bo ku vê eleqeyê zêde bike li Akademiya Cegerxwîn dest bi perwerdehiya operayê dike. Tahir, bawer dike ku muzîk û çanda kurdan bi hunera opera bêtir dikgêje armanca xwe û dê di qada navneteweyî de bi pira operayê belav bibe. DÎHA (yo/mae)