Dengê Şoreşê: Denge Rojava!
11 Gulan
ÎSMAÎL ESKİN
CIZÎRÊ (DÎHA) - Radyoya Dengê Dojava ku di navagel de wekî dengê şoreşê tê zanîn, bêyî sînoran nas bike, piştî şoreşa Rojava salek e weşana wê li bakur, başur û Rojava belav dibe û tê guhdarkirin. Radyoya ku li gel astengî û kêmasiyên teknîki weşanê dike, dibe denge milyonan. Gerînendeyê Radyoyê Ciwan Hamdo, anî ziman ku ew bi zimanê gelan weşanê dikin û bi zimanê gelên herêmê stranan diweşînin. Hemdo da zanîn ku armanc dikin ku bibin dengê gelan.
Li Rojava radyoya Dengê Rojava piştî Şoreşa Rojava salek berê dest bi weşanê kir. Dengê Rojava ku li ser firekansa 89.4'an weşanê dike weşana wê li Tirkiye, Sûriye û Herêma Federal a Kurdistanê belav dibe. Nêzî milyonek kes li radyoyê guhdar dike û rastî eleqeyek mezin tê. Radyoya ku dema hat avakirin bi derfet û teknika kêm dest pê kir, niha bi stranên zimanên cuda dibe dengê gelê herêmê. Radyoya Dengê Rojava ku salek e weşanê dike niha bi zimanê erebî, kurdî, farisî û Suryanî nûçeyan pêşkêş dike û weşanê dike. Radyoya ku di destpêkê de bi stranên ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve bi zimanê cuda weşan kir, niha xîtabî milyonan kesan dike. Gerînendeyê Radyoyê Ciwan Hamdo, anî ziman ku ew bi zimanê gelan weşanê dikin û bi zimanê gelên herêmê stranan diweşînin. Hemdo da zanîn ku armanc dikin ku bibin dengê gelan. Hamdo, anî ziman ku bi bandora Şoreşa Rojava sala par dest bi weşanê kir û wiha got: "Me çar hevalan sala par di odeyek biçûk de dest bi weşanê kir. Şervanên YPG'ê û YPJ'ê her dem bi radyoyên xwe yên biçûk li Radyoya Denge Rojava guhdar dikin. Ev yek me pir kêfxweş dike. Şervan û parazvanên YPG û YPJ'ê me di nobet de guhdar dikin.
'Em xîtabi 3 perçeyên Kurdistanê dikin
Hamdo, da zanîn ku weşana wan ji Hasekê heta Qamişlo, ji Silopiyê heta Nisêbînê û Duhoke heta Hewlerê belav dibe û xîtabî 3 perçeyên Kurdistanê dikin. Hamdo, anî ziman ku ji ber ku li herêmê dem dem ceyran qud dibe nikarin bi rêk û pêk weşanê bikin û wiha got: "Li Kantona Cizîrê pirsgirêka ceyranê heye. Em niha pirsgirêka xwe bi jeneratoran diberivînin. Ji ber xwesiya demokratîk gelê herêmê bi zimanê xwe û rengê xwe stranan guhdar dike. Niha bi kurdî, erebî, suryanî nûçe tên xwendin. Em beşdaran dikin mêvanê radyo û bi sê zimanan berhnameyan çêdikin. Her roj di saetên êvarî de bernameya "Evarbaş Kurdistan" çêdikin û gel silav dikin. Li Girtîgeha Mêrdîn jî weşana me tê guhdar kirin. Bi vê minasebetê em hemû girtiyên Mêrdînê jî silav dikin."
Hamdo, anî ziman ku ew dê her dem li bîranina şehîdên xwe xwedî derkevin û ew dengê Şoreşa Gel a Rojava ne. Hamdo, da zanîn ku kesên dixwazin ji şoreşê agahiyan bistînin dikarin li radyoya wan guhdar bikin. Niha li Kantona Cizîrê Dengê Rojava û Radyo Cudî weşanê dikin û li Kobanî û Efrinê jî radyo weşanê dikin.
(mae)