1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dengê şoreşê: RojAvaFM 89.4
Dengê şoreşê: RojAvaFM 89.4,dengê,şoreşê,rojavafm,89,4

Dengê şoreşê: RojAvaFM 89.4

A+ A-

NUJIYAN ERHAN - DÊRIK 19.07.2014 10:15:34 Em li dengê şoreşê guhdar dikin ji frekansa 89.4’an. Radyoya ‘Dengê Rojava’ li sê parçeyên Kurdistan xwe digihîne guhdarên xwe. Radyoya di 1’ê Nîsana 2013’an ve weşanê dike, ji Şengalê heta Nisêbînê ji Cizîra Botan heta Zaxo, ji Serêkaniyê heta Çarçelaya Zagrosan tê guhdarkirin.

BI DU ZIMANAN 18 SAETAN WEŞAN

Dengê Rojava yê îro dikeve 2’yemîn salvegera xwe bi du zimanan weşanê dike. Ji xebatkarên radyo Ciwan Qamişlo got, “Radyoya me şoreşa Rojava diweşîne, lê bi qasî neteweyî ye herêmî ye jî.” Di radyo de her serê saetekê bi du zaravayên Kurdî -Kurmanci û Soranî- û Erebî nûçe tên pêşkeşkirin.

Ciwan Qamişlo diyar kir tevî bêderfetiyan jî rojê 18 saetan weşanê dikin, weşan saet sibehê 07.00 bi sirûda Ey Reqîb destpê dike û bi şev 01.00 dîsa bi sirûda neteweyî Ey Reqîb bi dawî dibe.

Yek ji xebatkara din a radyoyê Amara Bawer jî da xuyakirin ku weşanên wan ne tenê li ser esasê netewe ne, cih didin gel, ol û baweriyên din jî û got, “Armanca radyo ev e ku dengê şoreşê bigihîne hemû gelan.”

BI VEGOTINA RUSTEM CÛDÎ ROJHILATA NAVÎN

Naveroka weşana radyo pir berfireh e.

Li gel nûçeyan, mirov bi bernameya Rojbaş Kurdistan ji pêşveçûnên rojane agahdar dibe.

Bernameya tenduristiyê, “Tu van dizanî”, bernameya çanda giştî; “Dîroka Rojhilata Navîn” a ji axaftinên endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî yê di sala 2011’an de jiyana xwe ji dest da hin ji wan in.

KESÊN DI ENIYAN DE NEHATINE JIBÎRKIRIN

Amara Bawer da zanîn ku di weşana xwe de berxwedêrên Rojava jî ji bîr nakin û wiha domand, “Der barê şehîdên Rojava de rojên Yekşeman saet 14.00 bernameya me ya bi navê Cangoriyên Welat heye. Li gel ku em şehîdên xwe bi bîr tînin em cih didin şevanê YPG û YPJ jî. Bernameya tê weşandin bi navê ‘Parêzvanên Gel’ roja Şemiyê saet 16.00’an tê weşandin.”

Û muzîk. Amara Bawer da xuyakirin bi zimanên din jî cih didin stranên şoreşê û gel herî zêde daxwaza stranên der barê YPG ûYPJ’ê de. Amara got, “Dengbêjî çand û dîroka me ye. Ji bo zindîhiştina vê çandê em cih didin, klamên dengbêjan.”

Eger hûn jî têkildarî radyo bixwazin nêrîn û pêşniyarên xwe bikin dikarin bi rêya adresa skype ‘Rojavafm89.4’ xwe bigihînin Dengê Rojava.


Bêjeyên Miftehî