1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Denîz Kaya: Heke mudaxele pêk bê em dê qiyametê rakirin
Denîz Kaya: Heke mudaxele pêk bê em dê qiyametê rakirin,denîz,kaya,heke,mudaxele,pêk,bê,em,dê,qiyametê,rakirin

Denîz Kaya: Heke mudaxele pêk bê em dê qiyametê rakirin

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya daxuyanî da û bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erdogan ên "şovê dikin, şantajê dikin" da û wiha got: "Daxwên me zelal û şênber in. Bila tu kes bi tu alî ve nekêşe."

A+ A-

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î Denîz Kaya daxuyanî da û bertek nîşanî gotinên Serokwezîr Erdogan ên "şovê dikin, şantajê dikin" da û wiha got: "Daxwên me zelal û şênber in. Bila tu kes bi tu alî ve nekêşe. Muhatabê daxwazên me dewlet û hikûmeta AKP'ê ye. Divê hikûmeta û dewleta AKP'ê li ber raya giştî bêhincet daxwazên me bi bersivîne û bi cih bîn e. Li şuna vê yekê bike, gefan li me dixwe, berxwedana me reş dike, tune dihesibîne, derew dike, bi gefên darvekirinê dixwazin me paşve bikşînin. Ev ked vala û bêwate ne. Heke êrîşekî herî biçûk pêk bê dê çê çêbibe me ji raya giştî re gotibû. Dê hikûmeta AKP'ê bin vê yekê de bimîne û em dê qiyametê derbikixin."

Çalakiya girtiyên PKK û PAJK'î ya greva birçîbûnê di roja 64'emîn de berdewam dike û li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya wiha got: "Em girtiyên PKK û PAJK'î yên di girtiyên Tirkiyeyê de di 12'ê îlona 2012'yan de ji bo tecrîda li ser Serokê me bidawî bibe û şertên wî yên azadî, ewlehî û tenduristî pêk bên û hemû polîtîkayên înkar û tunekirinê yê li ser zimanê me bên rakirin, astgeniyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî û parastina zimanê zikmakî bênrakirin me dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir û em ev yekê ji muhatab daxwazên xwe ji hikûmeta û dewleta AKP'ê re ragihand. Muhatabê daxwazên em hikûmeta AKP'ê û Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan e. AKP'ê û Erdogan di vê pêvajoyê de daxwazên me nedîtin, çalakiya me tune hesiband, di şexsê hevalên me yên bedenên xwe ji mirinê re razandin ji me û gelê me re heqaret kirin. Li be çavê hemû cîhanê got çalakiya greva birçîbûnê tuneye û li ber televîzyon û çapemeniyê derew kirin."

'Rewşa serokwezîr rewşekî şermezar e'

Kaya, anî ziman ku serokwezîrê digot çalakî "tuneye" ji aliyên wezîrên wî ve bi hejmaran hate aşkerakirin û wiha destnîşan kir: "Rêveberiya bi îdîaya gelekî rêvebibe bi salane ji xwîn, êş, rondikên çavan û xizaniyê tu tiştê din nekir û ji bo saltana xwe hêj berfireh bike her tiştî dike, tenê bi peyvekê rewşekî şermezar e." Kaya, bilêv kir ku serokwezîrek ewqas zelal rastiyê înkar dike rewşekî sosret e û wiha pê de çû: "Divê gelê tirk, pêşengên civakê û hemû rewşenbîr vê yekê bibînin. Divê li hemberî vê yuekê bêdeng nemînin. Ji ber rewş tê jiyîn gelek xerab e û heke felaket çêbibe tenê îro na dê hemû pêşeroja ciwanê tune bike." Kaya, diyar kir ku Tayyîp Erdogan û rejîma AKP'ê tenê niha na pêşeroja hemû kesî reş kir û wiha got: "Divê gelê bira yê tirk û hêzên demokratîk bizanin ku hikûmeta AKP'ê û Tayyîp Erdogan li ser kar be pêşroja tu kesî di garantiyê de nîn e. Muhterîsa paşrûyî ya îro êrîş li me û gelê me dike dê sibê kesên nêzî xwe bixwe û tune bike. Ji ber ku ji bo wî civak pêşeroja civakê, gel, welat û aramiya gel tuneye. Heke we hebe civak heye heke ew tunebe civakî jî tuneye. Divê gelê tirk vê yekê bibîne û li himberî vê yekê bêdeng nemîn e. Ji bo pêşrojê divê rabûn ser piyan."

'Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi lezgînî çalakiyan li dar bixin'

Kaya bang li YN, YE, Konseya Ewropa, CPT, Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî û hemû saziyên berpirsiyar kir û wiha domand: "Vê şerma mirovahiyê rawestînin. Qêrînên me bibihîzin. Serokê me 476 rojin di bin îşkence û tecrîdekî giran de ye. Her roj gelê me tê bombebarankirin. Her roj hevalên me li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne."

'Heke mudaxeleyek çêbibe em dê qiyametê rakin'

Kaya, da zanîn ku bi giştînameyên ji girtîgehan re hatin şandin leşker û polîs sewqî girtîgehan hatiye kirin û wiha destnîşan kir: "Îro çalakiya me di roja 64'an de ye. 64 rojin hevalên me li girtîgehan di helin û êdî li ber mirinê ne. Muhatabê daxwazên me dewleta AKP'ê ye, li şûna daxwazên me bi cih bîne li ser mirina hevalên me şantajê li me dike. Amadekeriya êrîş û mudaxeleyê li hevalên me yên 64 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de yên nikarin biaxivin û bimeşin bikin, dikin. Ligel vê yekê doktorên sonda Hîpokratê ji birkirin ên bi ruyê Mendel kesên faşîst îşkenceya psîkolojî li hevalên me dikin. Em weke girtiyên azadiyê, heke êrîşekî herî biçûk çêbibe dê çi çêbibe em ji raya giştî re gotibû û dê hikûmeta AKP'ê di bin vê yekê de bimîne û em dê qiyametê rabikin." Kaya, daxwazên girtiyan çareke din bibîrxistin û wiha got: "Daxwazên me zelal û şênber in. Bila tu kes bi tu aliyan ve nekêşe. Muhatabê daxwazên me hikûmet û dewleta AKP'ê ye. Divê li ber raya giştî bê şert, merc û hincet daxwazên me qebûl bikin û bersivê bidinê. Li şuna vê yekê bikin gefan li me dixwin, berxwedan me reş dikin, tune dihesibînin, derewan dikin û bi gefên darvekirinê dixwazin pavan bi me paşve bidin avêtin. Ev daxwazên vala û bêbingeh in. Em di heman demê de bêjin em serî li hemberî van şantajan natewînin. Dê hemû dost û dijmênên me bibînin ku gelê me dê bersiva van şantajan di demek nêz de bide."

'Em dixwazin li welatê xwe bi zimanê xwe bijîn'

Kaya, anî ziman ku li çûna daxwaz bên dîtin gotina, "kesê li dadgehan pere bide û bi kîjan zimanî dixwaze bila biaxive" bêwateye û wiha destnîşan kir: "Ev yekê xapandinek e. Ev tê wateya 'Heke tu kurdî biaxivî em dê cezayê pere bibirin' Ev raman 12'ê îlon û 12'ê adarê ye. Em vê yekê qebul nakin. Em ne dersên hilbijêr qebûl dikin, ne bi qursan zimanê xwe hîndibin û ne jî li dadgehan bi pere parastinan dikin. Em dixwazin bi ziman û çanda xwe ya di zagonan de hatî parastin li welatê xwe bi ziman û çanda xwe bijîn. Em dixwazin raya giştî vê yekê baş bizane. Ji bîlî vê yekê em tu tiştên din qebûl nakin. Em nayên tu lîstîkan û em dê bi hemû hêza xwe li hemberî vê yekê derbikevin. Em dixwazin gelê me, dostên gelê me, hemû derdorên şeroşger û bi hestiyar li hemberî van xapandinan derbikevin û guh nedin vê yekê."

'Me ji bo jiyanekî wekhev, azad û biratî bedenên xwe ji mirinê re razandin'

Kaya, da zanîn ku ji bo bi hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn re wekhev, azad û biratî bijîn bedenên xwe ji mirinê re razandin û wiha got: "Em girtiyên azadiyê ji bo jiyanekî birûmet û azad, pêşeroja xwe bi destên xwe pêk bînin û bi gelên Tirkiyeyê re wekhev, azad û biratî jiyanekî azad me bedenên we ji mirinê re razandin. Dema ku me ev yek kir me ji gel û doza xwe ya mafdar hêz girt û digirin. Em dizanin ku hûn piştgiriyê didin me. Em dizanin ku hûn dixwazin ev raman înkar û tunekirinê li ser axa me biçe. Nîşaneya vê yekê fidekariya we ya heta niha we dayî ye."

Kaya wiha berdewam kir: "Êdî em li ber dema azadiyê ne. Êdî em li ber rejîma faşîst li ser axa xwe derbixin û azadiya xwe pêk bînin in. Em li hemberî pergala zilimê berxwedidin û bi biryar vê berxwedanê didomînin. Tu şantaj û gef me paşve nakêşîn e. Daxwaz me ya weke zarokên we ji we; hêzê bidin me û vê yekê bidomînin. Em bang li hemû gel û malbatên xwe dikin ku li ber girtîgehan nobeta xwe bidomînin û xwedî li hevalên me derbikevin. Zalîm û komplocu dê winda bikin gelê me dê qezenc bike û azadî dê qezenc bikin."

DİHA