Der barê Omer Guney de agahiyên nû
BAKİ GÜL 16.12.2013 10:20:06 Li Parîs a Fransayê di 9’ê Çileyê 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û di ser komkujiyê re hema hema salek derbas bû. Lêpirsîna der barê komkujiyê li Fransa, Tirkiye û Almanyayê didome, der barê kujer Omer Guney de jî agahiyên nû derketin holê.
Di 15’ê Kanûnê de di bernameya Analîz ya Sterk Tv de di lêpirsîna komujiya Parîsê de asta ku hatiye hat lêkolîkirin û di hevdîtinên ku me xizmên mexduran û parêzeran re kiriye de der barê Omer Guney de agahî û belgeyên nû derketine holê.
OMER GUNEY DI 8’Ê ÇILE DE ÇIMA BI DIZÎ DIKEVE KOMELEYA KURD?
Omer Guney di 8-9’ê Çiled e saet di navbera 02.00-03.00’an de bi dizî dikve komeleya kurd ya Parîsê û formên endamtiyê ya 360 kesî ku endamên komeleyê bûn dikişîne. Wêneyên ku dişîne jî ji cihekî re dişîne. Îhtîmalek mezin van dişîne Tirkiyeyê. Dadgerê lêpirsînê ji Guney dipirse; Tu çima wêneyên formên endamtiyê dikişînî’ û Guney bersiva; Rêveberên komeleyê ji min dixwazin. Lê dadger bi vê bawer nake. Tê destnîşan kirin ku dadgerê lêpirsînê der barê Omer Guney de xwe negihandiye delîlsan. Tê diyar kirin ku îstîxbarata Fransayê jî ji dadgerê lêpirsînê re nebûye alîkar û piştî lêpirsîn hatiye asteke krîtîk xitimiye.
DOKTORÊN FRANSAYÊ: GUNEY NE NEXWEŞ E
Malbatên dosyaya dozê lêkolîn kirin, di mijara agahiyên ku dadgerê lêpirsînê daye de rayagiştî hişyar dike. Tê gotin ku Guney xwe wek nexweş nîşan dide û dixwaze biçe nexweşxaneyê. Lê doktorên Guney tedawî kirine, diyar dikin ku Guney ne nexweşe. Li dijî vê Guney her tim nexweşiyê di rojevê de dihêle. Pispor û rayedarên bi dozêre eleqeder dibin diyar kirin ku Guney di nava senaryoyekê de ye.
LI ALMANYAYÊ LÊPIRSÎNÊ DIDOMÎNE
Têkiliyên Omer Guney yên li Almanyayê balkêşin. Hate diyar kirin ku dadgerê lêpirsînê yê Parîsê ev meheke li Almanyayê lêpirsînê didomîne.
Hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê lêpirsîn bi lez û bez nadome. Tê gotink u dewleta tirk ji dadgeran re nabe alîkar. Daxwazên rayedarên Fransayê ji aliyê Tirkiyeyê ve nayên dîtin.
DOZA KOMKUJIYA PARÎSÊ YA LI TIRKIYÊ DIZÎ TÊ MEŞANDIN
Parêzera mexdûrên komkujiyê ya li Tirkiyê Alîkara Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, çend roj berê li Parîsê bû. Li Parîsê bi parêzerên Fransî, malbat û rayedarên Fransî re hevdîtin kir. Beştaş dibêje doza Komkujiya Parîsê ya li Tirkiyê dizê tê meşandin. Radigihîne ku ji ber vê yekê nikare xwe bigihêjîne belgeyan. Beştaş dixwaze biryara nepenîtiyê ya li ser dozê were rakirin. Beştaş tîne ziman ku girîng e were aşkerakirin ka kîjan hêz li pişt Omer Guney hene, têkiliya bi Tirkiyê re çiye, bi kê re di nava têkiliyê de ye. Li gorî Beştaş, ji bo ronîkirina komkujiyê, delîlên têrker li naverastê hene.
PÊWÎSTE DOSYA OMER GUNEY A LI PÊŞ ERDOGAN BÊ AŞKERAKIRIN
Beştaş der barê dosyaya Omer Guney a li pêş Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan axivî û diyar kir ku di nava vê dosyayê de têkiliyên Omer Guney ên bi Tirkiyê re cih digirin. Beştaş ragihand ku agahiyên di dosyayê de tên veşartin û di wê baweriyê de ye ku lêpirsîna li Tirkiye û Fransayê li gorî ûsilê nayê meşandin.
Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz, bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan û birayê Leyla Şaylemez Servet Şaylemez ji gelê Kurd dixwazin xwedî li doza Komkujiya Parîsê derkeve.