1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Derbarê komîsyonan de hevdîtên me didomin"
"Derbarê komîsyonan de hevdîtên me didomin",derbarê,komîsyonan,de,hevdîtên,me,didomin

"Derbarê komîsyonan de hevdîtên me didomin"

A+ A-

10:31 16.12.2013

ALPER ATALAY

ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku 8 komîsyonên ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin ji bo gele kurd û tirk xwedî girîngiyeke dîrokî ne.

Heyeta BDP û HDP'ê di 7'ê Kanûnê de çûn Îmrali û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rûniştin. Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan diyar kiribû ku Ocalan pêşniyara 8 komîsyonan kiriye. Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken têkildarî wan 8 komîsyonan û xebatên der barê wan de ji DÎHA re axivî. Baluken, anî ziman ku dema mirov tenê li serenavên wan komîsyonan dinihêre jî tê dîtin ku çi di aliyê gelê kurd û tirk de çi jî di aliyê çareserkirina pirsgirêka kurd de xwedî perspektîfên girîng in.

Ji Ocalan destnîşankirina dewleta netewe

Baluken got, "rûbirûhatina bi meseleya kurd re ya 100 salî, ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo teşhîrkirina planên emperyal ên li hember gelên Rojhilata Navîn jî li gor me girîng e. Ji lewra birêz Ocalan bi van komîsyonan re planên emperyal ên hewl dane bi cetvelên di destên xwe de dahatûya gelan diyar bikin û gelan berdin hevdu vala derdixe. Ji ber Birêz Ocalan wer difikire ku di koka tevayî pirsgirêkên Rojhilata Navîn de feraseta dewleta Netewe û mêtinkariya modernîteya kapîtalîst heye."

'Planên hegemonîk ên 100 salî vala derdixe'

Baluken, bal kişand ser girîngiya komîsyonan û der barê komîsyona Misak-i Millî de got ku planên hegemonîk ên 100 salî vala derdixe û ji bo pêkve jiyana gelên Rojhilata Navîn, bi awayekî konfederal gaveke.

'Em bi hikûmetê re hin hevdîtinan pêk tînin'

Baluken di dewama axaftina xwe de diyar kir ku guftûgoyên der barê komîsyonan de di rojên pêşiya me de hîn zêdetir wê bikevin rojevê û wiha dewam kir, "Em niha bi hikûmetê re hin hevdîtinan dikin. Polîtîkaya derve, Rojhilata Navîn û ya kurd a hikûmetê ji vê perpektîfê dûr e. Polîtîkayên bi rê ve dibin her roj îflaseke nû dijîn."

'Ocalan hin mekanîzmayên bingehîn formule dike'

Baluken, destnîşan kir ku bi qasî Komîsyona Misak-i Millî, Komîsyona Huqûqê jî girîng e û ji bo çareserkirina pirsgirêkên qanûnî pêdivî bi vê komîsyonê heye. Baluken axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Mînak Komîsyona Ekolojî heye. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê nêzîkatiyeke ku bi awayekî zêde xwezayê texrîb dike heye. Ev komîsyon wê wan polîtîkayan derxe holê. Birêz Ocalan mekanîzmayên bingehîn ên pêdiviyên vê erdnîgariyê çareser bikin formule dike."

(yş/mae)