'Derbaskirina alîkariyê ji komkirina wê zehmetir e'
RIHA (DÎHA) - Ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê welatiyên li Awûstûryayê dijîn li ser navê Komeleya HAWAR'ê TIR'ek ya ku derman, xurek û gelek pêdiviyên jin û zarokan tê de hebû anî Pirsûsê. Li ser navê heyetê bijîşk Bedran Barnas got ku her çiqas berhevkirina alîkariyê zehmet be jî anîna alîkariyê hezar caran zehmetir dibe û wiha got: "Ev zehmetî ji ber ku helwesta dewleta Tirkiyeyê gelek hinceta derdixe û naxwaza alîkarî bên diqewime."
Ji bo welatiyên Kobanê alîkariya mirovî ya li dewletên Ewropa û gelek dewletên din didome. Welatiyên li Awûstûryayê dijîn ji welatiyên Kobanê re TIR'ek alîkarî anî Pirsûsê. Ji ber nêzikatiyê dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî Kobanê jî carek din xwe da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê naxwaze alîkarî bigihêje welatiyên Kobanê. Di nava alîkariya wan de gelek cureyên dermanan, 5 hezar û 500 karpet, xurek, pêdiviyên jin û zarokan hene. Li ser navê heyetê bijîşk Bedran Barnas axivî û got ku alîkariya wan ne bi tenê bi destê wan hatiye berhevkirin, her wiha hem welatiyên Ewropayê hem jî welatiyên Awûstûryayê bi awayekî baldar ve nêzî xebata wan bûne û bi piştgiriya wan ve ev alîkariye hatiye komkirin.
'Berhevkirin zehmete lê anîn hezaran caran zehmetir e'
Barnas da zanîn ku heta alîkarî anîn vir bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha got: "Berhevkirina alîkariyê zehmete lê anîna alîkariyê bi hezaran caran zehmetir dibe. Ji bo ku em alîkariyê neynin hezar hincet derdixin pêşiya me. Mînak ew TIR'a me îro anî ji me re digotin ez nizanim saet çendê heya çendê têketina TIR'an qedexeye. Pêdiviya van astengiya tuneye. Ji ber ku li vê derê welatiyan çi tişt tuneye. Ne pêlav heye, ne karpet heye û hwd. ango em fêm nakin çima astengiyê derdixin? yan naxwazin vê rewşê îstîsmar bikin. Armanca wan çi ye? dibêjin bila alîkarî ji bo welatiyên Kobanê neynin."
'Em dixwazin nexweşxaneyekê vekin'
Derbarê şandina alîkariya Kobanê de jî Barnas axivî û da zanîn ku ew dixwazin alîkariya xwe bibin Kobanê jî û ev jî ji ber astengkirina dewletê pir zehmet dibe û wiha axivî: " Li Kobanê kevir nemaye li ser kevirekî. Her çiqas Kobanê ji van misilmanên dexel hatibe paqijkirin jî lê derfetên ku welatiyên li Kobanê dijîn yên cihê raketinê jî tune ne. Her wiha projeyek avakirina nexweşxaneyekê heye û em dixwazin li Kobanê vê nexweşxaneyê vekin. Lê em nizanim bê em ê çawa bikin."
'Divê demildest korîdora mirovî bê vekirin'
Barnas di axaftina xwe de balkişand ser korîdora mirovî û diyar kir ku divê demildest korîdora mirovî bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê ku demildest korîdora mirovî bê vekirin ji ber ku ev tişt ne li hemberî bîrdoziyekê, olekî tê vekirin ji bo alîkariya mirovên neçare. Ji bo venekirina korîdora mirovî tu sedem tune ye û divê ku hemû kes ji bo vekirina korîdorê bibe alîkar. Em bang li hemû kesî dikin ku bila derbarê alîkariyê de hinek baldar bin û li hemberî van mirovên hov ên ku serê mirovan jê dikin bila bertekên xwe nîşanî bidin û derfetê ne din wan. Divê ne bi tenê li vir li hemû deverên cihanê ev kes bên girtin û bên cezakirin. Diçin hinek dewletan wekî mirovên bi qedir tên pêşwazîkirin ev jî tê wateya şirîkatiya vê hovitiyê."
(kom/wk)