Derdê penaberan can e, ê Tirkiyeyê herêma tampon e
YASÎN KOBULAN
EDÎRNE (DÎHA) - Cihan rêwîtiya penaberên Sûriyeyê ya ber bi Ewropayê diaxive û li aliyê din ve jî çima ev tevger bi awayeke rêxistinkirî di heman demê de dest pê kiriye jî nîqaş dike. Ji bo nîqaşan bersiva herî baş jî li Stadyuma Gulaşê ya Kirkpinarê tê dayîn. Hin penaber dibêjin ku hin ji wan kampan hin ji wan jî ji aliyê rêveberê herêmî yên bajaran berê wan dane sînor hin ji wan jî dibêjin ku bi telefonê ve peyamên wekî "Em ê li Stenbolê bên cem hev û biçin sînor, Almanyayê biryar daye ku me bigire" ji wan re hatine. Tê gotin ku Tirkiye bi vê tevgera penaberan ve dixwaze polîtîkaya xwe ya avakirina "herêma ewle" bi Ewropayê bide qebûlkirin.
4 hezar penaberên ku ji Sûriyeyê ji ber rejîma Esad û çeteyên DAIŞ'ê reviyane û ji bo biçin Ewropayê hatine Stenbolê bi rojan e li Edîrneyê tê rawestandin. Bi hezaran penaber ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê ya li dijî Sûriye û Rojava, welatên Ewropayê wekî deriyê hêviyê dibînin. Penaberên ku naxwazin vegerin Sûriyeyê bûne hedefa bazirganên mirovan. Her roj agahiyên mirina bi dehan ji wan tê lê yên ku naxwazin bi qatlîaman re rû bi rû bimînin jî ji bo biçin Ewropayê hatine ber sînor. Di esasê xwe de gelek malbat naxwizan biçin Ewropayê. Lê ji malbatên wan hin kes bi awayeke bi riyên qaçax derbasî Ewropayê bûne û bi hêviya careke din bigihîjin hev berê xwe didin Ewropayê. Li Stadyuma Gulaşê ya Edîrneyê bi hezaran penaberên ku dimînin çavên wan li agahiya ku ji Ewropayê bû ye. Penaber dibêjin ku heke Ewropa wan qebûl nekin wê demê li her derê çalakiyan pêk bîbin û bi riyên qaçax derbasî Ewropayê bibin.
Tevgera penaberan gelê têkîldarê polîtîkaya dewletê ya Rojava ye?
Di raya giştî de mijara ku herî zêde tê meraqkirin, bi hezaran penaber çawa çêbû ku ji nişka ve berê xwe dan sînorên Ewropayê. Ev tevgera bi rêxistinkirî dixuye ji bajarên cuda penaber tên cem hev. Ji Edene, Enqere, Îzmîr, Stenbol, Amed, Mêrsîn, Bursayê bi hevre ber bi sînor derdikevin rê. Lê tê îdiakirin ku hin penabar li kampan, hin penaber jî rayedarên rêveberiyên herêmî ve berê wan didin bînor, hin ji wan jî bidebêjin ku bi telefonê peyamên wekî "em ê li Stenbolê bên cem hev û biçin sînor. Alman biryara ku me bigire girtiye" tê wan. Hinek ji wan jî li ser çapemeniya civakî kampanyayê dibînin û tevli panebaran dibin. Ev yekî jî wekî ku Tirkiye bi tevgerên penaberan ve dixwaze polîtîkaya li Cerablusê "herêma ewlehiyê" ava bike bi Ewropayê bide qebûlkirin xistiye dewreyê.
Koma penaberan a ji 100-150 kesan pêk tê li kû ye?
Dîsa qasî 4 hezar penaber li heman cihê tên rawestandin. Penaberan diyar kirin ku bi wan re komeke din a penaberan hatiye û ev kes jî wekî DAIŞ'iyan bûn û dema di rê de hatine gelek pirsgirêk ji wan re derxistine lê dema ku hatine Edîrneyê ev kom birine ciheke din. Tê gotin ku ev kom ji 100-150 kesan pêk dihat û niha li kû ne agahiya kesekî tuneye.
Îdiaya li Tokat û Amasyayê kamp hatiye avakirin
Jibilî vê yekê jî tê gotin ku duh bi şev jî saet di 03.00'yan de gelek otobusên vala hatine qiraxa stadyuma ku penabar dimînin û leşker û polîs jî hatine bicihkirin. Piştî hevdîtinan hatiye gotin ku ji bo ku ev otobus nebaran bibin Tokat û Amasyayê hatine. Tê gotin ku li Tokat û Amasyayê ji bo penaberan kamp hatine avakirin. Lê otobusên ku heta serê sibehê li vir mane serê sibehê bi leşker û polîsan re diçin.
Esnaf penaberan naxwaze
Jibilî vê bi taybetî bajarên ku penaber tên esnaf wan wekî amûrê dahatê dibînin. Li bajar hema bibêje buhayên tiştan deretkine du qatî. Lê ligel vê yekê jî esnaf li bajar penaberên Sûriyeyê naxwazin.
Tişta herî xirab jî rewşa zarokan e. Hema bibêje hemû zarok nexweş in. Bi taybetî şert û mercên riyan ji bo wan zehmet e. Zarokên nexweş ên dibin ambulansan jî li vir seranser tên darmankirin.
Şert û mercên jiyanî zehmet e
Li kampa ku penaber dimînin şert û mercên jiyanê gelekî zehmet e. Rojê sê caran xwarin tê kampê, belavkirina xwarinê jî herî kêm 4 setan berdewam dike. Dema belavkirinê de di bin tavê de rêz dibin, dikevin dorê û ancax bi wî rengî dikarin bibgirin.
Ji bo 4 hezar pahabetan 200 betanî
Jibilî xwarina nîvro ji bo penaberan tiştek nayê dayîn. Li kampê qasî 4 hezar panebar hene betaniyên ku hatine belavkirin jî qasî 200 heb in. Zarok êvaran di bin betaniyan de radizên ji ber sermayê mezin jî li benda tavê dimînin. Gelek penaber jî li ser kartonên datînin erdê dijîn.
Bi ava sar ve serê xwe dişon
Dîsa li kampan şert û mercên tenduristiyê jî gelek zehmet e. Çop bi saetan li erdê dimînin. Ji ber ku li kampê ava germ tuneye zarokan bi ava sar ve dişon, cilên xwe bi ava sar ve dişon. Penaberên ku dixwazin xwe ji tavê biparêzin jî ji bo siya daran lîstîkê dilîzin.
(sa)