Derdê Tirkiyeyê ne Sûriye ye, kurd in
Gerger :Tirkiye dixwaze koka PKK'ê li Sûriyeyê bikole
DENÎZ TEKÎN Nivîskar û Hîndekar Haluk Gerger, li ser rewşa têkiliyên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê rawestiya û anî ziman ku derdê Tirkiyeyê ne Sûriye ye esil hedef kurd in. Gerger, da zanîn ku dixwazin êrîşî bingeha PKK'ê bikin û bi vê yekê teşeyekî nû li gorî xwe bidin Sûriyeyê.
Pisporê Rojhilata Navîn, hîndekar û nivîskar Haluk Gerger, li ser geşedanên Rojhilata navîn, têkiliyên di nava Tirkiye û Sûriye û polîtîkayên li ser kurdan tên meşandin de ji ajansa me DÎHA'yê re aşivî.
'Alikariya serdestan a ji bo dostaniya gelan li ser berjewendiyê ye'
Gerger, da zanîn ku serhildana Sûriyeyê li gorî serhildanên ereban bi 3 xalan cuda ye û wiha got: "Di derketina muxalifa civakî ya Sûriyeyê de rolê hêzên serdest hebûn. Rejîma Esad li Sûriyeyê rasti piştgiriyek mezin tê, ne wekî Misir û Tunusê ye. Esad, li gel xwedî piştgiriya hêzek navîn e, di heman demê de piştgiriyê ji Rusya û Çînê jî digire. Piştgiriya hêzên serdest a Sûriyeyê di serî de wekî ku muxalefeta hundir xurd dike xuya dike, lê di rastiya xwe de Sûriyeyê dixe rewşek xerab û pevçûna navxweyî zêdei dike. Di mudaxaleya hêzên emperyalist de hezkirin û evîna gel tune."
'Tirkiye hemû kurdan dike hedefa xwe'
Gerger, da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê divê baş bê famkirin û wiha berdewam kir: "Hedefa Tirkiyeyê ya esil ne Sûriye ye, kurdên Sûriyeyê ye. Dema mijara kurdên Tirkiyeyê tên gotin divê tenê kurdên Kurdistana Bakur neyê zanîn. Kurdên Tirkiyeyê û kurdên perçeyên din ji hev perçe kirine. Pirsgirêka hemû kurdan pirsgirêka Tirkiyeyê ye jî. Meseleya Kurdên Sûriye, Iraq, Îran wekî meseleya hundirê Tirkiyeyê tê zanîn. Ji ber vê yekê Tirkiye hemû kurdan dike hedefa xwe. "
'Tirkiye dixwaze koka PKK'ê li Sûriyeyê bikole'
Gerger, da zanîn ku Tirkiye kurdên li Sûriyeyê ji bo xwe di qada polîtîk, civakî û leşkerî de wekî talûkeyekê dibîne û ji ber vê yekê dixwaze beri her tiştî kurdên Sûriyeyê ku wekî koka PKK'ê dibîne ji Sûriyeyê paqij bike û wiha got: "Ji ber Tirkiye mudaxîlî nava Iraqê nebû, li pêş rêxistinbûna kurdan nebû asteng. Niha ji ber vê yekê dixwazin li Sûriyeyê rê li pêşiya rêxistinbûna kurdan bigirin. Ji ber vê yekê di nava hewldanê dene ku çawa kurdên Sûriyeyê perçe bikin. Dema Tirkiye têkeve Sûriyeyê dixwaze PKK'ê ku bingeha wê ya gel pir xurt e ji gel biqetîne û kan û mar biki. Ya din jî dixwaze hêza kurdan a di nava rêveberiya Sûriyeyê de lawaz bike û kêm bike.
'Tirkiye bi herêma tamponê dixwaze Kurdistana Iraq û Suriyeyê dagir bike'
Gerger, bilêv kir ku hewldana Tirkiyeyê ya herêma tampon ji bo kurdistana Suriye û Iraqê dagir bike û her tiştî têxe bin kontrola xwe. Gerger, da zanîn ku Tirkiye dixwaze hemû kurdan têxe bin kontrola xwe û li gorî xwe araste bike.
Gerger, da zanîn ku li dijî gelê kurd êrîşa şovenist û nijadperest tê meşandin û wiha got: "Projeya pergala demokratîk, hedef û armanca hêzên serdest xera dike. Dixwazin bi xistina Sûriyeyê Iranê jî bi tenê bihêlin. Ji ber ku Iran hêzek mezin e li Rojhilata Navîn. Niha Îran ne hêzek bi tena serê xwe ye.
'Hêzên bibin dostê kurndan dê bi ser bikevin'
Gerger, da zanin ku hêzên di nava hewldana perçekirina kurdan de êdî têk çûne û hêzên ku di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin kurdan û dostaniya kurdan bikin dê bi ser bikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku kurd mafdar û mazlum in. Ji ber ku kurd bi hêz, rêxistin û biryar in."
(mae)