1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Derfetên çareseriyê û îhtimalên pevçûnê jî di dewrê de ne"
"Derfetên çareseriyê û îhtimalên pevçûnê jî di dewrê de ne",derfetên,çareseriyê,û,îhtimalên,pevçûnê,jî,di,dewrê,de,ne

"Derfetên çareseriyê û îhtimalên pevçûnê jî di dewrê de ne"

A+ A-

STENBOL 26.04.2014 18:24:57 Ocalan ku bi Heyeta BDP-HDP’ê re hevdîtin kir got ku: “Di hemû kêliyê de derfetên kûr yên çareseriyê û îhtîmalên pevçûnê jî di dewrê dene. Bi teybet gavên ku hikûmet bavêje weke ku îhtimala pevçûnê ji holê rake, dikare çareseriyê jî bi formatekî nû pêşbixwe.” Ocalan got ku: “Ez ne pişmanim ku min heya roja îro pêvajo meşandiye” û li hikûmetê ji bo rêkûpêkiya zagonî bang kir.

Serokwekîlên Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Idrîs Baluken li gel Alikarê Serokê Giştî yê HDP’ê ku ji Pêvajoya Çareserî û mûzakereyan Berpirs Sirri Sûreyya Onder di derbarê hevdîtina ku li Girava Îmralî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkanîn, daxuyaniyekî nivîskî dan.

Daxuyaniya heyetê wiha ye: “Heyeta me îro li Girava Îmralî bi Birêz Ocalan re sê saetan civînek pêkanîn. Di civînê de Birêz Ocalan sipasiya hemû gelê me yê ku di tevayê pêvajoya hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê de xebat meşandîn, piştgirî dan û di xebatan de bi şêweyekî aktîf rol girtîn kir. Her wiha da diyar kirin ku di li rexmê hemû zextên di pêvajoya hilbijartinê de, astengiyan û hîleyên hilbijartinê yên serî lê hatine dayîn gelê me bi îradeya xwe a bi biryar encama ku derketiye holê giringe, ev endacam di aliyê zemînê siyaseta demokratîk û mercên ku dane çêkirin de ji aliyê saziyên siyasî yên bi rêxistin kirî ve divê rast binirxînin.

Girêdayî 1’ê Gûlanê jî hemû kedkarên Tirkiyeyê cejna wan a berxwedan û kedê ya 1’ê Gûlanê silav kir. Da diyar kirin ku di serî de tekoşîna kedê di hemû tekoşînên gelan yên demokratîk de HDP di tevayê qadên mûxalefeta civakê de pêşengiya wê a birêxistin û xebata wê a kirina yek dîrokiye. Her wiha da diyar kirin ku wê ji bo cejna kedê a 1’ê Gûlanê nameyekî hîn berfirehtir ji bo kedkarên Tirkiyeyê binivîse û wê vê nameyê pêş 1’ê Gûlanê ji bo bigehîne kedkarên Tirkiyeyê wê rêbike.”

‘DESTHILATDARÎ NEÇARE KU XEBATÊN ZAGONÎ BÊXE DI MERIYETÊ DE’

Di daxuyaniyê de peyama Ocalan wiha hat ragehandin: “Pêvajo kesayetî digûhere. Di hemû kêliyekê de derfetên çareseriyê û îhtîmalên pevçûnê jî di dewerê dene. Bi teybet gavên ku hikûmet bavêje weke rakirina îhtîmalên pevçûnê ji holê, dibe ku çareseriyê jî bi formatekî nû kûrtir bike û pêşbixe. Li rexmê gelek zoriyên ku min kişandin jî lê ez ne pêşmanim ku min pêvajo heya roja îro anî. Heya ez pir giring dibînim. Pêvajû di astekî ku zêdebûnekî giring li ser Tirkiye bi kûrahî, li hember derve vekirî, hemleya demokratîk bike deye. Ez hemû aliyan li ser vê bingehê ji bo ku a dikeve ser milê wan bikin vedixwînim. Ger ku desthilatdariya siyasî bixwaze hêzên çekdarî vegerin civakê neçare ku hemû xebatên zagonî yên pêwist bi lezekî mezin bêxe di meriyetê de. Di navde çêkirina zagonê jî, kêliyek pêş a din hemû pêdiviyên zagonî çêkirin di giringiyekî dîrokî dene.”