Derhênera Roman Elmas Arus xelata xwe wergirt
STOCKHOLM 18.01.2014 08:41:15 Dîplomatê Swêdî Raoul Wallenberg di dema şerê cîhanê yê duyemîn de, dema ku li ser wezîfeyê bû ji komkujiya Naziyan zêdetirî hezar Cuhû xelas kiribû. Bîryar hate girtin ku li ser bîranîna Wî xelat bê dayin. Derhênera Roman Elmas Arus xelata destpêkê stend.
Xelata di bihayê 13 hezar Euro de ye duh li Strasbourgê li avahiya esasî ya Konseya Ewropayê bi merasîmek ku hatiye li darxistin hate pêşkeşî Arus kirin.
Tê diyar kirin ku Arus ji ber ku bi xebatên xwe yên bê hempa pirsgirêkên ku gelê Roman ji sedan sal e vir de nayê qebûlkirin û her bi muameleyên xirab re rû bi rû dimîne xistiye rojevê, layiqê xelatê hatiye dîtin. Derhênera ciwan di 9 salan de 30 bajar û 400 sed taxên Tirkiyê geriyabû û pirsgirêkên Romanan bi filmê xwe yê ku navê ‘Nîvçe’ lê kiribû û 60 deqîqa diajot, li ber çavan raxistibû.
Navenda Olof Palme ku navenda wê li Swêdê ye, pêşniyar kir ku xelata ‘Raoul Wallanberg’ bê dayin Arus. Di vê mijarê de Sekreterê Çapameniyê Navenda Olof Palme û berpirsiyarê bernameyê Tirkiyê Laila Naraghi bersiv dan pirsê ANF’ê û got ku Navenda Olof Palme ji demeke dirêj e vir de li gel ‘komala sifir cudakarî’ ku Arus Elmas Serokatiya wê dike, ji bo ku pirsgirêkên Romanên li Tirkiyê jiyan dibin bînin ziman proje çêdikin.
Naraghi got ku ‘komala sifir cudakarî’ ji bo ku mafê Romanên li Tirkiyê jiyan dibin, bi taybet ji mafê jin û keçan hê biqewet bibin, ew têkoşînê dimeşînin. Serokê komalê Arus parazvaneke mafê mirovan ê wisa ye ku ji bo demokrasî û mafê mirovan bi biryardarî têkoşînê dimeşîne. Tevî mercên zehmet tiştên pir girîng bi ser xistin. Me, ji ber vê sedemê di cih de dît ku xelata Raoul Wallenberg bê dayin Wê”. Ew sala borî di 28’ê Mijdarê de li ser vexwendina Navenda Olof Palme hat bajarê Göteborg a Swêdê, weke panelîst tevli panelek ku pirsgirêka Romenên li Swêd û Tirkiyê digire dest bûyîbû.
Hikumeta Swêdê li ser esasê ku pirsgirêkên gelê Roman lêkolîn bike û derxîne holê, lêkolînvane Roman Domina Kai, Serokê Konseya Romanan Diana Vyman wezîfedar kiribû. Di panelek ku Domina Kai, Serokê Konseya Romana Diana Vyman weke panelîst tevli bibûn de, Arus pirsgirêkên ku Romanên li Tirkiyê jiyan dibin anîbû ziman û gotibû, “di nava civaka Roman de jinbûna min, dîsa ciwan bûna temena min di asteke girîng de xebatên min bi zehmet xistin. Di civaka me de hê jî zilamên ixtiyar di asteke bilind de xwediyê axaftînê ne. Lê gelek kesan herî dawî ez weke bûme pejirandin”.
Hikumeta Swêd sala 2012’yan weke sala “Raoul Wallenberg” îlan kiribû û li ser bîranîna Walanberg biryar wergirtibû ku du salan careke xelat bê dayin.