1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Derhênerê kurd Kalîfa çar xelatên nû girt
Derhênerê kurd Kalîfa çar xelatên nû girt,derhênerê,kurd,kalîfa,çar,xelatên,nû,girt

Derhênerê kurd Kalîfa çar xelatên nû girt

A+ A-

Bexda 05.11.2013 09:13:28 Derhênerê Kurd Sahîm Omar Kalîfa fîlmê wî yê metraja kurt yê bi navê ‘Baghdad Messî’ di van rojên dawî de li Arjantîn, Polonya û Karabgê çar xelatên nû girt.

Fîlmê Baghdad Messî, ku li Mîhrîcana Fîlman a Metraja Kurd ya Navnetewî ya li Buenos Aîres pêk hat de di nava 24 fîlman de hêyî Xelata Mezin a Juriyê û fîlmê herî baş yê metraja kin hat dîtin.

Li bajarê Polonyayê li bajarê Katowîce di Mîhrîcarana Fîlman a 4’emîn Regîofu de xelata Taybet a Juriyê girt û her wiha li Karabagê jî di 18’emîn Mîhrîcana Pfodoksiyonên Televîzyon û Fîlman a Navnetewî de xelata herî baş ya metraja kin ‘Golden Olîve’ girt. Juriya vê mîhrîcanê fîlmê Messî Baghdad jî ji ber naveroka fîlm xelat kir.

Salhîm Omar Kalîfa ji fîlmê xwe yê ‘Baghdad Messî’ bi giştî 15 xelat wergirt. Her wiha fîlm xelata mansiyonê jî girt.

Di fîlm de çîroka zarokê biçûk Hamudî ku wek hemû zarokan, heyraniya wî ya ji bo Lîonel Messî vedibêje. Lê beriya maça Fc Barselona û Manchester Unîted tv xera dibe. Hamudî bavê xwe ji bo ku tv li Bexdayê tamîr bike îqna dike.