‘Deriyan vekin sînoran rakin em li axa xwe vegerin
RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobanê yên zarok û neviyên xwe yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin li pey xwe hiştin û hatin Pirsûsê, bang li gelê Kurd kirin ku li wan xwedî derkevin û deriyên sînor vekin. Welatiyan diyar kirin ku ew di komkujiya Helepçe, Qamişlo û Roboskiyê de nehatin tunekirin, dê di Kobanê de jî tune nebin. Kobaniyan gotin: "Deriyan vekin, sînoran rakin da ku em li axa xwe vegerin.
Welatiyên Kobanê ku piştî êrîşên DAIŞ'ê mal û warê xwe terk kirin û hatin Pirsûsê, dixwazin dîsa li warê xwe vegerin. Welatiyan, bang li her kesî kir ku ji bo derî bên vekirin û sînor bên rakirin têkevin nava hewldanan. Welatiyê Kobanê yê 60 salî Ahmet Reşit, bang li gelê kurd kir û xwest gelê kurd êdî li dijî êrîşên neteweyî yekîtiya xwe xurt bike û wiha got: "Em hemû yek in. Di navbera me de dijminantî tune. Hemû cîhan li dijî me şer dikin. Dixwazin me tune bikin. Divê em yekîtiya xwe xurttir bikin. Biha dunya alem zanibe ku em li Helepçe, Qamişlo nehatin tunekirin. Em li Kobanê jî nayên tunekirin. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Bila hemu gelê kurd rabe ser piyan û em van deriyan vekin û sînoran rakin."
'Deriyan vekin em li axa xwe vegerin'
Welatiye 70 sali Îbrahîm Alî, jî anî ziman ku li Pirsûsê di nava şert û mercên pir xerab de dijîn û wiha bang kir: "Em bang li her kesî dikin. Em dixwazin li axa xwe vegerin. Ji bo vê yekê ji em dixwazin derî bên vekirin û sînor bên rakirin. Emre min li Kobanê derbas bû. Ji bo ku ez ji axa xwe qetiyam pir xemgin im. Hemû tiştê me talan û wêran bû. Kalê 70 sali Haci Xalit Ahmed, jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî wan kiriye û hemû mal û milkê wan talan kiriye. Ahmet da zanîn ku ger YPG nebûya niha ji zûve hatibûna kuştin û wiha got: "Em dixwazin hemu gelê Kurdistanê bibin yek û alîkariye bidin me."
Pîra 83 salî ku 21 rojin li Pirsûsê ye Meryem Yusuf jî anî ziman ku wan axa xwe, mal û milkê e terk kirin û hatin Pirsûsê. Em dixwazin DAIŞ axa me terk bike û em dîsa li warê xwe û axa xwe vegerin."
Welatiya 70 salî Adile Ali, anî ziman ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê reviyane û dixwazin dîsa li axa xwe vegerin û wiha got: "Xaniyê me û milkê me talan û wêran bû. Her tiştê me li wir e û em dixwazin dîsa li warê xwe vegerin.
Welatiyê 55 salî Mehmet Reşit û welatiya 52 salî Xacire Mustafa jî heman daxwaz anîn ziman û xwestin derî bên vekirin û sînor bên rakirin da ku karibin li axa xwe vegerin. Welatiyan bang li gelên Kurdistanê kirin û xwestin li dijî êrîşên derve bibin yek û xwe biparêzin.
(mae)