Deriyê Firatê Azad bû
REQA – Keleha Gabar a dîrokî ku ev demek dirêj e ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû dorpêçkirin hat azadkirin.
Gundên Gabar ên rojhilat û rojava ku di 25-26`ê meha kanûnê (berfanbar) de hatibûn rizgarkirin, çeteyên DAIŞ`ê carek din ji bo vegera wan her du gundan gelek êrîş li dar xistin. Hemû êrişên çeteyan rastî berxwedan û bersivdayîna şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê hatin.
Şervanên ku li herêmê pêşketinên xwe berdewam dikin, piştî şikandina êrîşên li ser herdu gundên Gabar berê xwe dan Keleha Gabar a ku 3 km'yan li başûrê gundên Gabarê ye. Hat diyarkirin ku piştî şerên heta saetên beyaniyê berdewam kir, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Keleha Gabar ji çeteyan rizgar kirin.
Di vî şerî de 29 çete hat kuştin, 2 BKC, 2 çentê fîşekên BKC, 1 RPG roketavêj û 4 roketên wê, 2 kilêş, 3 bombeyên destan, maşîneyek, treksek û 3 termê çeteyan ketin deste şervanan.
Şervanan li Kelehê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina mayinan kirin.
Ji aliyê din ve jî şervanên ku pêşketinên xwe berdewam dikin berê xwe dan gundê Siwediyê. Li gor agahiyên ku ji herême hat girtin li pêşiya gund di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar diqewimin.